Gelo teknîka HPG ê ya li dijî balefirên bêmirov bidestxistî dikare qedera şer biguherîne?

Gelo teknîka HPG ê ya li dijî balefirên bêmirov bidestxistî dikare qedera şer biguherîne?

Beşa 1: li dijî firrokeyên bêmirov çareseriyek misoger heye? Gelo PKK ê ev çeke çawa bi dest xist? 

Hate ragihandin ku daxuyaniya Fermandarê Biryargeha Navenda Giştî ya HPG ê Murat Qarayilan a çend roj beriya Newrozê ya “Em ê mizgîniyê bidin” ev bû ku “Teknîka xistina Dronan heye”. Bi rastî, gelek derdor diyar dikin ku tiştên din jî hebûn ku bêne ravekirin, lê di kêliya dawî de ji diyarkirinê lêvebûn. Di encamê de divê em li gorî agahiya ku tê de hat ragihandin “Hêzên leşkerî yên PKK ê xwedî teknîka xistina balafirên bêmirov in.” şîroveyên xwe bikin.

Ma bi rastî di şerê li dijî balefirên bêpîlot de teknîkek diyarker heye? PKK ê ev çeke ji kê stendin? Gelo xwedîbûna PKK ê ya teknîkeke wiha dê qedera şer biguherîne? Bi bersivdana van pirsan em dikarin têbigihêjin ka mizgîniya Qarayilan bi rastî mizgîniyeke başe an na.

Di daxuyaniya HPG ê de çi heye?

Di daxuyaniya HPG ê de bi kurtasî ev tişt hatin gotin: Hêzên me firsend dîtin ku balafirên bêmirov bêbandor bikin. “Ji 13 ê Sibata 2023’an û vir ve 15 balafirên bêmirov ên curbecur ji aliyê hêzên me ve hatine xistin.” Di daxuyaniyê de her wiha cure û dîroka 15 balafirên bêpîlot ên hatin xistin jî cih girt.

Ji ber vê yekê li gorî daxuyaniya ku hatiye dayîn, HPG ê di meha sibata sala borî de, ango ev 13 meh in xwedî vê teknîkê ye. û di her mehekê de firokeyek bêmirov hatiye xistin. Helbet di van 13 mehan de dewleta Tirk çend caran êrîşên hewayî pêk anîne û di van êrîşan de çend gerîlayên HPG ê jiyana xwe ji dest dane, di destê me de hijmarek nîne. Lêbelê, heke em pêvajoyê bi gelemperî binirxînin, em dikarin bibînin ku di nav mehekê de zêdetirî çend êrişên firrokeyên bêmirov têne kirin. Bi rastî di 13 mehên derbasbûyî de, PKK ê gelek zîyan dîtine, di nav wan de gelek berpirsên pilebilind ên nasyar, hem li Rojava û hem jî li xeta Gare-Silêmaniyê hene. Ji ber vê yekê bi giştî tê dîtin ku hêzên HPG ê di 13 mehên borî de bersiva beşeke pir hindik a êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk dane. Bi gelemperî, teknîkek ku sedî sed bi bandor li dijî firrokeyên bêmirov hê nehatiye çêkirin. yanî, bi rastî ev çeke nikare hevsengî û çarenûsa şer biguherîne. Ger em vê çekê hinek bikolin, dibe ku em karibin baştir analîz bikin.

Çeka serdema nû, Firrokeya bêmirov û pêngavên Tirkiyeyê

Êrîşa ku mirov dikare wekî êrîşa yekem a firrokeyên bêmirov bi nav bike, di sala 1849’an de ji aliyê Împaratoriya Nemsayê ve li dijî Venedîkê pêk hat. Bombeyên ku ji aliyê Nemsa ve bi balonên hewaya germ ve hatibûn girêdan, di avêtin nava bajaran û di teqandin. 

Her çiqas hin bombe li hedefa xwe ketin jî lê hinek ji wan bi ser leşkerên Nemsayê de jî ketin. Ev çek di sala 1899’an de weke çekek neqanûnî hat îlankirin. Dûv re, Dewletên Yekbûyî dîsa dest bi nûjenkirina vê teknîkê kir. Di salên 2000 de jî di salên paşerojê de, artêşa Dewletên Yekbûyî, ku yekem car helîkopterên bêmirov pêş xistin ku dikarin mûşekan li dijî Yekîtiya Sovyetê bavêjin, û beriya wê jî di şerê Vîetnamê de dest bi ceribandina balafirên şer ên bêmirov kir.

Bi pêşkeftina teknolojiyê, firrokeyên bêmirov jî zêde bûn. Bi taybetî di salên 2000’an de, firrokeyên bêmirov hatin pêşxistin ku hewcedariya wan bi balafirgehên mîna balafirên şer tune bû, dikaribû demek dirêjtir li hewa bimîne û bombeyên giran hilgirin û bavêjin.

Îro, bi dehan welat di envantera xwe de ev balefire ne hene. Lê Tirkiye di teknîka ÎHA-SIHA de bi taybetî li Rojhilata Navîn xwedî cihekî pir bi bandor e. Teknîka firrokeyên bêmirov ya Tirkiyeyê ji bo Yewnanîstanê bi taybetî li Derya Spî xeteriyeke girîng e. Her wiha Tirkiyê gelek balafirên bêmirov firotin Ukraynayê. Herçend Îran di warê mûşekên erdê de pêşketî be jî, di warê firrokeyên bêmirov de ji Tirkiyê baştir nîne. Yanî firrokeyên Tirkiyê ji bo welatên derdorê fikar û metirsiyeke cidî ye.

Gelo li dijî firrokeyên bêmirov sîstemeke şer a pêşketî heye?

Pêşxistina teknîka parastinê û teknîka erzan li dijî van firrokeyan armanca sereke ya gelek welat û hêzan e. Mînak Yewnanîstan li dijî balafirên bêmirov ên Tirk di nava lêgerînekê da ye. Dîsa yek ji welatên ku li hemberî balefirên Tirkiyeyê helwest nîşan dide Rûsya ye. Firotina balafirên bêmirov ên Tirkiyê bo Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve rastî bertekên mezin hat û gelek caran nerazîbûna xwe ji firotina vê çekê anî ziman. Diyar kirin ku wan balefirên Tirk bêbandor kirine. Di rastiyê de, Rûsya ew qas pêş de çû ku di 15 ê Tebaxa 2023’an de, firokeyên bêmirov ên Tirkiyê ku xistibûn, li pêşangehekê li Moskowê nimayîş kir.

Rast e, Rûsyayê di şerê xwe yê li Ukraynayê de, heta radeyekê, her çiqas ne bi temamî be jî, balefira bêmirov TB2 Bayraktar a Tirk bêbandor kir. Lê ev ne rêbazek sedî sed misoger e. Piştî ku Rûsyayê di şerê elektronîk rêxistina xwe pêş xist, heta radeyekê bandora xwe qels kir. Lê teknolojiya balefirên bêmirov hîn jî di şer de xwedî cihekî girîng e.

Lêbelê, heya niha ti teknîkekê ev çeka hewayî bi temamî bêbandor nekirî ye. Pergalên berevaniya hewayî yên ku tevahiya rûyê erdê diparêzin, rêbaza herî naskirî û pêşkeftî ye. Ji vê ya herî pêşketî sîstema Îsraîlê ye ku bi navê “qûbeya hesin” tê nav kirin. Rêbazek din jî bêbandorkirina wê bi balafirên din e. Wek mînak, berê demekê Amerîka li Sûriyeyê balafireke bêmirov a Tirkiyeyê bi balafirên F-16 xistibû xwarê. Rêbazek din jî hedefgirtina navendên koordînasyona van balefira ne. Niha hemû welat ji aliyekî ve hewl didin ku teknolojiya balefirin bêmirov bi dest bixin, li aliyê din jî hewl didin pergala şerê elektronîkî ku dê balefirin bêmirov bêbandor bike pêş bixin.

Li Yêmenê Hûsiyan hîna jî bi balafirên bêmirov li keştiyên Îngilîz û Emerîkî yên li Behra Sor dixin. Emerîka nikare xwe berdewam û bênavber biparêze. Belê, Rûsyayê gelek firokeyên bêfirokevan ên di destê Ukraynayê de îmha kirin, lê nekarî bi temamî bêbandor bie. Dema em van hemû parçeyan datînin ber hev, em rastî vê rastîyê tên: Li hemberî balefiri ên bêmirov rêbazeke têkoşînê ya berdewam û bênavber nîne. Firrokeyên ku nizim difirin û zirav hatine çêkirin dikarin di gelek sîstemên berevanîya hewayî yên mezin jî derbas bibin. Lê di encamê de ev balefire, ne xwediyê radarên xwe parastinê ne.

Kê balefirên bêmirov dane PKK ê?

Pirsa herî girîng ew e ku ka, kê ev çek dane PKK ê. Her çend hin derdorên PKK ê di destpêkê de diyar kirin ku ew ji aliyê PKK ê bi xwe ve hatiye çêkirin jî, piştre Berdevkê HPG ê got, “Hinek dostên me ew çek dane me.”

Her wiha di nava agahiyên hatine bidestxistin de yê ku ev çek dane PKK ê Rûsya ye. Rûsya ev çeke weke tolhildanek li hember Tirkiyê, yê dane PKK ê. ji berk u Tirkîyê gelek balefir ên bêmirov firotiye Ukraynayê. Di encam de rûsya jî, ji ber vê egerê di xwaze Tirkîyê bi xwe nava tengasîyê de.  Her wiha  PKK bê yî izna wê dewleta ku ev çeke daye wan nikare jêderka bidestxistina vê çeke aşkere bike. 

Hin çavkaniyên nêzîkî PKK ê diyar dikin ku Rûsyayê ev çek bi rêya firokeyên sivîl anîne firokexaneya Silêmaniyê û radestî PKK ê kirine. Rûsyayê her wiha hinek amûrên çavdêriya hewayî ya dîtina şevê, ango amûrek pêşkeftî ya mîna dûrbîna-teleskop jî dane Pkk ê. ev dûrbîn dikare zûtirn wext firrokeyan keşif bike.

Hat zanîn ku 2 endezyarên Rûs li ser bikaranîna van çekan perwerde dane yekîneya PKK ê. Lê ev cihaz tenê ji du koman pêk tê.

Çavkaniyên PKK ê van agahiyan didin. Ev agahî çavkanîyên me jî piştrast dike. 

Yanî, ev sîstema dijî balefirên bêmirov tenê di destê yek-du yekîneyan de ye. PKK kemînan datîne ser çend girên stratejîk û li benda derbasbûna balefirên bêmirov dimîne û dema ku B.Bêmirov dikevin nav astekê, gule li wan tê reşandin. Ji 15 balafirên bêmirov ên ku PKK ê îdîa dike ku heta niha xistine, 5 li Garê û 5 jî li Qendîlê hatine xistin. Di rastiyê de, teknîka dijî Balefirên Bêmirov tenê li hejmarek deveran bi sînor û tenê li cîhên ku bi kontrola qada têkildar ve têne bikar anîn. Di hemû herêman de ev çek nayê bikar anîn.

Dema ku em van mijaran bi hev re şîrove bikin, em dibînin ku HPG ne xwediyê antîteknolojiya misoger e, hin hêzan ev çeke bi hejmarekî sînordar dane wan.

Gelo çima PKK ê ev qas berfirehî mijara balefirên bêfirokevan girt dest, armanca wan çi bû, PKK dikare li qada şer vê çeke bikar bîne? Em ê bersiva pirsên bi vî rengî di beşa xwe ya duyemîn de bidin.

Pustên heman beş