Kobanê Hêcet bû!

Kobanê Hêcet bû!

Gelek cara derbarê siyasetê de û hinek bûyerên civakî de rûdanên hene ku, mirov behsê nake. Behsnekirin ne ku ji xemsariyekî ye, belkî jî li gora qonaxa ku tê jiyandin helwestek e. Gelek cara di civata me de bêdengî bi xwe jî wek helwestekî tê nirxandin.

Pirs û bûyerên di derbarê Kobanê de rû dayîn jî, ji bûyereke bi vî awayî ye. Rastî helwesta PKKê û nirxandin û şiroveyên PKKê û alîgirên wan bûn sedemek ku, Kobanê ji rastiya ku hatî jiyandin dûr xistin û cardin ji xwere kirin armancek a propagandeyê.

Herkesek dizane ku, di azadkirina Kobanê de rolê pêşmergeyên Kurdistanê gelek bû. Herweha ev yek heviya ji bo destpêkirinekî nûjen hevkariya navbera rêxistinan de jî xort kir. Heta radeyekî rêdana Tirkiye ji bo derbasbûna Pêşmergeyên Kurdistanê û li bakur pêşwaziya xelkê bakurê Kurdistanê ya Pêşmergeyan bûyerek erênî û dîrokî bû.

Lê PKK ji vê aweya pêşwazîkirinê tirsiya û dest propaganedeyên derew kirin.

Li bakurê Kurdistanê, kaşo ji bo Kobanê berpirsên PKKê banga xwepêşandana kirin, di heman demî de HDPê jî banga xwepêşandana kir û 6-8 Cotmeha 2014ê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê alîgirên PKKê di heman demî de endamên HDPê daketin kolana. Ya hatî kirin ne xwepêşandanên normal bûn, di xwepêşendaran êrîşê gelek cihan kirin, dibistan, nexweşxane , kitabxane û gelek dikan û cihên karê xelkê şewitandin. Mesele ne mesela Kobanê bû, Kobanê tenê kirin hêcet.

Roja 6ê Cotmehê endamê konseya rêvebira PKKê Murat karayilan daxûyaniyek da ajansa PKKê ANFê û got: Dema serokê PYDê Salih Muslum serdana Enqere kirî, Tirkiye soza vekirina koridorekî ji bo Kobanê dabû lê ev soza xwe bi cih neanî.

Di encama xwepaşandanên 6-8ê Cotmehê de, 35 kesî jiyana xwe ji dest da, 435 sivîl û 326 polis birîndarbûn. Bi sedan cih û avahî hatin şewitandin. Ji bo van kiryaran gelek endamên HDPê hatin binçavkirin .

Her bi vê mebestê jî hevserokên HDPê hatin girtin û darizandin.

Dadgehê di derbarê girtiyan de piştî 10 sala biryar da û di serî de Demirtaş û Yuksekdag bi sizayên giran hatin cezakirin. Demirtaş 42 û Yuksekdag 30 sal ceza wergirtin. Hinek kesayetên din jî hatin cezakirin û hinek jî, ji vê dozê hatin azadkirin. Heja rêya îtirazê ji bo dadgehên bilind hene û dikare encamên din jî derkevin holê.

Nirxandina vê bûyerê bi awayekê hesane, eger mirov rastiya rû dayî û encamên wê bêje. Lê mixabin propagandeya medya PKKê û çepên tirkan bandora xwe di vê derbarê de li hemû medya kurd jî kir.

Ev bûyer û biryara dadgehan siyasîye. Ev yek nayê minaqeşekirin. Lê gelo kî û çewe rê dan van bûyeran?  Ji bo çi nayê nirxandin?

Heta ku terora fikrî ya PKKê berdewam be ne Kurd dikarin dijminên xwe baş nasbikin û ne jî girêdana dezgehên dewleta kûr û PKKê dibînin.

Meseleyek heye ku dibêjin: Carekî hinek diz ketin mala Behlûl û mala wî valakirin û hemû tiştên wî dizîn. Roja din cîranê wî kom bûn ,hineka got tê çima derî asê nekirîbû, hineka got ma te kulek vekirî hiştîbûn?  axir heryekî tiştek got tawanê dizan jî bi awayekî kirin stûyê Behlûl de. Dawiyê de Behlûl got: Erê başe xeletiya min çûbûye, lê gelo qet sucê diza tuneye?

ROJEVAKURD

Pustên heman beş