Em ne Kemalîstin!

Em ne Kemalîstin!

Dara Bilek

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji bilî kêmbûna hizrên netewî di nava Kurdan siyasî de, gelek babet di çerçoveya Kemalizmê de têne gotubêj kirin, heta radeyekî gelek ji siyasetmedarên ku, kaşo kurdeyatiyê dikin bi hemd yan jî bê hemdê xwe Kemalizmê dibarêzin û wan bîr û baweriyan wek pîvanekî bi navê demokratbûnê û pêşverutiyê dibînin.

Gelek siyasetmedarên Kurd pesnê Kemalizmê didin û bîr û baweriyên wî weke rêya azadiyekî dinirxînin. Ev yek di bingehê xwe de ji bandora çepên Tirk derdikeve holê. Çepên Tirk Kemalistin û vê yekê bi serbilindî diparêzin. Eger îro partiyek wek DEMê kesayetên wek Denîz Gezmîş û hevalên wî li bakurê Kurdistanê bi bîrbînin, ev ji bandora Kemalizmêye. Lê mixabin wek pîvaneke şoreşgeriyê tê nirxandin.

Hinek partiyên kaşo doza kurdeyatiyê dikin di serî de jî DEM, piranî nêzikî CHP û partiyên çepên Tirkin. Gelo ew tişta ku, wan nêzikî çepan û partiyên Kemalist dike çiye? Eger bersiva vê pirsê baş bê dayîn, herweha ji bo bersivek rasteqênî serê xwe bieşînin û lekolînekî bikin dixweyê ku, pîvana nêzikbûnê ne pirsa Kurd û berjewendiyên Kurdistanîne. Sedemên nêzikbûnê ji Kemalizmê pêvetir ne tişteke dine. Ji ber ku li Tirkiye gelemperî,nezinkbûna bîr û baweriyên welatên rojava,demokratbûn û pêşverûtî heta radeyekî hevdemî di Kemalizmê de tê qebûl kirin. Yanî li gora wan Kemalizm civatek modern diparêze û vê jî tercihê civatek oldar û ya orf û adetan di nava xwe de diparêze dikin. Bingeh ev e.

Wek Kurdekî dema mirov Kemalizmê binirxîne, dibîne ku potansiyela nijadperestiyê serdestê hemû gotar û mijarên din e. Taybetî dema  pirsa Kurd tê holê û bi awayekî behsa çareseriya pirsa Kurd tê kirin nijadperstiya Kemalizmê vekirî xûyadibe û serdestiyê li her ramanek din dike.

Li Tirkiye tevgera Çep di nava xwendevana de dema ji salên 60î ve zêde bû,bi temamî di çerçoveyeka çepitî û pêşverutiyê de dihat nirxandin,lê cardin baweriyeka nijadperestiya bi hêz di nava xwe de xwedî dikira. Dema behsa pirsa Kurd nehata kirin, ev aliyê nijadperstî naxweya û pêşverûtî û demokrasiya ku diparastan dihat dîtin. Lê her dema pirsa Kurd bihata behs kirin,aliyê wan ê nijdperestî derdikata pêş.

Di cîhanê û herêmê de pişgiriya hemî tevgerên azadixwaz dikiran, ji Amerikaya Latinî bigre heta Afrika û heta bighe Rojhilata Navîn, pişgiriya hemî Tevgerên Azadixwaz û serhildana miletên bindest dikira. Lê dema pirs dibûya Kurd,tevgera azadixwaza Kurd ji bo wan paşverubî li dij disekinîna. Bi vê zihniyetê dijitiya şoreşa Kurd li başûrê Kurdistanê dikiran û serokê Netewî Barzaniyê nemir bi paşverutiyê itham dikiran. Mixabin gelek tevgerên Kurdan jî di bin bandora wan de heman tişt dikira. Ev yek rastiya pêvajoyeka tevgera Kurd bi xwe bû jî.

Li Tirkiye Kemalizm bûye wek benîştekî di devê herkesî de, bes wesfê Kemalîzmê bide xwe pispêre wê îdeolojiya nijadperest wek din tiştekî din neke û ne hewceyê fikrandinê ye jî. Ji ber vê jî dema bê axavtinê hemî alîyên Tirk,kesayetên wan,siyasetmedar û rewşenbir piranî Kemalistin û bi vê yekê jî şanaziyê dikin. Ji ber vê jî di civatek wek ya Tirkan de ji ideolojiya nijadperestiyê serdeste û dewsa ku wekhevîyê û teybetî wekheviya hemwelatiyan biparêzin jî, pirsa ne qebûlkirina hev dertêxin pêş,her yek aliyekîye û gelek waran de cudahiyên wan bi tundî têne gotubêj kirin,heta hinek caran ev tundî digihê radeya şideta fizîkî. Lê dema pirs bibe kurd hemî bi hevre Kurdan ji derê çerçoveya xwe ya civakî dinirxînin. Kî zehftir bavêje kurda û li himber daxwaziyên Kurda bi tundtir bisekine, ew di nava civata Tirkan de ”niştimanperwerê herî mezin e”.

Ev e karaseta herî mezin a civaka Tirkiye.  Dema em dibêjin ew cumhuriyeta ku, îro bi hewarî Tirk behsê dikin û naxwazin hîmên wê qet bê guhertin, ew cumhuriyeta ku, li ser ideolojiya çêkirina neteweye Tirk û inkar û imha kurda hatiye avakirin e.

Baweriyek heye ku, dibêjin îdeolojiya Kemalizme di saxiya Mustafa Kemal de di salên 1930î de derdikeve holê û hewldide ku şeklekî xwe bihunîne. Di van salan de li gelek welatên cihanê rejimên yek partitîyê dihatin damezirandin. Li Îtalyayê Faşîzim,li Almanya Nasyonal sosyalizim li Rusyayê Komunizm roj bi roj geş dibiya. Vê yekê bandora xwe li gelek welatan dikira. Hinek lêkolinerên Tirk bi xwe jî dibêjin ku, Ataturk jî di bin bandora van welatan de hewl da ku ideolojiyeke xwe biafirîne û ev jî di hîmên Kemalizme de weşartiye. Di encam de Cumhuriyeta Tirkan jî îdeolojiya xwe afirand û ew heta wek îro berdewam e.

Eger em wek Kurd, bi navê pêşverûtiye,modernizme û demokrasiyê bikaribin ji bandora Kemalizma ku çepên Tirka li ser me ferz kirî derkevin,emê bi zelaltir bikaribin xwedî li bîr û baweriyên netewî yên ku miletê me berbi azadiyekî ve heta ber bi dewletbûnê ve bibe derkevin.

 Ji ber vê jî ew gotarên ku dibêjin ”Kemal Ataturk gelek tiştên mezin kirine û serokek gelek serkeftibî ” ne rastin û wek kurd ji dev van gotinan berdin û wî ji xwe re nekin model.

Ataturk çi kiribe ji bo Tirka kiriye û sedemê ku nijadperestiya di nava Tirkan de ye. Kemalizm ji bo Kurda inkar, imha û komkujiye.Bingehê nijadperetiya li himber Kurdaye.

Ji bo vê em ne Kemaliztin.

Pustên heman beş