Di rêbazê de Dewletbûn!!!

Di rêbazê de Dewletbûn!!!

Bûbê Eser

Di malakê û di malbatekê de sermiyanê wan, hustûna mala wan ango bav tune be, wê ferdên malê her yek li gor xwe tevbigerin û li gor xwe hin tiştan hilbijêrin an jê hez bikin

Hinê bibin aqilmendên xelkê, lê ne ji xwe re. Hinên bibin dizê malê, ji bona xerabkirin û talana welatê xwe. Hinê bibin nokerê dijminê xwe, ji bona pişta birayê xwe li erdê bixe.

Dema tifaqa malê tune be, tevgera malê jî nabe û nameşe. Wê tim agir jî li ser serê wan be. Loma yeka wan nabe dudo. Lê malên bi tifaq tim xwe û malbata xwe parastine û diparêzin.

Bê dewletê jî weha ye. Ji ber ku dewlet bav e. Dema dewleta me re tune be. Wê xelkê bê dewlet hin ji wan bibin olperest, hinê dibin sosyalîst, hinê dibin demokrat, hinê bibin lîberal ûhwd. Hemî wê ne ji bona xwe, dê ji bona xelkê bibin ew.

Ew kes, partî û sexsiyetên bikevin xizmeta dijminê gelê xwe jî, wê dem bê ku ji dêlva problemên gelê xwe qise û munaqeşe bikin. Wê ji bona xurtkirina dagirkerên xwe bibin xizmetkare wan.

Bê dewletî, te ji hev perçe dike. Nahêle bira li gel bra bibe yek. Lewra jî wê tim nakokî, fesadî û şelaftî di nava wî xelkê bê dewlet de hebe da ku nikaribin dewleta xwe ava bikin. Em kurd jî niha di vê qonaxê de ne,

Bi perçebûna welatê me, em jî hatine perçekirin. Weha perçe kirine ku gelek ji wan perçena, êdî welatê xwe û xwe nas nake ku ew kurd e û welatê wî/ê Kurdistan e. Ji ber ku êdî mejî li gor perwerdahiya dagirkeran şikil girtiye û digire.

Bi vê perçebûnê, mêrxasên kurd yên bûne older, Sosyalîst ango dibin îdelolojîk, di ber îdeolojiyan de her tiştî, kar û xebat kirine û dikin. Lê mixabin welatê xwe ji bîr dikin. Çi qezenc bi dest xistibin an dixin, ne ji bona gelê xwe, di ber îdeolojiyan de heba dikin û kirine. Mînaka vê ya vekirî ew e ku dema em li tevgerên bakurê Kurdistanê yên salên 1970 heta 1980 binerin vê bi zelalî dibînin.

Dema em, li miletê bûne dewlet dinêrin, dibînin ku hemiyan kar û xebat kirine da ku berê bibin dewlet. Dûre jî xelkê wan her yek fikra xwe an îdeolojiya xwe parastine. Biparêzin mafê wan e. Loma divê dewlet pir rengî be da ku bikaribe kesên xwe li gel hemî rengan, wan hembêz bike.

Dema ku em li tevgera Barzaniyan dinerin ji destpêkê heta niha em vî rengî û vê dewlemendiya ku dixwazin dewleteke kurdî ava bike, dibînin. Ji ber ku wan avakirina dewleteke kurdî ji xwe re kiribûn xalek ya vê rêbaza pîroz. Hebûna dewleta kurdî ya îro ku li başûrê Kurdistanê heye, ji ber vê tê.

Ji ber ku Barzaniyan baş dizanîbûn ku bê dewletî mirin e, jar û hustuxarî ye. Bê dewletî te li ser erda te ji bona dagirkeran dike kole û rêncber. Ji ber ku wan baş zanîbûn ku dema dewleta te tune be, tu ne xwedî tu maf û heqî ye. Ji ber vê bû ku Barzaniyan xala dewletbûnê li rêbaza pîroz zêde kirin. Zêdekirin da ku hemî tekoşîn û berxwedanên kurdan ji bona damezrandina dewleta wan be.

Loma Barzaniyan dizanîbûn ku miletê bê dewlet dê tu mafê wî li serda wî tune be. Hebûnên wan dê hemî ji dagirkeran re here. Bi gotineke din, kesên bê dewlet û bi taybetî kurd, heta nebin xwedî dewleta xwe, dê weke kurd nikaribin bijîn. Bi serde jî wê weke şoreşên li koçgirîyê, zîlan. Agirî, Dersimê û gelekên din dê têk here ku êdî kurd bi ser xwe de neyên. Dema dewleta te tune be, Enfalê bê serê te, bombeyên jehrê wê bi ser miletê de bibarînin, weke Helebçe…

Ji roja Barzaniyan dest avêtin tekoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê. Wan xala bê dewletî weke xaleke jiyana kurdan be, di rêbazê de bi cih kirin. Armanca wan ew bû ku hemî berxwedan û serî hildanên kurdan, bibin sedema rêvekirina ji bona avakirina dewleteke kurd û Kurdistanî.

Dema ku em îro bala xwe didin hin tevgerên kurdan ku ji xwe bêtir, di xizmeta dagirkerên xwe dene, dibînin. Dibînin ku wê jî li ser navê ol an îdeolojiyan dikin. Ji ber ku bê dewletî te dike xezmetkarê hinên din. 

Ji ber vê girîngiyê bû ku Barzaniyan ji bona dewleteke kurd û Kurdistanî ev sed salan ku tekoşîn didin. Bi saya wê tekoşînê em li başûrê kurdistanê bûne xwedî dewleta xwe. Loma bi hebûna wê dewletê reng û dengê miletê me yên li ser erda xwe dijîn jî hate guherandin. Yanî bûne weke xwe, Kurd û Kurdistanî.

Kar û xebat, serketin û pêşketin hemî ji bona xurtkirin û bi pêşvebirina dewleta kurdî tê kirin. Êdî kurd bi saya wê dewleta xwe bûye xwedî şexsiyet. Di şexsiyeta wê dewleta federe de, kurd bûne xwedî gelek xelat û diyariyên navneteweyî ku li ser navê Kurdistanê digirin. Ala xwe li ser dikên pêşbirkan bilind dikin.

Aha dewletbûn ev e. Dewlet te dike te, da ku tu jî xwedî li hêjayiyên xwe derkeve. Dewlet ji nûde jiyan û ruhê miletbûnê dide te da ku tu jî weke milet bijî.

Îro li başûrê kurdistanê dewleteke weke nîv dewleteke kurdan heye. Bi saya tekoşîn û berxwedana pêşmêrgeyên qehraman, rê û rêbaza Barzaniyê nemir, li başûrê kurdistanê dewletek bi dest kurdan ketiye. Ev dewleta nîv dewlet xwedîtiyê li hemî kurdan dike.

Li başûrê kurdistanê binerin, bê miletê kurd li vir çawa bi saya dewleta xwe ya bi xwîn û tekoşîneke dûr û dirêj hatiye damezrandinê, dijîn. Kurd çawa bi azadî û bi aramî têde kêf û şahî dikin. Binerin û bibînin li wir di bin siya ala kurdî, bi stran û jiyaneke xweş, vê rêbazê dayê kurdan.

Ji bona kurdên perçên din jî bi aramî, xweşî û bi şahî bêjin, divê vê rêbazê fêr bibin da ku bikaribin di tekoşîn û berxwedanên xwe de biserbikevin.

Îro vê rêbaza pîroz bi hêz û qaweta xwe ya heyî, hemî kurdan hembêz dike û xwedî li wan derdikeve. Li dîplomasiya ku niha ev rêbaz dimeşîne binerin û hûnê hemî rastiyan têde bibînin. Ji ber ku rêbaz hebûn û xwedî li xwe derketandin e…

Pustên heman beş