Tirkiye di nava krîzê de ye, Kurdno dernekevin kolanan

Tirkiye di nava krîzê de ye, Kurdno dernekevin kolanan

Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Herêmî yên ku di 31 ê Adarê de pêk hatin, hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Bakurê Kurdistanê encamên gelekî girîng derxistin holê.

Sîstema siyasî ya Tirkiyeyê ket nava kaosê. Tayyîp Erdogan û partiya wî di 22 salan de di 19 hilbijartinan de ev cara ewilî ye weke partiya yekem derneket. Erdogan di sala 2011’an de ji sedî 49,83 ê dengan stendibûn, ango hema nîvê Tirkiyeyê piştgirî dabû Erdogan. Lê di hilbijartinên dawî de vê carê rêjeya dengan daket 35, 48 an.

Erdoganê ku piştî hatiye ser desthilatdariyê di çîna serdest û klîkên Komara Tirkiyeyê de guhertinên mezin çêkirî, bi rastî jî kîmyaya Tirkiyeyê guhert û bi giranî dest danî ser dewletê. Di dîroka Tirkiyê de, piştî serdema Mistefa Kemal, dewleta Tirk ji aliyê tu serokkomar, serokwezîr û partiyan ve bi vî awayî nehatibû guhertin. Li Tirkiyê artêş, hêzên îstixbaratî û ewlehiyê xwediyên sereke yên dewletê bûn û çîneke sermayedar jî hebû ku di nava dewletê de xwedî bandorek mezin bû. Erdogan di dema desthilatdariya xwe ya 22 salan de ev yek hilweşand û artêş, polîs, dadgerî û hemû hêzên serwer ên aborî û sermayedar xistin bin destê xwe. Her çend AKP di hilbijartinê de dengên xwe winda bike û nebe partiya yekemîn jî, dîsa hemû sazî û hêzên dewletê yên sereke di destê AKP ê de ne. AKP ê dewleta xwe avakir.  Lê vê carê nebû partiya yekem û ev yek wê di meclîsê de AKP ê bixe tengasiyê. Ji ber ku Erdogan bi îtifaqa ku bi MHP ê re çêkiribû, karîbû Hikûmetê damezrîne. Heke Dewlet Baxcelî piştgirîya xwe ya ji bo Erdogan paşve bikşîne, dê hikûmeta Erdogan hilweşe. Tirkiye neçar dibe divê hilbijartinên pêşwext bike û di vî cewê aloz û kaosê de we dixuye Erdogan êdî erka desthilatê ji dest bide. 

Niha AKP bûye partîyeke wisa ku Erdogan bi xwe hemû saziyên dewletê bi rê ve dibe, dewlet û AKP bûne yek. lê metirsiya windakirina parlamentoyê jî heye. Zîhniyet û sîstema siyasî ya Erdogan ji tiştekî wiha ango ji wenda kirine re ne amade ye. Desthilatdariya Erdogan ne tenê hikûmeteke ku bi sindoqên hilbijartinan biçe. Erdogan ne tenê AKP, hemû saziyên dewletê jî îdare dike. Dosyayên 22 salên borî li holê mane. Ji ber vê sedemê bi rihetî ew dest ji desthilatê bernade û naçe li qesra xwe bijî. Erdogan ne ew kese yê ku bê teşqele kursîkê desthilatê berbide.

AKP ne ew AKP’eye ya ku 22 sal berê hatiye hilbijartin. ji aliyê zîhniyet û sîstemê ve gelekî bi hêz bûye, bûye yekreng û bûye desthilatdariya tekane. Li derdora Erdogan kadroyên hişmend nemane. Dema ku em her tiştî didin berhev, em vê rewşê dibînin:

Erdogan bi hilbijartinan dest ji desthilatdariyê bernade. Ew ê hewl bide ku bi rojava re bigihêje lihevkirinên nû û dibe ku di warê aborî de hin gavên populîst bavêje, lê di binyat de ya ku Erdogan dê bike ewe ku dewlet û desthilatdariya xwe bi şer û dijwarî be jî bi parêze. Beriya hilbijartinan diyar bû ku AKP dê gelek têkbiçe, lê tevî vê yekê jî Erdogan pir aram bû, ji ber ku dê bi feraseta “ez li ser sindoqê winda bikim jî dewlet ya min e” tevdigerî. Diyar dibe ku Bakurê Kurdistanê wê bibe cihê ku Erdogan aloziyê lê çêbike. Di şeva ewil a hilbijartinê de Erdogan axaftinek kir û got, “Em destûrê nadin ku li başûrê me desthilata ‘Terorîstan’ çêbibe”

Bajarê Wanê weke navenda provokasyonê hat hilbijartin

Erdogan dê li Bakurê Kurdistanê qeyranê derbixe. Wisa dixuye ku beriya hilbijartinê amadekariyên vê yekê hatine kirin. Bi taybetî li herêmên sînor amadekariyên bi vî rengî hatin kirin. Li Şirnexê li ber çavên  xelkê Şirnexê bi hezaran leşker ji bo dengdanê anîn wir. Heman tişt li hemû bajarên ser sînor hate kirin. dengderên mobîl anîn herêmê.

Tevî ku dihat zanîn gel wê bertek tûnd nîşan bide û hilbijartin di nava hestiyarîyekê de derbas bû jî, mafên qanûnî yên Ebdullah Zeydan ê ku li Wanê hatibû hilbijartin hatin xespkirin. Mazbata wî nedanê û şûna wî mazbata dane namzetê AKP yê ku 128.000 deng ji Evdullah kêmtir anî.

Ji bo kaosê Wan ne ciheke ku bi tesadufî hatiye hilbijartin. Wan devereke ku ji şerê xendekan ê PKK’ê li salên 2015-2016’an bê ziyan xwe parastibû. Girseyeke wê ya serxwe û welatparêz heye. Ango, hîn jî xwedî girsekî çalek e.  Ya herî girîng jî ew e ku Wan li ser sînorê Îranê ye û bi Îranê re di nava têkiliyê de ye. Îran gelek caran destûrê dide yekîneyên PKK’ê ku ji Elbakê derbasî hundir bibin. Li vir sîstemeke ku bazirganiya sînorî bi Îranê re dike û di bin bandora Îranê de heye. Ji ber van sedeman em dikarin bibêjin ku Wan ne biryareke deqeya dawî bû, weke qada provokasyonê ji aliyê dewletê ve hat hilbijartin. Ew ê stratejiya xwe li gorî encam û asta berteka Wan pêş bixin.

Ji ber ku mazbata Şaredarî, dan Abdulahat Arvasî ku ew jî Kurd e. Dewlet armanc dike ku Kurdan li dijî hev derbixe. Her wiha li Colemêrgê Kurdan şerê hev kir.

Erdogan wê li Kurdistanê kaosê çêbike û gav bi gav vê kaosê belavî hemû Tirkiyeyê bike. Erdogan û AKP xwedî girseyeke zexm e û ev girseya hanê pir êrîşkar û tûndrew e. AKP’ê bi navê komale û dezgehên olî û xêrxazî gelek kesên sivîl weke hêza çekdar perwerde û amade kirin e. Ger hewce bike, ew ê bêdudilî van kesên çekdar berde nava kolanan. 

Em di cih de bibêjin ku ne CHP û ne jî girseya CHP’ê xwedî wê hêzê nîne ku li kolanan bi Erdogan re rû bi rû bibin. Piştevanên CHP’ê bi giştî bajarî ne. Yanî wek alîgirê Erdogan darekê hilnagire û li kolanan şer nake û nade dû mirovan. AKP û CHP jî vê dizanin. Kî dikare bi sazî û dezgehên fermî û paramîlîter ên Erdogan re şer bike, tenê Kurd. Ji ber vê yekê rastî êrîşa AKP’ê ya li ser Kurdan CHP pê aciz nabe. Dixwaze ji nakokiya navbera Kurdan û AKP’ê de bibe desthilatdar. Jixwe pêwîstiya Erdogan bi kaosekî girseyî heye.

Ya xerab ewe ku Partiya DEM û PKK jî dixwazin alozîyên kolanan pêk werin. Ji ber ku PKK jî mîna AKP’ê pêwîstî bi kaosê heye. PKK’eya ku li Bakurê Kurdistanê hêza xwe ya çalakgêrî wenda kiriye û li gelek herêmên Bakur gerîla nema ye, wê bixwaze çalakiyên kolanan bi ciwanên 15-20 salî pêkbîne, xwîn were riştin û li ser vî cewê hestîyar şervanan tevlî xwe bike.

Lê ya rast ew e ku di vê rewşê de Kurd nehên vê leyîstika dewletê û PKK’ê. xwe nexin nava şerê kolana. Şerê kolana çi mifa nagehîne qezîya Kurd. Ger PKK bi rastî partîyeke Kurdistanî bûya û berxwedaneke berfireh û topyekûn pêş bixista, ev yek dikarîbû were nirxandin. Lê heke Meral Daniş Beştaş pora xwe bi kuaforê meclîsa şebike, li xwaringeha parlementoyê bixwe û paşê derkeve û ji gelê Wanê re bêje bila li berxwe bidin ev yek ne exlaqî ye û ne jî sîyasî ye. Cemîl Bayik ciwanên Kurd weke berê qûrbanî dibîne û li gorî ajandeya Îranê wan dikêşe nava meşa mirinê de. Rewşa rast eve. Li şûna ku PKK’e têkoşîneke girseyî ya rast bimeşîne, dem bi dem ciwana berdide kolana alozîyekî bê armanc çêdike û li ser wê ji xwe re propagande dike. Bi taybetî jî hê birînên şerê xendekan derman nebûye ew nikare ji gel re bêje li ber xwe bide.

We ew hêz nîne ku vî gelî biparêzin, rêvebirên we li cihekî germ rûniştîne, li firojgehên Ewropayê digerin, ne xwedî stratejiyeke berxwedanê ne. PKK di bin baskê Îranê de dijî û nikarin nefesê bistînin, îca ji gel re dibêjin ber xwe bide. Rêveberên PKK’ê, parlemanter û rêvebirên DEM’ê, nivîskar û rojnamevan, her kesê xwe li pişt gel veşartî ye.

Ji ber bûyerên Wanê, pêvajoya hilbijartinê bi temamî nehat lêkolînkirin, lê rastî ev bû ku Partiya DEM’ê di hilbijartinan de şikestineke mezin xwar. Heger ne ji bandora Leyla Zana bûya, wê zêdetir dengên xwe winda kiriba. Lê mesele ne deng e, siyaseta PKK’ê ya ku DEM Partî temsîl dike kurd gihandine asta “alawere-dalawere Mehmedê kurd here nobetê”. Di şerê navbera Kemalîstên Tirkîyeya dêrîn û Tirkîyeya Erdogan de Kurd divê nebin qurbanî. Nêrîna CHP’ê ya li ser Kurdan, gavek jî li pêş nêrîna Erdogan ya qirker, nîne. her du hişmendî jî dijminê Kurdan in.

Stratejiya Kurdan a ku dengên xwe didin CHP ê ku AKP bi ser nekeve jî ji aliyê hestyarî ve tê fehmkirin, lê di siyaseta reel de çi berhemên wê nîne. Kurd ji bo ku Yewnanîstan, Fransa û Îngilîstanê “ên kafir” di Şerê Cîhanê yê Yekem de bi ser nekevin, bi piştgiriya Tirkiyeyê ketin nava vê polîtîkaya “xwe fedakirinê”. Paşê bi salan kurdan dengên xwe dan partiyên rastgir AP û DP da ku xwedênenasên kemalîst bi ser nekevin. Kurdan salên 1990 î de ji bo ku Tansû Çîller bi ser nekeve dengê xwe da SHP ê, ango CHP e ya îro.  Piştî ku Erdogan di sala 2002 an de hat hilbijartin, kurdan dengên xwe dan Erdogan da ku xeta Ergenekonê ango Kemalîstan paşve here, dengên xwe dan Erdogan. Yanî ev sed sal in em Kurd di nava Tirkiyeyê de bi piştgiriya yekî li hemberî yekî tevdigerin û me çi bi dest xwe nexist û em kaviltir bûn. Ne hewce ye ku Kurd xwe bikin qurbana siyaseta Tirkiyê. Dewleta Tirk, bi rastgir û çepgirên, olperest û bêol ên xwe dijminê Kurdan e. Tirk tenê Kurdekî bi bêje ez Tirk kurê Tika me ji xwe re bêmetirsî dibine. Kurdê ku bibêje nijadamin Kurd e ez netewekî cûda me, ew di nazara dewletê de xeternak e. rêbaza PKK’ê ya sîyasî jî Kurdan li Bakur dike amurekî dewleta Tirk. Ango Kurdê bê welat,bê netew û bê nasnama qewmî. Ango Kurdan entegreyi dewleta kolonyalist dike.

Belê, li vir neheqiyek mezin heye. Lê ev neheqî ji şaredariyê dest pê nake û bi dawî jî nabe. 10 sal berê li Bakurê Kurdistanê nêzî 80 şaredariyên kurdan hebûn, dîsa jî sîstem her ev sisteme bû.

Heta ku Kurd siyaseta Tirkiyê weke dagirker nebînin, nikarin ji vê xefikê xwe rizgar bikin. heya ku rêbaza sîyasî a bakûrê Kurdistanê netew-dewleta Kurdan neke armanc nikare xwe ji vê rewşa pêkekonk derbixe.

Pustên heman beş