Bi rastî Mîta tirk Kobanî rizgar kir?

Bi rastî Mîta tirk Kobanî rizgar kir?

Dir. Kemal Silêmanî

Ez gelekî hewl didim ku rexneyên xweyên li ser PKKê di asteke medenî û weke nîqaşekê de bihêlim. Lê alîgirên vê partiya totalîter ji bilî zimanê heqaretê û tohmetbarkirinê nikarin bi ti zimanek din biaxvin. Çanda Apoyî ne çanda diyalog û rexneyêye. Çanda êrîş, sûcdarkirin, heqaret, dijon û tirsandinêye. Ti hizrek ku bingeheke wêya mentiqî tune be, nikare bi dijberê xweyê rewşenbîrî û siyasî re bi awayekî mantiqî tevbigere. Rêveberên PKKê jî ku bi salane bi gef û êrîşan karîbûn hegemonyaya ferdperestiyê li ser hin kurdan ferz bikin, nikarin ji vê zîhniyeta tirsandinê derkevin. Nizanin ku hizirkirina siyasî û nerîna kurdan di derbarê siyaset kirinê û reftarên kurdan li hember teqdîsa ne di cî de ya partiyan hatiye guhertin.

Piştî kurte nivîsekê li ser silogana “bê serok jiyan nabe” berdewam hin kes bi alîgirî kirina PKKê tim bi heqaretên zayendî, Mît û Îtîlaat bûnê min sûcdar dikin. Eşkereye ku eger ez Mît bûma, da rêz û hurmeta min grin û guh bidan gotinên min. Ev sûcdarkirin tenê xwelîserî û dînbûna van kesan û partiya wan radigihîne. Ji ber vê yekê jî dixwazin bi tawanbarkirinê rê li ber fikir û rexneyê bigrin. Ji aliyê din ve ev yek bibandor bûn û guncawiya van cûreyên rexneyan li wan nîşan dide.

Min gelek hewl da ku hestên alîgirên PKKê li ber çavan bigrim û heta ku ji destê min tê wan neêşînim û bi wan re asteke diyalogê bihêlim. Lê, dema partiyek ji bo kesekî bibe cihê îbadetê û tu wî kesî rexne bikî, îhtîmala ku hestên endamên wê peristgehê neêşînin tuneye. Dema partiyek ku bê serok jiyan û mirov û hebûnê ne tiştek bihesibîne û tu berevajî wî cîhanek din dibînî, li hember hev senger girtin sedî sede. Dema ku partiyekê tev tişt ji bilî mafê mirovê kurd ji boy bi azadî axaftin û rexne û jiyana azad pîroz kir; di heman demê de basî pîroziya jiyan û azadiyê bike, mîna wê yekê ye ku di qada mayinkirî de bimeşe û her tevgerek ku dike zirarê dide xwe û derdora xwe. Rewşa PKKê ya niha eve, hêza zêde û hizirkirina kêm  mîna fîlekî di nava herîyê de ye.

 PKKe dibêje serokê wê pîroze û bêyî serokê PKKê kurdan mafê jiyanê tuneye û her kesê ku serokê PKKê rexne bike Mîte. Serokê PKKê jî ji bo pesindana Mîtê pirr tişt gotiye û ti car ji pesindana Mîtê bêzar nebûye. Lê ne PKKê û ne jî alîgirên wê ti pirsgirêk bi pesindana Ocalan ya ji Mîta tirk re nîne.

 Ocalan Mîta tirk weke rizgarkerê kurdan bi nav dike û Ocalan jî di pirtûka xweya Rizgarîya Demokratîk de (r. 406) de eşkere dibêje ku Mîta tirk Kobanî rizgar kir. Dema ku Daişê bi alîkariya dewleta tirk êrîşî Kobanê kirî, Kobanê ji sê aliyan ve hatibû dorpêçkirin. Tenê deriyê Murşidpinarê mabû (Rûyê Tirkiyê) ku dewleta Erdogan û Mîta tirk bi rêya wî derî jî Daişî dişandin ser Kobanê û şervanên kurd. Lê Ocalan eşkere dibêje ku Mîta Tirkiyê bû ku Kobanî rizgar kirî.

 ev yek jî tevî wê yekê bû ku balafirên koalîsyonê dest bi bombebarankirina Daişê kirin û dewleta tirk neçar kir ku qebûl bike ku hêzên pêşmerge ji Başûr bi rêya Bakur biçe Kobanê û piştgiriya şervanên Rojava bikin. Lê belê Ocalan rûmeta azadkirina Rojava ne bi şervanên rojava, ne bi pêşmergeyên Başûr û ne jî bi hevpeymaniya navdewletî neda. Li şûna wê, ew kurdan deyindarê Mîtê dibîne, ew Mîta ku daiş di ronahiya rojê de û li ber kamerayên televizyonên cîhanê şandibû ji boy ruha kurdên Rojava.

Xuşk û birayên minên kurd, ger pirsgirêka we bi rojeva Mîtê ya li dijî kurdan hebe, ji vir dest pê bikin û her tiştê weke vê hûn di min de dibînin tila xwe di çavên min re bikin û min bi Mît bûnê sûcbar bikin.

 Hevoka duyemîn: “Mîtê mudaxeleya taybet kir. Di rastiyê de, wê [Mîtê] Kobanî rizgar kir. Pirtûka Rizgarîya Demokratîk 2015 r.406

Pustên heman beş