Hilbijartinên 31 ê Adarê Kurdan got “Ji siyaseta Kurdistanî re belê” û paradîgmaya Tirkbûnê jî hilweşiya

D-E-M

Me nikarîbû hilbijartinên 31 ê Adarê yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, parêzgeh bi parêzgeh bi kûrahî şîrove bikin û deng wendayî û berbijaran bipirsin. Ji ber ku bi neheqî tayînkirina qeyûmî li Wanê û nedana belgeya mazbata ya Ebdillah Zeydan û berxwedana ku Kurdan li Wanê nîşan da yî, derfet neda me ku em bi daneyên teknîkî û hejmarî hilbijartinê şîrove bikin.

Rastiya ev e ku em her tim bi dubendiyek wiha re rû bi rû ne, dewleta Tirk bi kiryarên xwe yên înkar-qatîl-xespa ên li dijî Kurdan siyaseta li Bakurê Kurdistanê kamûfle dike û rê li pêşîya rexneyan digire. Niha dema ku em rexne bikin dê ji me re bibêjin “me Wanê dîsa sitand.” Belê, berxwedana Kurdan ji bo Wanê girîng bû, lê ne her tişt bû.

Di hilbijartinê de yê serketî xeta Kurdistanî bû

Divê bi zelalî bê gotin ku Partiya DEM di hilbijartinan de bi ser neket. Li gelek herêman deng wenda kir. Ji aliyê raya giştî ve jî cûreyek boykota hilbijartinê ya veşartî hebû. Mînak li Amedê ji rêjeya sedî 40 neçûn ser sindoqan. Ya rast, eger Leyla Zana ku ev 8 sal in li mala xwe bêdeng bû, di Newrozê de derneket qada û gund bi gund, navçe bi navçe geriya, loma jî bandorek erênî li hilbijartina kir û nehişt Partiya DEM ê xerabtir bibe.

Leyla Zana ji bo Bakurê Kurdistanê remzeke. Bêyî ku kesayetiya Leyla Zana çi be-ne çiba, ew jineke Kurd e ku di salên 1990 î de di şiyarbûna netewî ya Kurd de di meclîsê de bi cesaret “Kurdî sond xwar”. Di hişmendîya Kurdan de Leyla cihekî xwe yê taybet heye. Ji Leyla yê heskirin tiştekî bi Kurdperwerî ya Kurdan ve girêdayî ye. Leyla Zana heta kengê dikare vê wezîfeyê hilgire yan na, ev mijareke nîqaşê yê cuda ye, ji xwe raya giştî jî Leyla wiha qebûl kiriye.

Di çalakgêrîya xelkê li Wanê de helwesta gel ji bo dîtina vê rastiyê gelekî girîng bû. Dema ku Hevserokê Giştî yê DEM ê Tûncer Bakirhan dawî li axaftina xwe anî, gel dirûşma Leyla Zana qêrîyan. Li gel vê xasteka gel jî Bakirhan mîkrofon ne da Leyla, da ew jina ji cepê Tirk hatî Tûlay Hatimogullari. Gel bi israr diqîrî û di got Leyla Zana. Bi rastî ev dîmen rewşa Kurdan li Bakurê Kurdistanê derdixe holê.

Paradîgmaya “Tirkkirin” ê a Evdila Ocalan di vê hilbijartinê de îflas kir. piştî sala 1999 an Evdila Ocalan çend pirtûk li ser Tirkkirina Kurdan nivîsîn û piştre bi DTH dest pê kir û herî dawî jî bi nûnertiya Partiya DEM ê xwest vê hişmendîyê di nava Kurdan de cîbecî bike. lê gel bi dengên xwe ev paradigmaya Tirkbûnê red kir. Gel polîtîkaya “teslîmkirina hebûna xwe ji bo Komara Tirkiyeyê” ku 25 sal in di bin navên curbecur li ser Kurdan tê farzkirin red kir.

Encameke din a hilbijartinê jî ev e ku Kurdan got êdî em naxwazin rêxistinên çep ên Tirk li ser pişta xwe bigêrin. Rêxistinên çepên Tirk ne xwedî hêza girseyî û ne jî ya rêxistînî ne wê çima Kurd wan weke hêza sîyasî pênase bike.  Kurd ev 20 sal in çepên Tirkan li ser pişta xwe digirin. Hatina serokê çepê Tirkan Erkan Baş û yên weke wî vê rastîya Wanê naguherîne. Heger ne ji Kurdan bûna, civaka Tirk jî nedikarî navên van kesan bibihîze. Çepê Tirk nikare mûxtarekî jî hilbijêre. Çepê Tirk tenê Kurdê bi dewleta Tirkîyê ve girêdayî hezdike. Mafê cudabûnê û çarenûsa Kurdan qebûl nakin û ji xwe erka wan ew e ku pêşîya dewletbûna Kurdan bigire.

Em vê yekê jî lê zêde bikin.15 sibatê 2024 ew meşa DEM ê ji bo Ocalan organîzekirî ji Wanê 20 kes jî beşdarî nebibûn.  Lê ji bo parastina dengên xwe daket kolanan. Ev helwesta gelê Wanê bi tena serê xwe nîşan dide ku gel çiqasî ji siyaseta PKKê dûr e.

Encama herî girîng a siyaseta li Bakurê Kurdistanê derketî holê ev bû. Ji ber vê yekê ne Partiya DEM û ne jî PKKê manîpulekirina berxwedana Wanê nikare weke serkeftina xwe bibîne. Siyaseta Kurdistanê bi ser ket, xeta Tirkbûnê jî winda kir.

Ev rewş ne nû ye, di Hilbijartina Giştî ya Tirkiyê ya 14 ê Gulana 2023 an de jî derket holê. Kurdan sîyaseta PKKê ya legal ango Tirkbûnê cezakir. Ji bo vê jî pêwîstî bi partiyeke li şûna HDP ê hebû DEM li ser vî esasî hat avakirin. Wan jî wisa kir. Lê vê pêngavê jî bi temamî cihê xwe negirt.

Gelo Partîya DEM ê dikare bibe partîyeke Kurdistanî?

“Partiya DEM dikare Kurdistanî be?” belkî pirsa ku herî zêde divê Kurd li ser nîqaş bikin ev e. Na, nikare bibe Kurdistanî. Ji ber ku damezrîner û endamên Partiya DEM ê nikarin siyaseta partiya xwe diyar bikin. Bi hezaran rûpel parêznameyên Evdila Ocalan, siyaset û polîtîkayên partiyê diyar kir. Paradigmaya Apo siyaseteke ku bi temamî mafê xwebirêvebirina Kurdan red dike û “mafê çarenûsa Kurdan radestî dewletên kolonyal Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê dike”. Di eslê xwe de bi Kemalîzmê re tifaqeke stratejîk- veşartî heye. Mixabin li ber çavên me rastiyeke wiha heye, loma jî ne mimkûn e ku DEM bikare sîyasetekî Kurdistanî bimeşîne.  

Ev tespit û gotinên me dibe ku rastî rexneyan were, lê ev rastî ye. Ev ne tespit û peyvên me ne, ji xwe PKKe vê dibêje. Paraznameya Ocalan ku bernameya PKKê “ji Kurdan re mafê dewletbûnê red dike, guhertina sînoran red dike, yekîtiya neteweyî red dike.”

Tevî hemû manîpulasyonên îdeolojîk jî gelê Bakurê Kurdistanê li ser xeta Netewî-Kurdewarî tevdigere. Lê ti pêkhateyeke siyasî ya ku bikaribe vê daxwaza gel bimeşîne tune ye.

Kemalîzm dewleta Tirk bi xwe ye

Pirsgirêka ku Kurd li bajarên mezin dengên xwe bidin CHPê jî mijarekî bi serê xwe ye. Dema AKPê li Stenbol û Enqere berze kirî, hinek Kurd daketin qadan û pîrozbahî û şahiyê qêrandin û gotin “Li Tirkiyeyê şoreş çêbû”. Siyasetmedarên Kurd jî bi heman şahiyê şad bûn.

Di hilbijartinên 14 ê Gulana 2023 an de HDP a wê demê bêyî ku hinek daxazên sîyasî bike bê beranber dengên xwe dane CHPê. ev yek pir hate rexnekirin. Partiya DEMê xerabtir kir. Namzetê xwe derxist lê bangeşeya hilbijartinê de di got dengê xwe bidin CHPê. Yanî hebûna namzetên xwe înkar kir û ji bo CHPê şixulî.

Komara Tirk xwedî dîroka sed salî ye. Heta îro Kurdan her cure hukûmetên Tirkan dîtine, çi Kemalîst, çi rastgir, çi çepgir, çi îdealîst û çi dîndar. Gelo ji bo me Kurdan çi guherî? Hîç tiştek neguherî. Rastiya Tirkiyê ev e: Yên ku dibêjin ez ne Kemalîst im jî hewl didin ku çerxa Tirkiye ya Tirkan a ku Mistafa Kemal damezirandiye bizivirînin. Li holê de rasteqîniyeke wiha heye, Kurd ketine bin baskê CHPê de.

Di Hezîrana 2004 de nûnerê Ebdullah Gûl li Qendîl gundê Lewcê bi Murat Qarayilan re hevdîn kir. ji wê demê heyanî 2015 an PKKê piştgirî da AKPê. Kadroyên PKKê ji bo serdana Ocalan di çûn Îmraliyê. Di navbera PKK-AKPê de filotekî sîyasî hebû. Di nava 11 salan de AKPê dest danî ser artêşê, baskê Ergenekonê tepeser kir, mekezagon guhert. Kurd di vê demê de hatin mijolkirin, di van 11 salan de bi hezaran ciwan şehîd ketin, Kurdan tiştek bi dest nexist. Ma ew ê niha hêviyek mîna hêviyên ku wê demê difiroşin Kurdan wê bimeşe? Ma wê Kurd 10 salên din bendê bin ku wê CHPe mafên Kurdan radestî wan bike? Ekrem Îmamoglu yê wêneyê Mistafa Kemal ê ku li meydana Diyarbekirê Şêx Seîd û 46 hevalê wî daliqandî, dema ku seredana Amedê kirî pêşkêşî şaredarîya Amadê kir. wêneya qatilê Kurdan weke dîyarî da Kurdan. CHPe ya ku dixwaze zarokan her sibe bi sonda “Ez Tirk im, rast im, jîr im” bixwîne, dê pirsgirêka Kurd çawa çareser bike? Helbet çareser nake. Yê pirsgirêka Kurd xuliqandî CHPe bixwe ye.

Kurd dê 10 salên din li bendê bin heya ku CHPe dewletê bidest xwe dixe?

Eşkere ye ku Kemalîzm navê sîstemeke ku li Tirkiyeyê li ser înkar û qirkirina Kurdan ava bûye û her kesî Tirk qebûl dike. Her pêkhateya ku rûmetdarê Mistefa Kemal be, nikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Her pêkhate ya ku kiryarên Mistefa Kemal Kurdan kirî rexne neke nikare ji bo Kurdan tiştekî bi dest bixe. CHPe naxwaze Kemalîzmê ji nav bibe berovajî di xwaze Kemalîzmê zindî bike.

Kurd di şerê di navbera baskên dewleta Tirk de mehkûmî polîtîkayên rizî bûne. Heke em Kurd li bendê bin ku her 10 salan dê desthilatek pirsgirêka Kurd çareser bike, misoger Kurd wê hê zêdetir paşve biçin.

Belê, gel di hilbijartinan de helwesteke Kurdistanî nîşan da. Lê ev têrê nake. Partiya serdest û sîyaseta wê li Bakurê Kurdistanê dûrî ruhê netewî û daxwazên gele Kurd e.

Belê, li hemberî neheqîya şaredarîya Wanê helwestek netewî hatiye girtin, ev ji aliyê hestyarî ve tiştekî pirr girîng e. Lê belê ev yek têrê nake ku Kurd bikevin ser xetekî netewî û hevgirtî. Ji ber ku, partiya siyasî ya serwer li Bakurê Kurdistanê bê sîyaseta neteweyî ye di xwaze entegrasyona Kurdan di nava sîstema Kemalîzmê de cîbecî bike. loma jî ew nikare xwe ji vê ziviroka sîyasî rizgar bike. tenê yek rê heye heke helwest û daxwazîyên milletê Kurd di hilbijartinê de nişan kiri ji xwe re bikin xeta sîyasî wê xwe ji hevsarê Tirkbûnê û Kemalîzmê rizgar bikin. Di Hilbijartinan de gel xeta Kurdewarî nîşanî PKKê kir tercih êdî ya PKKê ye.

Pustên heman beş