Di hilbijartinên 31 ê Adarê de wê Kurd çi bi dest xwe bixin?

dem_parti

Ji bo hilbijartinên şaredarî yên Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê rojek ma. Sibe her kes diçe ser sindoqan. “Hilbijartinên rêveberiyên şaredarîyê wê mifa bide Kurdan an wê çi bi xwe re bîne?” Pirseke mezin a weke “Kurdan çi bi dest xistin?” em ê piştî hilbijartinê nîqaş bikin.

Gelê Bakurê Kurdistanê jî di salên 1970 î de bi kesên xwedî peyvên Kurdewarî dikevin hilbijartinê. Lê sala 1991 ji bo Kurdan pir girîng bû. Raperîna li dijî Saddam li Başûrê Kurdistanê û bi destxistina statoya Îdarî-Sîyasî li Başûr bandora xwe li Bakur jî kir û şiyarbûna neteweyî û daxwaza mafan dest pê kir. Ev yek di hilbijartinên 1991 ê de di serkeftina xwedî bandorekî mezin bû.

Tevgera siyasî ya Bakurê Kurdistanê ku bi HEP ê dest pê kir û bi DEHAP ê bi dawî bû

Kurd bi HEP ê re beşdarî hilbijartinên parlemento û rêveberiyên herêmî bûn. Di sala 1991 an de derketina Leyla Zana û hevalên wê ji bo tevgera siyasî ya legal a Kurd girîng bû. Lê mixabin PKKê bi îradeya xwe û bi biryarên xwe rê neda ku li Bakur saziyeke legal a serbixwe ya Kurd ava bibe; destpêkê bi piştgirî, pişt re jî alîkarîya aborî û peyre xet û armanca vê tevgera sîyasî-legal guhert. PKKê dest bi kontrolkirina siyaseta legal li Bakurê Kurdistanê kir. Tevî vê yekê jî partiyên siyasî yên wekî HEP, DEP, OZDEP, HADEP û DEHAP ku hemû ji aliyê dewletê ve hatin qedexe kirin, li ser kevneşopiya Kurdayetî û Kurdistanîbûna Bakurê Kurdistanê tevdigerîn. Lê piştî ku Ocalan hat girtin rewş guherî. HADEP ku xwedî bingeheke radîkal a Kurdan bû û rêxistineke girîng bû, di 19 ê Mijdara 2005 an de bi fermana Evdila Ocalan xwe hilweşand. Piştî wê bi rastî jî rûpeleke siyasî ya nû li Bakurê Kurdistanê hat vekirin.

Duyemîn zincîra tevgera siyasî ya alîgirê Tirkiyê ji Tevgera Civaka Demokratîk heta Partiya DEM

Ev rûpela nû bi Tevgera Civaka Demokratîk TCD dest pê kir. Paşê bi navê Partîya Civaka Demokratîk bû partî û her dem navê xwe diguherand û di dawiyê de xwe wek DEM Partî pênase kir. Lê belê heta salên 1990 î di vê rûpela siyasî ya nû de gelek cudahiyên pêkhatî û nîqaşî hebûn. Rayedarên dewleta Tirk gelek caran gotine ku ev Partîya Civaka Demokratîk û pêvajoyên din di bernameya hevpar a Ocalan û MÎT ê de ne. Li Îmrali bi rayedarên dewletê re hat ava kirin. Ocalan digot, dewlet na xwaze bi Kurdên radîkal ên weke HADEP ê re muxatap bibe. Û Partiyên siyasî yên Kurd hatin Tirkkirin.

Belê, ev partî hemû jî partiyên siyasî yên legal in, bername û qanûnên wan ji aliyê Komara Tirkiyê ve hatine pejirandin. Divê bi destura bingehîn re li hev bê, lê di vê pêvajoya nû de ev rewş ne tenê erkek qanûnî ye, ji aliyê derûnî ve jî pêvajoyeke Tirkparêzî dest pê kir. Kurd di dîroka xwe de ti carî ala Tirkiyê bilind nekirî ye lê PKKê ala Tirkiyê bi navê sîyasetê da destê girseya xwe. Nirxên Tirkan weke erkekî “Biratîya Gelan” bi Kurdên bakur da qebûlkirin. 2000 î hir ve Ocalan Tirkbûn kir weke rêgezekî sîyasî a Kurd.

Apo bi vê xeta xwe ya sîyasî Kurd weke xulam da şixuilandin û li ser pişta Kurdan Tirk kirin parlemanter û serokên şaredarîyan. Di hilbijartinan de bi rêxistinên çep ên Tirk re îtîfaq kir, ji mafên xwe gelek zêdetir kota ji Tirkan re hat dayîn û di sîstema hevserokatiyê de Tirk hatin hilbijartin. Dê werin vê ecêbê binêrin du Ereb jî bûne hevserokên HDPê.

Partiyên çep ên Tirk, ku bi bi hêza xwe nikarin bibin muxtar jî, di nava HDP ê de hejmareke zêde wekîl bi dest xistin û di rêveberiya navendî ya partiyê de cih girtin. Mînak Tûlay Hatîmogullari ku niha hevseroka Partiya DEM ê ye, nijad Erebe, Elewî ya alîgirê Beşar Esed e û di heman demê de seroka rêxistina çep a bi navê SKYP ê ye. Û di hilbijartinên Stenbolê de pangawazî kir ku dengê xwe bidin CHPê.

Kî nûnertiya Kurdan li Bakurê Kurdistanê dike?

Mijara kî nûnertiya Kurdan li Bakur dike tam girara gavanî ye. Ger hûn li rastiyê binêrin, li Bakur kesek nûnertiya Kurdan bike nîne. Me li jor rewşa kevneşopiya ku niha jê re dibêjin Partiya DEP, ku PKKe rojane birêve dibe, bi kurtî nasand. Partiyeke Kurda ne û berjewendiyên Kurdan na parêze. Koalîsyoneke ku ji aliyê PKKê û dewleta Tirk ve tê birêvebirin.

Her çend HÛDAPAR bi devkî rola Partiya DEM ê dizîbe jî lê Kurdayetî ne armanca wê ye. ji bu HÛDAPAR ê gelê Felastînê ji gelê Kurd girîngtir û hêjatir e.

HAKPAR û hwd, partiyên din ên siyasî yên ku li Bakurê Kurdistanê xwedî axaftinên Kurdî ne, lê li qadan nînin, her çiqas axaftina wan rast be jî ne xwedî hêz in. Ne rêxistin, ne hewldanek ji bo bidestxistina mirovan, ne jî hewldanek ji bo bibe hêza sîyasî heye. Çend xebatkarên karîzmatîk jî din ava wan de nîn in.

Wê demê çi encam derdikeve holê? Li Bakurê Kurdistanê partiyeke siyasî ku nûnertiya Kurdan bike nîne. Ger partiyeke siyasî ku nûnertiya Kurdan bike tune be, Kurd dê çawa bi ser bikevin, helbet ser nakevin.

Mehkûmbûna DEM Partîyê

Nebûna nûnertiya siyasî a rast li Bakur, siyaseta legal û hilbijartin, qada siyasî ya legal veguherandiye xefikê.

Hilbijartin bi ser ketin, parlementer derdikeve, şaredar derdikeve lê Kurd bi ser nakevin.

Hilbijartin tê qazanckirin, welê dixuye ku Kurd bi ser ketine, lê di eslê xwe de Kurd winda dikin. Ji ber ku partiya serketî ne Kurdistanî ye.

Ev hemû partiyên ku dengên Kurdan distînin û di hilbijartinan de bi feraseta Kurdî bi ser dikevin, tenê bi kêrî dewleta Tirk tên.

Lê rewşa Partiya DEM ê yên ku herî zêde ji Kurdayetiyê sûd werdigirin û herî zêde dengan distînin, pir ecêb e. Bi rastî hemû Kurdên Bakur dizanin ev partî çi ye, her kes dizane ku di nav wê de dilopek demokrasî tune ye; Her kes dizane ku hilbijartina seretayî yan jî namzetekî ku gel dîyarkirî tune ye; Berê şaredarî di bin destê HDPê de xizmet ji gel re nedikir û şaredarî bi bû navendên qezencê; Ew dizane ku pir hindik ji parlementeran wê postê heq dikin û hemû jî di dawiya parlemanîya xwe de ji siyasetê vedikişin; Ew jî dizane ku hevserokên partiyê ti şîyan nînin, lê di her hilbijartinê de wek mekumekê diçe deng dide Partiya DEM ê, ji ber ku Kurdan alternatîfeke din nînin. Kurd di navbera dewlet û partiyên Kurd ên di bin kontrola dewletê de asê mane.

Kurd ev 33 sal in bi hilbijartinê kelacanî dibin, lê tiştek bi ser neketin.

Kurd vê carê wê çi bikin?

Bi rastî ev sernav şaş e, divê em bibêjin, Kurd ne wê vê carê PKKe çi bike? Ji ber ku DEM Partî ne pêkhateyek e ku bi serê xwe biryaran dide. Bêyî destûra rêveberiya PKKê nikare tu gavan biavêje. Bi qasî ku em dizanin HPGê li ser xeta sînor nêrîna xwe anî ziman, lê grûpa bi serokatiya Sebrî Ok, Mistafa Qarasû û Besê Hozat vê carê xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe.

Em bi zelalî bibêjin ku PKKe naxwaze li Tirkiyê hevdîtin û pêvajoya diyalogê çêbibe. Ji ber ku PKKe bi tevahî li gorî berjewendîyên Îranê tevdigere. Di roja hevdîtina PKKê bi Tirkiyê çêbe wê Îran canteya PKKê bi de pişta wê û ji Silêmanîyê derbixe. Ji ber vê sedemê ku di hilbijartinê de di derfetên gelekî bibandor hebû, lê PKKê ji ber Îranê nexwest vê yekê ber bi muzakereyê ve bibe. Ji ber ku haya dewletê ji vê rewşê hebû, heman bang nekir.

Ji xwe niha du biryarên PKKê hene

1-Divê di hilbijartinên Kurdistanê de bi ser bikeve. Ji ber ku li Tirkiyeyê desthilata şaredariyê karekî pir sûdmend e. Hemû îhale, kar û firotina erd li şaredarîyan pêk tê. PKKe bi vî awayî ne tenê bacê ji mirovan distîne, gelek karsaz jî dibin mehkûmên PKKê. Ji ber vê yekê PKKe dixwaze li Kurdistanê hilbijartinê bike. PKKê Leyla Zana ji sîyasetê men kiri bû, ji ber ku li gelek cihan rewş xeternak didît, Cemîl Bayik qasidek xwe yê taybet ji Leyla Zana re şandiye û jê xwestiye ku beşdarî xebatên hilbijartinê bibe.

2-PKK dixwaze AKP li bajarên Tirkiyeyê winda bike û CHP bi ser bikeve. Bi taybetî jî li Stenbolê namzetek bi navê Meral Daniş Beştaş derxistî ye lê piştgirîya wê nakin bi serê xwe tenê hiştî ye. berovajî piştgirîya Ekrem Îmamoglû, yanî CHP ê dikin. Bi rastî jî li gelek Bajêrên wek Mêrsîn, Antalya, Îzmîr û hwd tifaqek bi vî rengî heye.

Di encamê de wê Kurd çi bi dest bixin?

Di encamê de tu hêzek ku nûnertiya Kurdan di hilbijartinan de bike nîne. Kurd di navbera salên 2004-2014 an de ne xwediyê wê hêza siyasî ya ku her kesî dixwest piştgirî bike ne. Erdogan û AKP êdî ji bo Kurd piştgirîya wî bikin gotinên xweş jî nabêjin. CHP ditirse ku bêje Kurdî hene. Kurd di şerê navbera her du baskên dewletê AKP û CHP ê de bûne çûvikê pêkdadanê. Kes tiştekî nade Kurdan, her kes tenê dengê wan dixwaze. Kurdan şensê xwe yê muzakereyê winda kiriye.

Di destê Erdogan de çekek mîna qeyûman heye, ger bikeve tengasiyê dikare careke din qeyûman tayîn bike, ji ber ku şaredarî bi ser bikeve her tişt neqede. Kurd dê dengê xwe bidin Partiya DEM. Ew ê şaredariyên Bakur bidest xwe ve bînin û wê propagandayê bikin û bibêjin, em bi ser ketin. Lê her kes wê bi dengên Kurdan ser bikeve, lê Kurd bi ser nakevin.

Li Bakurê Kurdistanê rêyeke xelet heye, hûn çiqasî li ser rêya şaş bimeşin, hûn ê bi gehin cihên şaş. Bakurê Kurdistanê di rêyeke şaş de ye, her tim we dixuye ku ew bi ser dikeve lê di rastiyê de her tim bin dikeve.

Pustên heman beş