Dem partî û paradoksa xapandinê.. Dengê kurdan bo xizmeta Tirkiyê

Dem partî û paradoksa xapandinê.. Dengê kurdan bo xizmeta Tirkiyê

“Fuat Onen” çavdêrê siyasî û nivîskarê diyar ê Bakurê Kurdistanê, derbarê hilbiijartinên şaredarîyan yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ku biryare 31 Adara îsal 2024ê bên encam dayîn hinek nirxandin kirin û derbarê “Partiya Dem” ya ku li ser navê kurdan tevlî hilbijartinê bûye dibêje: “Dem Partî bi dengên kurdan dixwaze xizmeta Tirkiyê bike”. Onen derbarê pêvajoya çareseriyê jî got: “ti tiştek bi navê pêvajoya çareseriyê çênebûye, tişta ku ji 2011’an ve heye, pêvajoyên xapandinê yên li Îmraliyê ne”.

Dem partî temsîla kurdan nake

Dem partî dibêje ez ne partiya kurda me, ne partiya Kurdistanê me

Fuat Onen tevlî bernameyeke Kurdistan 24  bû û derbarê hilbijartina û propaganda hilbijartina got: “bi rastî germahîya hilbijartinê ne li Kurdistanê û ne jî li Tirkiyê tuneye, li Stenbolê jî di nava girseyan de tuneye, bi sedema ku ti kes ti tiştekî nû nabêje, bernameyek nû tuneye, li Kurdistanê bi xêra Newrozê germahiyek çêbû û dem partî ji wê sûd werdigire, ango ti tişt tuneye ku millet pê bi herike motîve bibe”.

Di vê hilbijartinê de milletê kurd li Kurdistanê û kurdên li Tirkiyê jî temsîlkarên wan li qadê tunene, Partiya Dem heye ku 40% ya kurdan hêvî pê re hene û dê dengê xwe bidin vê partiyê, lê ev partî dibêje ez ne partiya Kurda me, ez ne partiya Kurdistanê me, her çend ku dengdêrên wê 90% Kurd in!.

Partiya Dem ji 6 partiyan pêkhatiye, 5 jê çepgirên tirkane

Partiya dem ji 6 partiyan pêkhatiye, 5 partî jê partiyên çepgirên Tirkiyê ne, yêk partî em dikarn bêjin partiya kurdane ew jî Partiya Herêmên Demokratîke, ew jî di ser “HDP’ê û Demê” de partiya herêmên demokratîk bi bandor tire.

Fuat Onen dibêje: “dem partî ji gelê kurd re dibêje em li ser kurdayetiyê deng dixwazin, bo xwîna şehîdan deng dixwazin, lê di heman demê de temsîlkariya kurdan nake, dibêjin em partiya Tirkiyê ne, her wiha dem partî îdîa dike em demokratîkin, em sosyalîst û pêşverû ne”.

Dem partî ne xwedî ti daxwaziyeke bo kurdan

Çavdêrê siyasî Fuat Onen dibêje li bajarekî ku 4 milyon dengdêrên kurd hene ango bi qasî nifûsa dewleteke Ewropayê û di vî bajarî de Dem Partî ne xwedî ti daxwaziyekêye ji boy wan, mînak dema em dibêjin li Stenbolê ji çar kesan yêk Kurd e, bila di meclîsa şaredarîya wê de sedî 20 an 25 koka kurdan hebe, kurd bi nasnameya xwe herin wê derê, lê Dem partî vê naparêze.

Fuat Onen dibêje sedî 40 ya kurdan dengê xwe bi hesta ku ev partî ya meye dengê xwe didin dem partiyê, lê dem partî dibêje ez ne ya we me, ez partiya Tirkiyê me.

Onen got: paradoks di vir de ye bi dengê kurdan xizmetê ji Tirkiyê re dikin, ev dibe sedem jî ku li Kurdistanê jî û li aliyê Tirkiyê jî milletê kurd temsîl nabe, nuke li Stenbolê dengê kurdan tayîn kere, lê ne ji xwe re tayîn kere, di hilbijratina 2019’an de li wê çaxê HDP bû û gotin emê AKP’ê bixin û CHP’ê bînin şûna wê, lê ti daxwaziyên kurdan neanîn ser maseyê, niha hem bi AKP’ê didin û distînin û hem bi CHP’ê didin distînin, lê ti daxwaziyeke civaka kurda ya Stenbolê li holê nîne.

Fuat Onen dibêje seyre ku çendekê berê wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê û wezîrê derve yê Tirkiyê çûn Bexdayê û Hewlêrê geriyan, wezîrê derve yê Tirkiyê gotî: bila li Kerkûkê carekê kurd walî be, carekê Ereb walî be, carekê Tirkmen walî be, yan gereke di şaredariyê de Tirkmen weku Tirkmen bên temsîl kirin, lê dem partî ne xwedî daxwaziyeke wusaye bo kurdên Stenbolê ku 20 caran bi qasî Tirkmen ên Kerkûkê ne.

Pêvajoya aştiyê û pêvajoya xapandinê li Îmraliyê

Ocalan li wir girtiye, îradeya wî heye yan tuneye ti kes nizane, li gorî axaftina wî em dibînin ku îradeya kurdî jî pê re nîne

Derbarê pêvajoya aştiyê Fuat Onen dibêje: “ti tiştek bi navê pêvajoya aştiyê û pêvajoya çareseriyê çênebûye, ji 2011’an û 2013’an ve pêvajoyek bi navê pêvajoya xapandinê li Îmraliyê çêbûye, li Îmraliyê terefê kurd nîne, Ocalan li wir girtiye, îradeya wî heye yan tuneye ti kes nizane, li gorî axaftina wî em dibînin ku îradeya kurdî jî pê re nîne, li wir li pişt dîwaran hevdu dibînin, ev ne pêvajoye”. Ji bona pêvajoyek hebe, pêwîste herdu teref hevdu nas bikin, mînak niha milletê kurd temamen cîranê xwe nas dikin, dibêjin Ereb Ecem hene, Fars hene Tirk hene, lê cîranê me hebûna me ya netewî nas nakin, ta ku ew hebûna me ya netewî û welatê me Kurdistanê qebûl nekin, ti pêvajoyeke çareseriyê çênabe û evane gişt pêvajoyên xapandinê ne, çareserî li ser rasteqîneya welat û milletê kurd divê bê çareser kirin.

Fuat Onen dibêje aniha beşekî Dem Partiyê dixwaze bi AKP’ê re kar bike, beşek dixwaze bi CHP’ê re kar bike û beşekî din gêj bûne nizanin wê çi bikin.

Li 2019’an gotin Imamoglu, Imamoglu dema bû namzet got ez neviyê Osmanê kîrtim neviyê Topal Osman im, Topal Osman kî ye, ewe yê ku li sala 1920-1921’an komkujî li koçgiriyê kiriye ewe, mêrkî rasterast gotî ez neviyê wî me, başe li ser navê kurdan kî dikare bibêje dengê xwe bidin Imamoglu.

Encama hilbijartina Stenbolê bo mijara Kurdistanê û kurdên Stenbolê tu tiştekî naguherin

Fuat Onen dibêje AKP û dewleta tirk li ser parçeyên Kurdistanê şerekî dagirkerane dimeşîne, li Bakur li Başûr û Rojava, ti rêya ku em bi van re hevkariyê bikin tuneye, hedefa wan ji holê rakirina welat û milletê meye û bi vana ti carî bi lihevkirinê ev pirsgirêk çareser nabe, divê em kurd maliyetekê ji dewleta Tirka re derxin ku ji Kurdistanê derkevin, loma jî encama hilbijartina Stenbolê bo mijara Kurdistanê û Kurdên Stenbolê tu tiştekî naguherînin û bazarîya ku Dem Partî niha bi CHP’ê re dike, li ser şaredariya navçeyan û hinek mudûriyet û hinek endamên meclîsê ye û çi daxwazîya wan bo kurdên Stenbolê tune ne.

Pustên heman beş