Armanca êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê propagandaya leşkerî bû yan jî psîkolojîk?

Iran-vs-Israil-war-info

Şeva Şemiyê 13-14ê Nîsana 2024’an, Îranê bi dehan mûşek û balafirên bê firokevan êrişî Îsraîlê kir, pişt re hat zanîn ku piraniya wan mûşek û balafirên bê firokevan berî ku bigehin armancên xwe ji aliyê sîstemên dijî mûşekîyên Îsraîlê û Amerîkayê ve hatin lêdan û teqandin. Supayê pasdarên Îranê ji bo pîrozkirina serkeftina xwe alîgirên xwe şandin nava kolanan de, di heman demê de Îsraîl û Amerîka ragihandin ku ji sedî 99ê mûşek û firokeyên bê firokevanên Îranê ji aliyê sîstemên berevaniya esmanî, sîstemên dijî mûşekî û firokeyên şerên Amerîkayê yên li herêmê hatine têkbirin.

Her çendî êrîşa esmanîya rejîma Îranê şeva buhurî weke berisvekê li hember êrîşa esmanîya Îsraîlê li ser avahiyek nêzîkî konsulxaneya Komara Îslamî li Şamê hatibû ragihandin, ku di encamê de hejmarek berçav ji fermandeyên pilebilindên pasdarên Îranê û feyleqa Qudis yên Îranê hatibûn kuştin, lê li gorî amaran, di encama gihiştina hejmarek herî kêm ya mûşek û firokeyên bê pîlotên Îranê bo nava axa Îsraîlê, tenê çend kes bi sivikî birîndar bûne.

Çapemeniya rejîma Îranê ji zardevê beşê têkiliyên giştî yên Supaya pasdarên Îranê got: “weke tolhildana êrîşa Îsraîlê li ser konsulxaneya Îranê li Şamê bi dehan mûşek û balafirên bêfirokevan ji Îranê ber bi xaka Îsraîlê ve hatin avêtin.”

Rojnameya New York Times ji zarê berpirsên pilebilindên Îsraîlî got: “rejîma Îranê şeva borî 185 firokeyên bêfirokevan, 36 mûşekên Korus û 110 mûşekên erd-erd avêtine Îsraîlê”. Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari di vê derbarê de diyar kir ku ji sedî 99ê balafirên bêmirov û mûşekên ku Îranê avêtine Îsraîlê her ji hewayê ji aliyê Îsraîlê ve hatine teqandin. CNN jî ji zardevê du berpirsên payebilind yên Amerîkayê ve ragihand ku 70 balafirên bêpîlot û 3 mûşekên balîstîkên Îranê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve li herêmê hatine xistin. Berpirsekî Amerîkî ji CNN re ragihand, firokeyên bê firokevan û mûşekên Îranê li rojhilatê Deryaya Spî bûne armanca gemyên şerên Amerîkî û her di esmanan de hatine teqandin. CNN ji zarê karbidestekî dinê leşkerîyê Amerîkî ragihand ku firokeyên şerên Amerîkî jî beşdarî xistina firokeyên bê firokevan bûne ku ji aliyê Îranê ve ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê bi fermî sipasiya Amerîkayê kir ji bo alîkariya wan di xistina mûşek û firokeyên bêpîlotên Îranê de.

Ajansa NBC di raporekê de ragihand ku di encam êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê bi tenê 31 kes bi sivikî birîndar bûne û hemû hatine dermankirin. Hêjayî gotinêye ku beşeke berbiçav ji wan 31 kesan ji ber tirsê tûşî nîgeraniyê bûne û yên din jî dema diçûn stargehan ji ber qerebalixiyê ketine û bi sivikî birîndar bûne û piştî dermankirinê hatine şandin bo malên xwe.

Tevî ku Îran dixwaze bi rêya medyaya xwe nîşan bide ku derbeke bibandor li Îsraîlê xistiye, lê çavdêrên leşkerî û Jeopolitîk di wê baweriyê de ne ku ev êrîş ne serkeftineke ji bo Îraniyan, belku di rastiyê de têkçûneke mezin bû. Ji ber ku Îran bi dehan sale bi firokeyên bê firokevan û mûşekên xwe gefa tunekirina Îsraîlê dixwe, lê derket holê ku şiyana berevaniya esmanîya Îsraîlê ji şiyana mûşekîya Îranê gelek zêdetire û piraniya firokeyên bê firokevanên Îranê hê berî ku bigihin esmanê Îsraîlê hatine teqandin û gelek kes weke henek van êrîşên Îranê weke êrîşa fîşekên hewayî bi nav dikin. Şermeke din jî ew bû ku medyaya Îranê û heta deng û rengê fermîyê wî welatî, bi derew vîdeo û wêneyên agripêketina Teksasê di van salên dawî de parve kirin û weke derencama êrişên mûşekî ya Îranê bo ser Îsraîlê dan nîşandan. Lê ev gotinên şaşên Îranê ji aliyê bikarhênerên tora civakî ve zû hatin redkirin.

 li gorî amaran û çavdêrên leşkerî û Jeopolîtîk, êrişên Îranê herî kêm destkeftiyên leşkerî bi dest xistine, tenê destkeft jî ewe ku Îran dibêje, eger firokeyên bê firokevan û mûşekên wê neyên rawestandin, ew dikarin ji Îranê bigihêjin nav axa Îsraîlê, ku ev jî dikare di mijara sinordarkirina şiyanên serbazî yên Îranê ji aliyê civaka navdewletî ve, bi taybetî di warê gihiştina Îranê bi çekên navokî, ziyana wê bo Îranê ji sûdê wê êrîşê zêdetire.

Êrîşên Îranê ji aliyê piraniya hêzên mezinên cîhanê ve bi tundî hat şermezarkirin û li ser daxwaza Îsraîlê dê civîneke awarteya Encûmena Asayişa Navdewletî were lidarxistin. Çînê jî piştgirî neda Îranê û bang li her du aliyan kir ku xwe ji karvedanên tund bi dûr bigirin. Dikare bê gotin ku êrîşên Îranê ne di warê dîplomatîk de di berjewendiya Îranê de nebûn.

Aliyên propaganda û şerê derûnî yên êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê

Di van êrîşan de ji armancên leşkerî û siyasî zêdetir, propaganda û şerê psîkolojîk bû. Zêdetirî 10 salane Îsraîl bi eşkereyî pasdarên Îranê li Sûriyê dike armanc û Îran jî bêyî bertekeke cidî guhê xwe jê re ker kiriye. Di van salên dawî de jî, êrîşên Îsraîlê xwe gihiştin hundirê Îranê, di encamê de pisporên çekên navokî hatin kuştin, hemû arşîvên projeya navokîya Îranê hatin dizîn û bi dehan şûnwarên têkildarî çalakiyên Atomî yên rejîmê hatin teqandin, van êrîşan Îran qels kiribû, di rastiyê de van êrîşên Îsraîlê guman xistibû ser gefên Îranê yên li dijî Îsraîlê û xwe kesên ser bi rejîma Îranê bi eşkere bas li vê yekê dikirin ku Îran di bersivdayîna Îsraîlê de lawaze.

Piştî êrîşa Îsraîlê li ser avahiyeke li kêleka konsulxaneya Îranê li Şamê û kuştina bi dehan pasdarên rejîmê, ji wan 7 fermandarên payebilindên pasdarên Îranê û kesayetiyên navdarên leşkerî li Îranê, êdî rayedarên Îranê nema bikaribin bi derew û gefên bêy kiryar xwe ji bi hêvîbûna kesên alîgirên rejîmê bo bersivdayînê derbas bikin. Loma berpirsên pilebilindên rejîmê ji wan kesê yekemê rejîmê Xamneyî, soza tolhildanê ji Îsraîlê dan, û êrîşa şeva derbasbûyî di rastiyê de zêdetir ji bersivdana êrîşên artêşa Îsraîlê, berisvek bû ji boy wê çaverêbûna alîgirên rejîma Îranê.

Me ji bîr nekiriye ku dema Amerîka Qasim Silêmanî û Mehdî Muhendis kuştin, Îranê dîsa soza tolhildanê da û bi êrîşa li ser herêma Kurdistanê, çend mûşek avêtin baregeha leşkerîya Amerîkayê li Îraqê, û piştre derket holê ev êrîş bi hemahengiya bi Amerîkayê re hatiye kirin û tromp jî ev yek bi eşkere ragihand. Îranê xwestibû bi wê êrîşê alîgirên xwe razî bike. Di rastî de Îran naxwaze berdêla şerekî giran li gel Îsraîl û Amerîkayê bide, ji ber ku dizane di egera şerekî wiha de, xaka Îranê dê bibe armanc, ku ne bi dilê berpirsên rejîma Îslamîye. Armanca Îranê tenê ewe ku bi rêya milîsên xweyên li herêmê, bi taybetî li Sûriyê, Îraq (milîsên Heşda Şebî), Libnan (Hizbullah), Yemen (Hûsî û hwd.) serêşiyê ji Amerîka û hevalbendên wê re çêbike, û weke karteke siyasî bikar bîne û bi vê yekê bacê ji civaka navdewletî û bi taybetî Amerîkayê werbigire û givaşên vî welatî li ser xwe kêm bike.

Gelek welatên cîhanê bi taybetî Îran û Amerîka dixwazin êrîşa şeva borî ya Îranê bo ser Îsraîlê bibe dawiya van aloziyên nû û naxwazin zêdetir berfireh bibe û bibe sedema şerekî giran. Amerîka sererayî pîrozkirina serkefitna Îsraîliyan di berevanîkirin û têkbirina êrîşên Îranê de, bi eşkere ji Îsraîliyan re dibêje ku eger ew bixwazin êrîşî çend mebestên di nav axa Îranê de bikin, Washington ligel wan namîne. Gelek çavdêr di wê baweriyê de ne ku di êrîşa ser Îsraîlê de hevahengiyeke veşartî di navbera Îran û Amerîkayê de hebûye û berpirsên Îranê beriya êrîşan sînyalên curbicur ji Koşka Spî re şandine. Li gorî nûçeya Ajansa Routers ku ji zarê rayedarên payebilindên dîplomatîkên Îranî û Amerîkayê parve kiriye, “Îranê peyamek ji Amerîkayê re weke girîngtirîn hevalbenda Îsraîlê şandiye û gotiye, ew naxwaze alozî zêdetir bibe û soz daye ku ti kiryarên şaş encam nede.”

Piştî êrîşê jî ajansa nûçeyan a Tasnîm ya ser bi supayê pasdarên Îranê ragihand, “eger Îsraîl êrîşî xaka Îranê bike, emê bersivê bidin.” anku Îran bi eşkere radigihîne ku eger Îsraîl êrîşî ser me neke, em jî êrîş nakin.

Bi kurtî, êrîşên Îranê yên li ser Îsraîlê ji aliyê leşkerî, dîplomatîk û jeopolîtîk ve ji bo rejîma Îranê tiştek bi dest nexist, di rastiyê de, Îranê ev êrîş tenê ji bo razîkirina girseyên derdora xwe û rewakirina derewa xweya bi dehan salan ku dikare di şevekê de Îsraîl têk bibe, pêk aniye, ger na êrîşek ku nikare xwînê ji poza kesek Îsraîlî bîne, ti carî nabe tolhildana êrîşa ku bi dehan fermandarên payebilindên pasdarên şoreşa Îranê tê de hatin kuştin. Di niha de civaka navnetewî ne alîgirê şerekî nû li herêmêye û wisa diyar nabe ku Îsraîl êrîşeke berfireh li ser xaka Îranê bike. Lê heger hin xalên di nava xaka Îranê de bike armanc jî dîsan Îran wê xwe lê kerr bike û newêre xwe tûşî şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê bike. Eşkereye ku divê em ji bîr nekin ku di rewşên wiha de carnan rewş ji kontrolê derdikeve û rêyekê digire ku dibe tu aliyekê xwe jê re amade nekiribe.

Pustên heman beş