PKKê Demîrtaş û Kobanî ji insafa dewletê re terikand

Selahattin-Demirtas

Doza Kobaniyê bi dawî bû û ji navdarê vê dozê ra ango Selahaddîn Demîrtaş re 42 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Rast e, rojeva sereke ya niha ev cezayê Demîrtaş e. Tevî hemû xeletiyên Demîrtaş û hemû rexneyên me jî, ev cezayê ku li Demîrtaş hatiye dayîn, cezayeke ku bi çi awayî nayê qebûlkirin. Divî ya Ddemîrtaş di nav jin û zarokên xwe de ba. Di şexsê Demîrtaş de çima dewletê ev yek kir, tê fêmkirin; Lê em baş dizanin ku di vê dozê de ji destpêkê ve ne tenê antî-Kurdbûna dewleta Tirk e. Siyaseta dewleta Tirk a înkar û tinekirina Kurdan weke çûkekî du bask e, li milekî saziyên dewleta Tirk ên înkarê û li aliyê din jî PKK-HDP ye. PKK-HDP bi qasî dewletê sûcdar e. Kurdên ku vê rastiyê nabînin, ev 40 sal in dirûşmên dewleta faşist di avêjin, lê her carê heman encamê dijîn.

Gotina “Em te nekin serok” ji ku derket?

Doza Kobanî ne tenê dozek bi bûyerên Kobanî ve girêdayî ye. dosyaya Kobanî Hevbendiyên herêmî, şerê klîkên nava Tirkiyê û hesapxastine kî ji 2004 heyanî 2015 yanî ev 11 salain didome. Bi nakokiyên di navbera hêzên derve yên weke Tirkiye, Îran, Emerîka û dewletên Ewropayê li ser Rojhilata Navîn dimeşin. Di nava dewleta Tirk de jî şerê di navbera baskên weke Ergenekoncî, Fethullahçî, Kemalîst, Komarî, artêş, polis û îstixbarat bê navber dom dike. Doza Kobanî beşek ji nakokiyên di navbera hêzan de ye ku piştî sala 2012 an derketiye lûtkeyê. PKKe dema ku qed ne hewce bû Kurd avêtin nava vî agirê pevçûnan de.

PKKê di sala 2004 an de muzakere û tifaqa ku bi AKP ê û Erdogan re dabû destpêkirin, di pêvajoya çareseriyê ya bi navê Hevdîtinên Îmraliyê de bi dawî kir. Bi lez û bez kefte nava eniya li dijî Erdogan. Her wiha ji aliyê leşkerî ve jî helwesteke alîgirê Îranê girt. Dest bi Xendek kolandinê kir. Cemîl Bayik ku tê zanîn Îranparêz e bû hevserokê KCK ê.

Demîrtaş bi dirûşma “Em ê te nekin serok” bû alîyek ji van nakokiyan. Kanalên televizyonê yên Aydin Dogan bi rêkûpêk danasîna bi Demîrtaş re dikirin û her roj wî derdixistin ser tv yê. Demirtaş ev hêz dît û fikirî ku dikare di siyasetê de jî bi pêş de biçe û zandên xwe badan.

Ma pêwîstiya Kurdan bi rikaberiya Erdogan hebû?

Ne hewce ye ku mirov nîqaşên weke ka Erdogan bi rastî dixwest pirsgirêka Kurd çareser bike an na, bike. Erdogan ji bo desthilatdariyê lîst û xwest di vê lîstikê de Kurdan li kêleka xwe bibîne. Tifaqên ku me behs kirin ne tenê Kurd ji Erdogan veqetandin, her wiha Kurd kirin dijminê Erdogan.

Bêwate bû ku Kurd bikevin nava nakokiyeke navxweyî ya dewleta Tirk de. Ev yek bi Kurdan ve girêdayî nebû. Hîn jî ev rikaberî bê wate ye. Ji ber ku hêzên hevalbendên PKKê di mijara pirsgirêka Kurd de ji Erdogan kembaxtir in û xwedî helwesteke paşverû û faşîsttir in.

Heya ku bûyerên di navbera 2004-2015 an de baş nehên zanîn kes nikara qala doza Kobanî, heq û edaletê bike. Doza Kobaniyê dozeke şêlû û aloz e. Li pişt perdê ye ku şerê Ergenekon, Kemalîst, Fethullahçî, Îran, Emerîka û hêzên din ên herêmî heye. Kurd û Demirtaş bûne mexdûrên vê pêşbirkê.

Ji ber ku Demirtaş ev pêşbirk dît, di hilbijartinên Stenbolê de navê hevjîna xwe Başak Demirtaş danî pêş û xwest pîçek nerbûnê di navbera xwe û Erdogan de çêbike. Lê PKKê destûr neda Başak Demîrtaş bibe namzet û dîsa piştgirî da CHPê. Ji ber ku rêveberên PKKê di bin baskên Îranê de li ser sînorê Silêmanî û Rojhilatê Kurdistanê dijîn. Danûstandin û îtîfaqên wan ên bi hikûmeta Erdogan re, dê bibe sedema derkirina wan ji herêma Silêmaniyê.

Ji bo nîşe, ew eşkere ye. Hemû bûyerên ji sala 2013 an û vir ve diqewimin, Xendek, wêrankirina bajarên Kurdan, girtin, Şerê Tunelan parçeyek ji van bûyerên tarî ne. Heta ku ev şebekeya tarî ya peywendiyan bidome û Kurd rê lê negirin, ev xeleka wê xerabtir bidome.

Demirtaş bi hevkarîya PKKê û dewleta Tirk hate cezakirin

Helbet şensê şexsan heye ku siyasetê biguherînin, lê Demirtaş nekarî vê yekê bike. Ji ber ku wî dixwest wê valatîya di navbera dewleta Tirk û PKKê de xwe cîbecî bike. Wî we difikirî ku hezkirina gel û karizmaya wî dê bikaribe vê sîstema dualî bin bixe.

Demirtaş wek kesekî ciwan û karîzmatîk ji aliyê Kurdan ve hat qebûlkirin. Digel ku aqilê wî ya entelektuelî bi tevayî ava nebûbû jî, ketibû ber hin daxwazên şexsî yê desthilatdarî. Her wiha li gel ne zelalbûna wî di xeta netewî de lê dîsa jî gelê Kurd pirr ji wî heskir û ew wek serok pejirand. Ji ber vê yekê hem dewleta Tirk û hem jî PKKê Demîrtaş ji xwe re xeternak dîtin. Ji ber ku ev siyaseta dewleta Tirk a du alî ya li ser Kurdan a ku em behs dikin, ji derveyî sîstema 40 sal in didome, çi guhertin û navanên nû qebûl nake. Dewleta Tirk ji sala 1980 î ​​û vir ve her kesê ku bikaribe pêşengiya Kurdan bike, bi rengekî ji holê rakirî ye.

PKKê ji dewleta Tirk bêhtir ew kesên ku dikarin serokatî bikin hem ji nava rêxistinê de hem jî din ava qada sîyaseta Kurdistanî de tasfiye kirin. Ocalan di sala 1999 an de li Îmraliyê ji efserê Tirk Hasan Atîlla Ugur re wiha gotibû: “Min li Sûriyeyê zilamekî ku hevrîkîya min bike min li dora xwe nehişt. Ji bo ku derveyî min nekaribin bi kesekî re pêwendîyan çêbikin. Sûriye li hember min mecbûr e ji ber ku nikare alternatîfekê li cihê min bibîne. Ya rast, ji ber ku min di wextê xwe de hemû alternatifên xwe bêbandor kirin.” Çetîn Göngör, Mehmet Şener, Haqî Qarer û bi dehan kesên din ji ber ku dikarin bibin alternatîf ji alîyê Ocalan ve hatin kuştin. Heta Leyla Zana jî bertekên Ocalan û PKKê kişandibû ser xwe, di siyaseta legal de heskirinek mezin din ava dilê gel de çêkiri bû loma jî rastî bertekên rêxistinê hat. Mînak Osman Baydemîr xwest hinekî serbixwe tevbigere demildest PKKê ew xist lîsteya reş. Ocalan ji Îmraliyê bi gotina “zarokên we bên kuştin” gef li Demîrtaş xwar. Di lîsteya navên ku ji teref ger em navê Demîrtaş jî di nava lîsta kesên ku PKKê tasfîyekîrî de daynîn wê ne xelet be.

Dema Demîrtaş hat girtin PKKe û sazîyên wê yên fermî li wî xwedî derneket, di girtîgehê de erka hevserokî ji wî hat standin û ew weke namzetê parlamenteriyê nehat destnîşan kirin. Di rastiyê de PKKê jî piştgirî da doza Kobanî. Li Ewropayê ji bo doza Kobanî yek çalaki jî nehat lidarxistin. Dikaribûn vê dozê bixin rojeva qada navneteweyî, lê nekirin. Yanî Demîrtaş avêtin ser însafa dewleta Tirk. Demirtaş û hezkiriyên wî bi tena sere xwe man.

Divê Kurd van rastiyan bibînin

Ger ew fedekarî, şehîd û hewldanên Kurdan ên ji sala 1999 an û vir ve li Bakurê Kurdistanê li ser armancekî rast bihata dayîn, niha Bakurê Kurdistanê di rewşeke pirr cuda da bûya. Divê Kurd vê rastiyê bibînin: Îdeolojiya Tirkbûnê ya ku PKKê ji sala 1999 an ve li ser Kurdan ferz kiriye, Kurd pêşve nebirin berovajî Kurd ber bi tarîtî ye ke kur ve birin.

Armanca PKKê ne çareserkirina pirsgirêka Kurd bû armanca wê dirêjkirina jiyana xwe a rêxistinî û bikaranîna pirsgirêka Kurd zemîna jiyanê ji xwe re bi dest bixe. Carnan bi nêzîkbûna dewleta Tirk û carna jî bi Îranê re sîstemeke qazancê ku ji her kesî sûd werdigire ava kiriye.

Sîstema di navbera PKKê û kolonyalîstan de hatî ava kirin heta niha 6 nifşên Kurdan ku Demîrtaş jî di nav de hêratî ye.

Ger Kurd vê pergala du baskî ya di navbera saziyên dewleta Tirk û PKKê de ji holê raneke, wê ev dorhêla xerab hê jî bidome.

Pustên heman beş