Şêwirmendê Asayîşa Netewîya Îraqê Qasim El-Eracî: divê PKK demildest çekan deyne

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanîya Iraqê Qasim El-Eracî dibêje, divê PKK zûtirîn dem çekan deyne û serdana serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bo Iraqê di vê mehê de dê bibe gaveke mezin ji bo baştirkirina pêwendiyên di navbera Bexda û Enqere de.

El-Erecî ji rojnameya fermîya Sabahê re ragihand, serdana Erdogan ji bo îmzekirina peymaneke jihevtêgihiştinê di çarçoveya peywendiyên stratejîkên navbera Iraq û Tirkiyê de di warên veguhastin, enerjî, ewlehî, aborî û bazirganiyê deye.

Tekez kir, “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî girîngiyeke mezin daye mijara avê û di navbera Iraq û Tirkiyê de komîteyek bilind heye ji bo gotûbêjkirina vê mijarê.”

Herwiha ragihand, “serdana Erdogan ji bo Iraqê gaveke mezine ji bo têkilî, têgihiştin û hevkariya di navbera her du welatan de, bi taybetî ku Iraq dixwaze sedemên nakokîyên xwe bi Tirkiyê re bi dawî bike, yek ji wan sedeman jî hebûna PKK li nav axa Iraqê ye, ku ev grûpa çekdar êrîşî ser berjewendiyên her du welatan dike, destûra Îraqê jî bi ti awa rê bi karekî bi vî awa nade, loma li gorî destûra bingehîna Iraqê, ji bo bidawîkirina vê rewşê divê PKK zû dest ji çekan berde û dawiyê bi vê rewşê bîne.”

Li gor medyaya Tirkiyeyê, ji zarê jêderên Siyasî li Enqerê, biryare serokomarê Tirkiyê Recep Teyîp Erdogan di dawiya meha Nîsanê de serdana Bexdayê bike û ev yekem serdana wîye piştî 12 salan.

Pustên heman beş