PKK’ê bi şaşî şiroveya mirovê kurd û pirsgirêka kurdî kiriye..

PKK’ê bi şaşî şiroveya mirovê kurd û pirsgirêka kurdî kiriye..

Simko Ebdulezîz

Bi şaşitî fikirîn dibe sedem ku kiryarên şaş peyda bibin, encamdayîna karên şaş jî dibe sedem ku mirov encamên şaş bi dest bixe.

Encamên şaş jiyana mirov bi xwe û derdorên mirov ber bi tengasiyan dibe û hinek caran jî ber bi nemanê ve dibe.

ji roja damezrandina xwe heya niha PKK’ê bi şaşî şiroveya mirovê kurd û pirsgirêka kurdî kiriye û wê şirovekirina şaş roj li pey rojê reftarên nebaş ji boy miletê kurd û Kurdistanê li her çar parçeyan bi dest aniye, reftarên nebaş yên PKK’ê bûne sedem ku PKK’e encamên nebaş bi dest bîne û miletê kurd bi kirîzên pirr mezin re rû bi rû kiriye û derbas bûn ji van kirîzan li her çar parçeyan ber bi korerêyê çûye.

Li vir pirsek ser hil dide, çewa PKK’ê şaş hizir kiriye?

Ji boy berisva vê pirsê dikarim bi kurtasî bi vî awa hizra xwe berçav bikim:

Têgeha partayetiyê wek zanistê siyasî yanî bi kom hizir kirin û şirovekirin û danîna bernameya ji boy gehiştin bi armancan.

Dema mirov dîroka PKK’ê dixwîne û kesekî wek min ku bi salan ligel wan kar kiriye wek piratîk dibîne ku evê partiyê her ji roja damezrandina xwe heya niha bi awayekî bi kom hizir nekiriye û heger carna bi kom hizir kiribe jî di encama wê hizirkirina bi kom kesek hatiye bi navê Evdila û ew hizira bi kom jinavbiriye û hizra xwe li ser sepandiye.

Li Enqere li salên 1970 heya 1978 hejmarek kesan bi kom hizir di damezrandina partiyekê de kiriye û reşnivêsek ji bo peyrew û pirogramê wê partiyê daniye, lê Evdila Ocalan di sala 1978 tê Amedê û bo demekî bi tenê dimîne û di vê demê de ew bi tena serê xwe peyrew û pirogramekê bo PKK amade dike û hemû renca çend salan ya hevalên xwe pişt guh dike û dikarim bibêjim ku 5% reşnivîsa di civînên Enqere de hatiye pêşniyarkirin nakeve di reşnivîsa nû de.

Di 27/11/1978 li mala Seyfeddîn Zogurlu li gundê Fîsê ku ser bi Amedê ye bi amadebûna nêzîkî 20-22 kesan yekemîn Kongreya PKK’ê tê lidarxistin. Di vê kongrê de Evdila xwe dike her tişt bi çendîn saatan û bi tenê diaxive, amadebûyên kongreyê nerîna xwe derbarê reşnivîsa Evdila Ocalan nivêsa, lê encamên wê danûstandina li kongreyê hatiye kirin cihê xwe di reşnivêsî de nekir.

Ya ku ez dixwazim bibêjim eve, delo di programê hatiye pesend kirin de, çewa çareseriya pirsgirêka kurdî hatiye berçav kirin ?

Dema mirov wî programî dixwîne ji mirov re diyar dibe ku çareseriya pirsgirêka kurdî bi tenê li ser binemayê sosyalîzma zanistî hatiye berçavkirin, lê ev ne sosyalîzma zanistî ya Markis–Lînîn e, belku sosyalîzma Vietnam ê ye.

Aha ev kakilka babetê mine, gelo pirsgirêka kurdî pirsgirêkeke netewî ye yan pirsgirêkeke tebeqî ye?

Sosyalîzm bi gelemperî têgehek hizrî ye ji boy çareseriya tebeqên civakî, ne çareseriya axê û serxwebûna mirovî û rêveberiya xweser e.

Pirsgirêka kurdî ew nîne ku piştî kurd serbixwe dibin wê çewa xwe birêve bibin. Pirsgirêka kurdî ewe ku wê çewa axa kurdan ji dest dagirkerên Kurdistanê azad bikî.

Mirovê kurd bi tev texên xwe ve bindest e, jiber wê yekê pêwîste tev tex û çîn beşdar bibin di rizgarbûnê de, axa Kurdistanê axa hemû tex û çîna ye, ne axa tebeqeke taybet e.

Di vir de PKK’e di bin sîbera hizra Evdila Ocalan de rastî şaşîyeke kojek hat, ji ber ku ew peyrewê hatiye danîn ji boy rêvebirina xebata PKK’ê di bin sîbera bi cî anîna têgehê sosyalîzma zansitî de hatiye dariştin.

Yanî bi kurtasî dibêjim ku PKK ji rûyê stratejîk ve kete di şaşîyê de û ji rûyê reftarê de jî kete di şaşîyê de.

Di beşa duyemîn de ezê hewl bidim wan şaşiyan berçav bikim.

Pustên heman beş