Patrîk Louis Sako: Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê gelek piştevaniya min kir

Patrîk Louis Sako: Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê gelek piştevaniya min kir

 Patrîkê Dêra Kildanan li Iraq û Cîhanê amajeyê dide ku, Serokomarê Iraqê ji wê rewşê berpirs e ya ku di derheqa wî de hatiye çêkirin. Herwesa dibêje ku, Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê gelek piştevaniya wî kiriye.

Patrîkê Dêra Kildanan li Iraq û Cîhanê Kardînal Louis  Sako îro 15ê Nîsana 2024ê di konfiranseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragehand, “Dema Rêkxistina Qaîdeyê ya Îslamî û paştir Rêkxistina DAIŞê jî êrîş kir ser Kiristiyanan li deverên cuda cuda yên Iraqê, Hikûmeta Iraqê çi alîkariyek ji bo parastin û ragirtina wan pêşkêş nekir, belkî Dêr cihê xweparastinê û xwarin û pêdivîtî ji bo xelkî peyda dikirin”.

Patrîkê Dêra Kildanan li Iraq û Cîhanê amaje jî da ku, wê demê serdana Serokwezîrê Iraqê kiribû û daxwaza alîkariyê jê kiribû lê serokwezîr jê re gotibû ku pere ji bo pêşkêşkirina alîkariyan nebû.

Kardînal Louis  Sako behs jî kir ku, paştir serdana Mûsil û Kerkûkê jî kiribû û xelk û rêkxistinên xêrxwazî, ku xelkê misilman û yên din jî di nav de bûn, alîkariya wan kiribû.

Navbirî ron jî kir ku, her di wê çaçoveyê de Herêma Kurdistanê alîkariyeke zêde pêşkêşî wan kir û ji bo wê meremê jî daxwaza alîkariyê ji Serokomar kir lê ji ber lihevkirina wî bi aliyekî Iraqî re alîkariya wan nekir.

Patrîkê Dêra Kildanan li Iraq û Cîhanê tekez jî kir ku, vegeriyana wî ji bo Bexdayê bi piştevaniya Herêma Kurdistanê û pêşengiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û givaştinên navdewletî bû.

Kardînal Louis  Sako di bersiva pirsekî de jî ragehand ku, Serokomarê Iraqê ji wê rewşê berpirs e ya ku di derheqa wî de hatiye çêkirin. Herwesa got, “Sûdanî ji bo çarekirina wê arêşeyê bizavê dike û merema wî ew e ku rêzê ji Kiristiyanan re vebigerîne”.

Herwaha ragehand, Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê gelek piştevaniya wî kiriye.

Ev di demekê de ye ku  par meha Tîrmehê ji ber jê standina mersûma komarî ji aliyê Serokomarê Iraqê ve ji bo destnîşankirina wî wekî Patrîk û Serokê Dêra Kildanan li Iraq û Cîhanê, Louis  Sako ji Bexdayê derkeftibû.

Pustên heman beş