PKK’ê bi şaşî şiroveya mirovê kurd û pirsgirêka kurdî kiriye..

Simko Ebdulezîz

Beşa duyemîn: hişa şaş a Evdila Ocalan

Di beşa yekê ya nivîsa xwe de me go dema hişa mirovî ya saxlem nebe wê kiryarên ne saxlem peyda bibin, partiya Karkeran û kesatiya Evdila Ocalan her ji dema danîna navê partiya xwe heya niha rastî şaşiyek mezin hatiye, şaşiya wî jî dikarim bi du xalên sereke berçav bikim:

1- Dema Evdila çûye zanîngehê şehrezayî di siyasetê de nebû, dema ketiye di nava pêla Markisiyetê de hate xendiqandin di nava wê de, ji ber ku Evdila ti paşxanek hizrî nebû, belku mîna rûpeleke spî bû, li gor zansitê sosyolcî û saykolocî û hizrî miruvê sade pirr hêsane ku tu bikarî weke xwe lê bikî. Dema Evdila dîtî ku Partiya Karkerên Tirkiyê heye û beşekê mezin ê qutabiyan endamên wê rêxistina siyasî bûn, Evdila wisa hizir kir ku ger ew jî partiyeke kurdî damezrîne û navê kirêkara li ser dane dê bibe palder ku wan jî rola xwe hebe û dîsan di wê navberê de tev pirtûkên Evdila dixwendin û bi dest diketin naveroka wan bi markisiyetê hatibûn pirkirin û keşê markisiyetê navenda danûstandina rojane ya wan bû, anku bi kurtasî ev nave ne dahênana Evdila bû, belku çavlêkirinek bû.

2- Di salên heftêyan de rewşa aborî ya Tirkiyê pirr nebaş bû, di warê hebûna kargehan de bi şêweyeke giştî û li bakurê Kurdistanê da dikarim bibêjim her nebûn, yanî nebûna kargehan wê digehîne ku karker yan li wî cihî nikarin bişoxilin yan jî ger hinek hebin û bişoxilin hejmara wan pir hindike. Kurdan li wê demê herî zêde karê cotkariyê û xwedîkirina ajalan dikir, yanî kesê kurd şivan yan gavan yan cotkar bûn.

Şivan û cotkar pirr girêdayî axê ne û paristin û geşekirina axê erkê wan yê sereke ye, lê karker zêdetir girêdayî kargehane û erkê wan yê sereke peydakirina mûçeyek şayisteye, wate bi kurtî dibêjim ku ax çeqê sereke yê hizra cotkara ye û kargeh çeqê sereke yê kirêkar ne, ji ber vê yekê êş û hizir û reftarên cotkaran û şivanan ne wek yên karkerane.

Cotkar û şivan xebatê û tekoşînê ji bo parastina axê dikin û karker xebat û tekoşînê ji boy parastina kargehan û zêdekirina mûçê xwe dikin.

Ev curê tekoşînê dibe eger ku saykolocî û hizirkirina cutkarî ya cuda be ji ya karkerî.

Ji ber vê yekê şivan û cotkar ber bi hizra serxwebûna netewî diçin û kirêkar ber bi dadweriya rêvebirina kargehan diçin.

Wate mirovê kurd heya ku axê rizgar nekin û serbixwe nebe dê berdewam be di têkoşîna xwe de.

Dema Evdila partiya xwe damezrandî û hizra xwe bi şêwek dîktatorî sepandî li yekem kongreya partiya karkeran de, kakilka markisiyetê û kirasê sosyalîzma zanistî kire ber partiya xwe û peyrewek dana ji bo bicihanîna wê hizrê.

Hêjayî gotinê ye bibêjim ku sosyalizma zanistî rêyeke ji boy têgihiştina civakî ji hemû aliyan ve (civakî, aborî, hizrî, derûnî) û bi dîtinek dîrokî û bikaranîna rêyên zanistî ji bo geşekirina civakê vekolîn lê hatiye kirin taku ber bi arasteyek geşetir û pêşkeftî bibe.

Li vir pirs eve, gelo Evdila û partiya wî li ser binyatek zanistî şirovekirina civaka kurdî kir yan jî di çarçoveyek qalib girtî de li ser civaka kurd sepand? Erê Evdila û partiya wî rêyeka zanistî ji boy komelgeha kurdî dana û ber bi geşekirinê bir? Yan ber bi felaketê bir?

Di beşa bê de wê bersiva van pirsan bidim… 

Pustên heman beş