Serokê Herêma Kurdistanê geheşt Bexdayê

Serokê Herêma Kurdistanê geheşt Bexdayê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî geheşt Bexdayê û li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê li gel Serokomar û Serokwezîr dê bicive û beşdarî li civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê dike.

Îro 06.04.2024ê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî geheşt Bexdayê.

Di serdana xwe de Serokê Herêma Kurdistanê dê li gel Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bicive. Herwaha beşdariyê dê civîna Hevpeymaniya Rêvebirina Dewletê û Çarçoveya Hemahengiyê bike.

Di hevdîtin û civînên xwe yên li gel rêveber û berpirsên payebilind ên Iraqê de Nêçîrvan Barzanî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexda, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û çend pirsekî din dê gotûbêj bike. 

Pustên heman beş