Kurdistan Barzanî û rêbaz

Kurdistan Barzanî û rêbaz

Bûbê Eser

Her miletek, her qewmek û neteweyek xwedî erda xwe ye. Kesên ne li ser erda xwe dijîn ji wan re tê gotin, penaber an mahcir. Loma kurd jî tim ji bona li serda xwe bijîn û nebin mahcir tekoşîn dane, berxwe didin da ku welatê xwe ji bin nîrê dagirkeran azad bike. Ji ber vê ye ku dema Barzaniyan li gel, mezinên xwe yên olî, yên siyasî û yên çekdar dest avêtin tekoşînê, bîra wê hizrê kirin ku heger gelê Kurd nebe xwedî rêbazeke neteweyî dê nikaribe pêşkêşiya gelê xwe ya her çar perçeyan bike.

Ji ber vê bû ku wan danîna rêbazeke weha ji xwe re kirin armanc ku li gor wê tekoşîna gelê xwe li başûrê Kurdistanê destpê kirin. Wan xwest bi rêya rêbazê xwedî li perçên din jî derkev in. Ji ber ku Barzaniyan dizanibûn ku kurdistan yek e, lê dijminan ji bona berjewendiyên xwe ew kirine çar perçe.

Aha ev zanîn ji wan re bû xeta neteweyî ku li gor vê rêbaz xemilandin. Em kurd îro bi wê hebûna ku bi saya vê rêbaza pîroz bi dest ketiye, şad û bextewar in. Ew rêbaz jî bi hemî hêz û qaweta xwe hewl dide ku xwedîtiye li gelê xwe yê ev sed salin ku bê xwedî maye, li wan xwedîtiyê bike kar û xebat kirine û dike.

Ji ber wan û van kirinên xwe ye ku rêbaz bûye Kurdistan. Lewra kurdan jî baş fêm kirin ku bê rêbaz azadiya welatan zehmet e. Vê baweriyê kir ku îro em li başûrê welatê xwe azad in.

Vê azadiya heyî bi kar û xebatên xwe, bi hebûn û tekoşîna xwe şevreşa perçên din jî rohnî dike da ku rojekê bi saya wê ronahiyê ew jî rêya azadiya xwe bibînin.

Heger em vegerên û bêjin gelo rêbaz çawa û çima Kurdistanî ye?

Rêbazê piştî azadiya başûrê Kurdistanê hêdî hêdî û bi gavên asasî xwestin ku cihê nigê xwe saxlem bikin da ku dijmin wan bi temamî tune neke.

Loma berê li ser vî asasî karê xwe meşandin. Ji otoniyê derbasî Federalîzmê bû. Piştî demeke din ku bawerî anîn êdî cihê nigê wan saxlem in. Hêdî hêdî û bi gavên asasî dest avêtin alîkarî û piştgiriya perçên din.

Helbet heta ku tu ne deweleteke serbixwe be, tê nikaribe weke tu dixwazî bi alîkariya birayên xwe ve rabe. Lê Barzaniyan li benda serxwebûnê jî ranewestiyan û tiştên dikarîbûn bikirana ji bona perçên din kirin. Ji ber ku rêbaz Kurdistanî ye û divê yên bi rêbazê bawer, bê şert û merc bi alîkariya brayê xwe ve rabe.

Lê li gor qanûna navneteweyî fedaralîzm nikare bi serê xwe her daxwazên xwe yên ji bona biryarên ji derve pêk bînin. Helbet di nav xwe de dê bikaribe vê bike. Lê ji bona alîkarî û piştgiriya brayên xwe yên perçên din bike nikare ji ber ku li gor qanûna asasî ji bona karê ji derve girêdayî dewleta Federa ango Iraqê ne.

Lê di vê rewşê de dîsa jî rêbazê di gelek wan û di pir aliyan de bi alîkariya brayên xwe yên perçeyên din ve rabû ye û radibe.

Pêk anîna konferansên rewşenbîrî bi cîhanê dide zanîn ku bê hêz û qaweta nivîskarên kurd çiqas e. Berhemên nivîskarên xwe pêşkêşî cîhanê dike da ku cîhan jî bizanibin bê hêza pênûsa nivîskarên kurd çiqas xurt e.

Semîner û panelan pêk tîne da ku di wan de li ser rewşa Kurdistanê ya herçar perçeyan munaqeşe û gengeşe têne kirin ku rêya azadî û demokrasiya wan jî bê dîtin.

Pêşengehên cil û bergan, ya folkorê amade dikin da ku miletê cîhanê bizanibin ku bê dagirkeran çawa ew ji kurdan dizîne û kirine malê xwe.

Bi van xebatên demokratîk rêbaz dizê mala xwe, çanda xwe, mûzûka xwe bi cîhanê dide diyarkirin. Ji ber vê ye ku dagirkerên me naxwazin û heta ji wan bê dê nexwazin ku kurdistan azad bibe.

Çi dema kurdistan azad û serbixwe bibe wê çand û kultura dagirkeran ya ku ji kurdan dizîne û kirine  xwe nemîne. Ji ber ku piraniya çanda wan malê diziyê ye. Dizên çanda kurdan e.

Niha karê rêbaza bi xebatên xwe yên demokratîk ew e ku tiştên ji kurdan hatine dizîn li wan bê vegerandin. Xebat û berxwedanên niya yên rêbazê li ser vî asasî tê meşandin…

Pustên heman beş