77 sal bi ser bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed re derbas dibin

77 sal bi ser bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed re derbas dibin

77 sal bi ser bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed, Serokê Komara Kurdistanê li Mehabadê re derbas dibin. Di 31’ê Adara 1947’an de Pêşewa û hevalên wî ji ber ragihandina Komara Kurdistanê li meydana Mehabadê hatin darvekirin.

Di 31ê Adara 1947an de, nûçeyek tevahiya Kurdistanê hejand, Pêşewa Qazî Mihemed ku kêmî salekê, bû Serokê Komara Kurdistanê li Mehabadê, tevî birayê xwe Ebûlqasim Sedir Qazî û pismamê xwe Heme Husên Xan Seyfî Qazî, hatin bidarvekir.

Qazî Mihemed roja 22ê Çileya 1946an de li meydana Çarçirayê ya Mehabadê Komara Komara Kurdistanê ragihand. Di 17ê Berçileya 1946an de piştî têkçûna Komarê, di 31ê Adara 1947an de Qazî Mihemed, Wezîrê Berevaniyê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Ebûlqasim Sedir Qazî li meydana Çarçirayê ya Mehabadê hatin bidarvekirin.

Qazî Mihemed û hevalên xwe, ji ber ragihandina Komara Kurdistanê hatin bidarvekirin, Hikûmeta Paşayetî jî bi tometa perçekirina Îranê ew tometbarkirin.

Qazî Mihemed damezirênerê Partiya Demorat a Kurdistanê bû, bi damezirandina partiyê re jî, di 22ê Çileya 1946an Komara Kurdistanê jî ragihand. Komara Kurdistanê piştî 11 mehan kete ber pilaneke navxweyî û herêmî. Piştî Yekîtiya Sovyet li ser kêlgehên petrol bakurê Îranê bi rêjîma paşeyetî re rêkeft, hêzeke bejayî û esmanî êrîşî Kurdistanê kir.

Her çi heger Serokwezîrê wê demê yê Îranê Ehemd Qewam Seltene soz da Pêşewa ku azara kesî neda û dê beşên din ên Kurdistanê bike yek û îdareyeke Kurdî rabigihîne, lê bi piştevaniya temam a Brîtanya û bêdengiya Sovyetê, hêz bi ser navçeyê de bir û rêjîma Îranê bi piştevaniya Sovyet, Brîtanya û Amerîka beşdarê nû li navçeyê, Komara Kurdistanê hilweşand û Pêşewa jî bi dar ve kir.

Beşeke mezin ji dîroknivîs û lêkolînerên navnetewî dibînin ku Al, Pêşmerge û Parleman sê koçkeyên neguhêr ên Komara Kurdistanê bûne û radestkirina Ala Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemed bo Mela Mustefa Barzanî yê Nemir wek destekî emîn û niştimanperwer, berdewamiya wê rêyê ye, ku îro ne sibe her ew armanc pêk tê.

Pustên heman beş