Helwesta aliyên siyasî, Kurdan ji hizra netewî dûr têxe!

Helwesta aliyên siyasî, Kurdan ji hizra netewî dûr têxe!

Li Bakurê Kurdistanê dema behsa pirsgirêkên civatê tê kirin û rewşa siyasî tê nirxandin , piraniya caran pirsgirêkên civakî yên rojane, rewşa darayî ya heyî û gelek cara daxuyanî û helwestên rojane yên aliyên siyasî derdikeve pêş.  Bê guman dema mirov di civakî de dijî bivê nevê pirsgirêkên jiyana rojane gelek waran de derdikevin pêş. Li vê derê ya balkêş ewe ku, pirsa Kurdan wek pirsgirêkek netewî di nirxandinên rojane de dernakeve pêş.

Gelek cara axavtin yan jî daxuyaniya serokê partiyekî di derbarê “Demokrasi“yê yan jî  edaletê de ji aliyê piraniya civatê ve taybetî ji aliyê siyasetmedaran  ve wek pêşketinekî yan jî gavek erênî tê dîtin û li gora wê jî helwest têne danîn.

Bawerim ev yek ji qelsiya hizrên netewî di nava kurdên bakur de derdikeve pêş. Ji bo vê yekê gerek alî û partiyên siyasî yên xwe Kurdistanî dibînin li ser vê yekê serê xwe biêşînin . Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, bi dehên salan Kurd bi gotinên wek “Demokrasî““Edalet“ “wekhevî“ û “ biratiya gelan “hatine xapandin. Kurtahî pirs ewe ku, heta pirsgirêka Kurda li Bakurê Kurdistanê li ser bingehê mafên rewa yên miletê Kurd neyê çareserkirin, hemû gotinên  ,wekhevîyê, edaletê û biratiya gela ji bo Kurda bê watene û naveroka wan valeye.

Gelek cara di nav siyasetmedarên Kurda de, dema behsa kesayetek siyasîyê tirk tê kirin, dibêjin: Filan kes demokrata. Lê kesek behsa pîvana demokratbûnê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nake.

Li Tirkiye siyasetmedarek, çi bêje bila bêje, gotinên li guhê me xweştêne bila heta evarê bije eger di pirsa Kurd de ne xwedî helwestbe tu cudabûna wî ji bo Kurda ji kesayetek ku em wek nijadperest bi nav dikin tuneye. Ji ber ku, li ba me gerek pîvan pirsgirêka Kurd be û ditina kesayetên siyasî li gora vê bê nirxandin.

Ji aliyek din pirsa Kurda li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ne tenê gotinên popûlist û demokrasî, wekhevî, aşitî û biratiya ku ew behsê dikine. Pirsa Kurda pirsek netewîye. Gerek xeta ku navbera me û rewşenbîrên Tirkan de hebe ev be. Ev xet gelek zîz e û nayê dîtin. Belkî jî neditina vê zîzîyê şaşitiya me ya herî mezin e.

Berjewendiyên kesayetî siyaset lewitandiye. Lê behsa vê nayê kirin. Berê xwe bidinê dema hilbijartinan de rojane xelkek ji partiyekî îstifa dike û berê xwe dide partiyek din. Herweha dema dengê xwe dide aliyek siyasî berjewendiyên xwe yên kesayetî wek pîvan digire. Ev yek wek tiştekî normal tê dîtin.

Dema hinek alî li ser navê kaşo Kurdistanê tifaqa dikin, kursiyên parlementoyê dihesibînin yan jî di hilbijartinên herêmî de, çend şeredarî û endametiya meclisên şeredariyan bazar dikin. Ji bo vê hemiyê, gerek Kurdistanîbûn pîvan be. Heta ev yek nebe pîvan herkesek tujî xeletiyan dike.

Heta wek vê gavê mixabin aliyên Kurd yan jî yên li ser navê Kurdan siyasetê dikin, dewsa kurdbûn yan jî dîtina partiyan ji bo Kurdan wek pîvan bibînin, îdeolojiya ku xwe nêzik dibînin wek pîvan dibînin û li gora wê jî dibin xwedî helwest.

Partiya DEMê vekirî siyaseta entegrekirina Kurdan bi Tirkan ve, siyaseta entegrasyona Kurdistanê bi Tirkiye ve dike. Ev di hemû deman de welê bûye. Yanî tu ferqek mezin navbera DEM û partiyeka çepên Tirkan de tuneye.  DEM û partiyên ku DEM berdewama wane,  eve bi dehên salane bi devê xwe dibêje ku, ew ne partiyeka Kurdistanî yan jî partiya Kurdane. Di hilbijartinên giştî û herêmî de bê qeydû merc pişgiriya CHPê kirin. Di vê helwesta xwe de pirsa Kurda wek bingeh negirtin û ji xwe behsê jî nekirin. Tenê dijberîya AK Partiyê wek pîvan ji xwe re girtin û berê dengderên xwe dan CHPê.

Başe kesekî negot ku, çi berjewendiya Kurdan di vê helwestê de heye? Ev yek ji xwe gelekî nehat gotubêj kirin jî.

Ji bo vê û gelek sedemên din, heta em berjewendiyên netewî, Kurdistanî esas negirin û tevnegerin em nikarin pêşiya xwe di siyaseta heyî de bibînin. Her gava ku em ne ji bo van berjewendiya  bavêjin di siyasetê de dikeve di xizmeta aliyên ku pirsa me  jî ji xwe re dikin malzemeyek siyaseta xwe ya ne Kurdistanî. Kurd di vê de dixusirin û ji hizrên netewî dûr dikevin.

Li BakurêKurdistanê ji derê DEMê gelek partî û rêxistin hene. Her aliyek li gora dîtin û bernameya xwe tevdigere. Lê nirxandinên wan û heta radeyekî helwestên wan di derbarê DEMê de dibe sedemek ku ew nikarin di bin banekî de yekitiyek yan jî hevkariyek netewî pêkbînin. Ev yek jî qelsiyeka aliyên siyasî ji derê DEMê peyda dibe. Gerek ev yek bi dilfirehiyekî bê gotubûj kirin û aliyên dibin sedemên pêknehatina yekitî û hevkariya gerek bêne teşhîr kirin da ku, Kurd ji bo xwe rêya rast bibînin û li ser siyasetê bikin. Lê mixabin her carê dema hilbijartina ev babet tê rojevê. Civandina partî û aliyên siyasî heta dezgehên sivîl li Kurdistanê di bin banek netewî de ne pirsa hilbijartina ye. Pirsa hêzbûna hizrên netewiye û pirsa afirandina siyastek Kurdistaniye.

Pustên heman beş