Pêşwazîya gerim ya Tehranê bo serokê Herêma Kurdistanê, nîşana bihêzbûna Hewlêrê û siyaseta jÎrane ya berpirsên Kurdistanê ye

nechirvan-barzani-iran-info

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh roja yekşemê li ser vexwandina fermî ya rêberê komara Îslamî ya Îranê gihîşt Tehranê û îro li gel Elî Xamneyî û rêveberên payebilind yên Îranê civiya, serdana serokê herêma Kurdistanê bo Îranê di medyaya Îranê û herêmê de bertekek erênî hebû û herkesî bi eleqeyeke mezin ev serdan şopandiye û çavdêr jî di wê baweriyê dene ku ev serdan dê bibe xaleke guhertinê di pêwendiyên Tehran û Hewlêrê de.

Serokatîya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku di vê serdanê de, serok Nêçîrvan Barzanî dê ligel berpirsên payebilindên komara Îslamî ya Îranê bicive û li ser geşepêdana peywendiyên navbera Îran û Îraqê û Herêma Kurdistanê û hevkariyên di navbera wan de gotûbêj bike. Her wiha dê geşedanên li herêmê bi giştî gotûbêj bikin.

Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tehranê destkefteke din ya dîplomasiya Herêma Kurdistanê ye

nechirvan-barzani-iran-3

Bilindkirina ala Kurdistanê û bi ba ketina wî di Tehrana paytexta Îranîyan de, yekem îşaret bû îsbat kir ku serokê Herêma Kurdistanê bi pozîsyoneke bihêz serdana Tehranê dike û mijarên civînan jî ev yek îsbat kir. Em hemû dizanin ku Îranê tu caran çav bi pêşkeftinên Kurdistanê bi giştî û herêma Kurdistanê bi taybetî narabin û hertim hewl daye ku take hikûmeta Kurdistanê ya rewa bike îtaetkarê xwe û ji bo vê mebestê jî dudilî nekiriye ku ti tawanekê bike. Êrîşên mûşekî yên li ser Hewlêra paytext, şehîdkirina keçeke Kurd a 11 mehî û armanickirina navendên jêrxaneyî û aborî yên Kurdistanê ji aliyê milîsên wê yên kirêgirtî ve, mînakên zelalin ku niyeta dijimnkarîya Îranîyan li hember Kurdistanê piştirast dikin.

Şaşiya rejîma Tehranê jî wek hemû dagîrkerên din yên Kurdistanê ew bû ku bi wê yekê bawer dikir ku bi bombebarankirina Kurdistanê û fişareke berfreh a aborî li ser Kurdistanê, dikare hikûmeta Herêma Kurdistanê bindest bike û serkirdeyên Kurd jî bike îtaetkarên Tehranê. Lê wek her car îradeya Kurdistanê û serkirdeyên wê ji zextên rejîma Îranê gelek bihêztire. Di dawiyê de, rejîma Tehranê neçar ma di wê yekê bigehe ku Hewlêr pêgehekî giring û rastiyeke siyasî ya bihêze û nayê înkar kirin.

Rayedarên Îranê li hemberî vîn û berxwedana hikûmeta Başûrê Kurdistanê careke din neçar man siyaseta ku jê re dibêjin “Nermbûna Lehengiyê” bikin.

Vexwendina fermî ya serokê Herêma Kurdistanê ji bo Tehranê û hevdîtina bi Xamneyî re – bi li berçavwergirtina wê yekê ku “rêberê olî yê Tehranê naxwaze bi her kesî re hevdîtinê bike” nîşana wê çendê ye Îran neçar bûye wê rastiyê qebûl bike ku îradeya serwerîxwazên gelê Kurde li Başûrê Kurdistanê ji hewlên wê û milîsên wê yên têkdana herêma Kurdistanê û lawazkirina hikûmeta wê bihêztire, bi gotineke din ji boy Tehranê derket holê ku dema Kurdistan dibêje teslîm nabim, ev ne tenê siloganeke di avêje belku bi kiryar cî bi cî dike.

nechirvan-barzani-iran-2

Belgeyeke din jî ku şanda herêma Kurdistanê bi awayekî bihêz serdana Tehranê kiriye, ewe ku serokê Herêma Kurdistanê bi eşkere û di dilê Tehranê de behsa asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û Îraqê dike. Helbet gihandina vê peyamê ji bo Îraniyan tenê ji hebûna hêzê tê. Evê jî peyamek zelal têde ye ku “Îran çavkaniya bêewlehî û bêîstîqrarê ye li Îraq û Herêma Kurdistanê”.

Çavkaniyên hêza Hewlêr û Herêma Kurdistanê

Me ji bîr nekiriye ku piştî rawestandina firotina petrola Herêma Kurdistanê, biryarên dijminane yên dadgeha federalî ya Îraqê, rawestandina bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, mûşekbarankirina Hewlêra paytextê û…hwd, dijimnên Kurdan û koleyên wan xewna wêranbûn û nemana statoya siyasî û netewî ya Herêma Kurdistanê didîtin, hinek şovenîstên Ereb jî di medyayê de peyva “Herêma Kurdistanê ya berê” bikar anîn. Lê bi saya siyaseta jîr û aqlane ya serkirdeyên Herêma Kurdistanê û hewlên wan yên dîplomatîk, ev xewna qirêj bû bilqa li ser avê, ku mirov dikare serdana serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê. Wek mînakeke berbiçava vê têkoşîna dîplomatîk hesab bikîn.

Sodwergirtina Herêma Kurdistanê ji nakokiyên di navbera Tirkiyê û Îranê de û bikaranîna vê ji boy xizmeta pirsgirêka Kurd û bihêzkirina pêgeha Hewlêrê, mînakeke dine ji lêzanî û zîrekiya siyasî û dîplomasî ya serkirdeyên herêma Kurdistanê, loma pêşwazya gerim a Îranê ji serokê herêma Kurdistanê jî re, dikare weke berteka li hember serdana Erdogan ya ji boy paytexta Kurdistanê Hewlêrê were şîrovekirin.

Prime Minister Masrour Barzani meets with the US Secretary of State

Peyama serdanê ji bo Kurdan

Xurtbûna pêgeha Hewlêrê di demekê de ye ku mixabin di nava Kurdistanê de hinek dengên xerab hene ku li şûna xwe bispêrin îradeya gelê Kurd, li hêviya xêrekê ne ji dagirkerên Kurdistanê. Bi gotineke din, eger ev alî li şûna ku hewla têkdana nav mala Kurdan bikin, pişitgriya serkirde û hikûmeta xwe ya Kurd bikin, herêma Kurdistanê dê derfeta wê çendê hebe ku bihêztir jî bibe.

Divê hemû Kurd bi pêgeha siyasî û dîplomatîk ya tekane hikûmeta xwe ya rewa û netewî şanaz û serbilind bin û zextê li aliyên ji rêderketî bikin ku vegerin ser xeta netewî û li şûna dijimnatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, enerjiya xwe ji bo serkeftin, aştî û geşepêdana Kurdistanê bikar bînin.

Pustên heman beş