MÎTê berpirsê PKKê yê Elmanyayê desteser kir

Mursel Durmaz-Net

Îstixbarata Tirkiyê MÎTê, berpirsê rêxistina PKKê yê herêma Kolnê ya welatê Elmanyayê desteser kir, dema ku bi serdanekê vedgerî Stenbolê.

Hat ragihandin, duh roja şemî 20/4/2024ê îstixbarata Tirkiyê kesê bi navê Mursel Durmaz bi navê kod “Zeynel” ku berpirsê rêxistinên PKKê yê bajarê Troîsdorfê yê herêma Kolna Elmanyayê ye, desteser kir.

Destnîşan kir, wan agahî girtin ku Zeynel bi balafirê ji Elmanyayê tê Stenbolê, ekîban Zeynel li balafirgeha navneteweyî ya Sabîha Gokçenê binçav kir.

Mursel Surmazê birin midûryeta ewlehya Stenbolê piştî kar û barên fermî li edilyeyê ji hêla hakimtiya noberdar va hatin girtin.

Pustên heman beş