Li Îranê jinekê zaroka xwe ya otîzmî bi awayekî hovane kuşt

Li Îranê jinekê zaroka xwe ya otîzmî bi awayekî hovane kuşt

Jineke xelka Îsfahan a Îranê bi kêrê keça xwe ya 11 salî ya otîzmî kuşt û agir berda termê wê.

Ajansa nûçeyan a Mêhr di raportekî de ragehand, heftiya borî wêneyê keçeke temen 11 salî ya otîzma wê heyî li torên civakî hate belav kirin, ku winda bûye û li dû dihate gerîn, lê duh 28.04.2024ê derket ku ji aliyê dayîka wê ve hatiye kuştin.

Herwaha hat ragehandin, xelkekî zêde hewl dan ku wê keça biçûk bibînin, lê berpirsê polîsê parêzgeha Îsfahanê Eqîd Husên Turkyan kuştina wê keçê ragehand û got: ‘’Di lêkolînan de geheştine wê baweriyê ku dayîka wê keçê bixwe zarok kuştiye.’’

Li gor daxuyaniya berpirsê polîsê Îtlaata Îsfahanê, dayîka wê zarokê piştî hate girtin li xwe mukirhat ku keça xwe ya bi navê Diyana biriye bo baxeke vala ya derveyî bajêr û piştî ku wê bi kêrê dikuje, agir berdide termê wê û ji cîhê bûyerê dûrketiye.

Pustên heman beş