CHP û DEM partî tifaqê înkar dikin lê protokola rêkeftina wan di medyayê de tê weşandin

CHP û DEM partî tifaqê înkar dikin lê protokola rêkeftina wan di medyayê de tê weşandin

Ji roja destpêkirina pêvajoya hilbijartinên herêmî pêde hat îdia kirin ku, CHPê û DEMê tifaqî veşartî kirine. Berpirsên CHPê û DEMê çend civîn kirin û dan xûyakirin ku, eger li hev bikin wê bi zelalî vê ji Raya Giştî re eşkere bikin. Herweha têzanîn ku hinek kesayetên DEMê li gel AK Partiyê jî hevdîtin kirin,lê tu encam jê derneket.

Berpirsên PKKê daxûyaniyên ji Qendil dayîn daxwaz kirin ku, DEM wek hilbijartinên parlemento û serokkomariyê pişgiriya CHPê bikin. Herkesek dizane ku, herî dawî biryar a Qendil e. Wek din axavtinên di nava DEMê de bê watene ê vale ne.

Niha jî di medyayê de protokolek a CHPê û DEMê hate eşkerekirin. Lê herdu ali jî red dikin ku ev protokol ne ya wane û sexteye. Îmzayên di bin protokolê de qebûl nakin.

Rastiya xwe de berbijêra DEMê Marel Daniş li Stanbulê tu çalakiyekî ji bo hilbijartina nake. Dewsa wê de li bajarên Kurdistanê digere û ji bo kandîdatên DEMê propagandayê dike.

Berpirsên DEMê li Stanbolê ji malbatên hevalên xwe re dibêjin: Dengekî bidin DEMê yên din hemûyê bidin Îmamoglu.

Ferman a Qendîle,bila kesek din di nava DEMê de dilê xwe xweş neke. Kesên ku di nava PKKê de sedê cara heqaret li wan hatî kirin û ew siza kirîn,îro derdikevin qada û propagandeya PKKê dikin. Ew tenê xwe dixapînin,hêdî xapandina xelkê roj bi roj zehmet tir dibe…

Protokola tê îdia kirin ku di navbera CHP û DEMê de hatî îmzekirin:

 

Pustên heman beş