Îraq û Tirkiye derbarê PKKê gihîştine rêkkeftinekê

Basim Awadi-Iraq-PKK

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî radgihîne, emê ji niha û pê de rê nedin PKKe li nav axa Îraqê çalakiyên siyasî û leşkerî bike û got: “Ji niha û pê de emê wek mêhvan û penaber reftarê bi PKKê re bikin”.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî got: “Komîteyên hevbeşên ewlehiyê di navbera Îraq û Tirkiyê berdewamin û li ser pirsa PKKê gihîştine nîv lihevkirinekê di bin çavdêriya rêxistinên navneteweyî de”.

Ewadî got: Ya herî girîng ewe ku her du welat hevkarî û hevahengiya ewlehiyê bikin, ji ber ku me bi Îranê re peymana ewlehiyê îmze kiriye.

Destnîşan kir, me di dema borî de ji bo vegerandina aramiyê li ser sînorên di navbera her du welatan bi Îranê re rêkkeftin îmze kir, emê peymaneke ewlehiyê ya bi vî rengî li gel Tirkiyê jî îmze bikin.

Pustên heman beş