Di rêbazê de ziman…

Di rêbazê de ziman...

Bûbê Eser

Heger xebat ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê be, divê ziman jî kurdî be. Heger xebat ji bona azadiya gel be, gel jî bi zimanê xwe heye. Bi adet û rengê xwe heye. Bi ol û çanda xwe heye. Ji vana ya herî girîng ku hebûna gel dida nîşandan jî ziman e.

Zimanê dayikê hebûna neteweyekî ye. Netew jî bi saya zimanê xwe heye. Xwe bi wî zimanî îfadekirin, qisekirin, xwendin bi hevdu re dan û stendinê dikin. Da ku ew ziman jî bikemile û xurt dibe.

Heger mirov bi zimanê xwe yê zikmakî bipeyive, bîr û baweriyên netewî bêtir bi mirov re peyde dibe. Bi zimanê xwe qisekirin, şiûra welatperweriyê di mejiyê me de xurt dike. Loma hatiye gotin: “ziman şertê heyînê ê ewil e.”

Heger daxwaza me azadiya welatê me ye. Divê em, ji her alîde dest bi kurdî axaftin, nivîsandinê bikin. Divê di mejiyê me de, di jiyana me de, di şîn û şahiyên me de tenê bi zimanê kurdî be. Kurtasiya gotinê ew e ku dema zimanê me di mejiyê me de cihê xwe negire, wê karê me jî gelekî zehmet be. Ji ber ku mejî bi kîjan zimanê bi agirtin wê bibe xulamê wî zimanî.

 Ji ber ku Kurdistanek bi zimanê biyaniyan axaftinê nabe. Kurdistanek ji çand û adetên kurdî dûr nabe. Divê daxwaza kurdan Kurdistaneke azad, demokratîk û bi her awayî kurdî be.

Mirov bi kîjan zimanê axifî adet, tore û ruhê xwediyê wî zimanî di mejiyê mirovan de cih digire. Loma Barzaniyan ev jî kirine xalek vê rêbaza pîroz ku kurd jî bi zimanê xwe qise bikin. Ji ber ku ziman hebûn e. Heger te û me ew hebûn neparast em weke kurd jî êdî namînin.

Ji ber vê bû ku Barzaniyan ev kirine xaleke girîng ya vê rêbazê. Dema mirov li dîroka Barzaniyan dinere pir vekirî û eşkere diyar dibe ku bê Barzaniyan çiqasî qîmet û rûmeta zimên girtine.

Di hemî şert û mercên zorde, tim xwedî li zimanê xwe derketine. Zimanê malê tim jî kurdî bûye û ew bi karanîne.  Em vê hinekî vekin da ku ev jî hinekî zelaltir bibe.

Di serdema Şêx Evdilselam de ku wê demê Kurdistan koloniya Osmaniyan bû û nemir di telegrafa xwe ya ku ji Osmaniyan re şandiye, daxwaz ji wan kirî ye ku li Kurdistanê ziman kurdî be. Memûrên dewletên yên li Kurdistanê kar dikin divê kurdî jî bizanibin.

Weke em dîroka Barzaniyan dizanin ku gelek caran ew ji cih û warê xwe hatine koçberkirinê. Lê her çiqasî dagirkeran hewlên mezin dane ku Barzanî zimanê xwe ji bîr bikin jî, lê Barzaniyan tim di mala xwe de bi zimanê xwe axifîne û perwerdeya malê jî tim bi zimanê kurdî bû ye.

Her weha li devera Barzan tim jî zimanê kurdî fermî bûye ango Barzaniyan zimanê biyaniyan nexistine malên xwe û bi hevre zimanê wan bi kar neanîne. Ji ber ku ew di wê zanebûnê de bûn ku heger ziman nemîne, kurd jî dê pêre nemîne. Loma ev kirine xaleke ji xalên rêbazê da ku hemî Barzanî bi hevre kurdî qise bikin. Her weha jî bûye.

Gelek caran devera Barzan hatiye valakirin û Barzanî bûne koçber. Bi salan Sadam Kurd koçberî Basrayê kirine, lê ew her bi zimanê xwe axifîn. Koçberî Îranê kirine li vir jî di nava xwe de her bi kurdî qise kirine. Di dibistanan de bi zimanê dagirkeran dixwendin. Lê di malên xwe de tenê bi kurdî dihate axaftin perwerdekirin. Kurdî axaftin di jiyana xwe ya rojenede bi karanîne loma ev bûye weke adetekê ku ev jî xalek ji rêbazê tê.

Serok Mesûd Barzanî di hemî hevdîtinên xwe yên bi mezinên dewletan re, tim bi kurdî qise kirîye û axaftina wî hatiye wergerandin. Cenabî wî bi erebî û îngîlîzî jî baş dizane lê tim bi yên li hemberî xwe re bi kurdî qise kirî ye. Ji ber ku ew jî hîmekî girîng yê vê rêbaza pîroz e.

Lê îro li Bakurê Kurdistanê zimanê kurdî li ber mirinê ye. Loma divê em hemî bi hevre vê rêbaza pîroz fêrî kurdên Bakurê Kurdistanê bikin da ku xwedî li xwe û li zimanê xwe derkevin. Gelekî girîng e ku divê hemî kurd vê rêbaza xwe baş fêr bibin û xalên wê yek bi yek di jiyanê de pêk bînin. Da ku temamî wenda û tune nebin.

Pustên heman beş