Perda cavên wan teqîyaye

Perda cavên wan teqîyaye Simko Ebdulezîz Kurdan gotinek heye pir balkêşe dema dibêjin, (perda cavên wî teqîyaye), ev gotin derbara wî kesî tê gotin ku reftar yan karekî dike ku dûr be ji tev reftar û tîtalên civakê, PKK’e û serokê wê jî bi vî awane, perda çavên wan teqîyaye, bîrdanka wan mîna bîrdanka masiyê ye, dema mirov dîroka wan û reftara wan lekolîn dike digehe wê baweriyê ku gotin û kiryarên wan ti caran wek yek nîne, belku rojane tên guhertin, ew mîna giyandarê bi navê bukalemun in ku rengê xwe li gor sruştê diguherînin, yek mirov yan jî grûpek mirovan xwe wek taktîk diguherin, lê PKK’ê piraniya caran stratejiya xwe guheriye, ev guherîna di stratejîya wan de jî îspat dike ku armancek şaş heye. Emê vegerin salên 70’an û pêş wê yekê ku PKK’e wek partiyek xwe biguherîne ka çi komkujî derheq partiyên mîna wan hizir nedikirin û senga xwe heyî, encamdane: 1- Grûpa Ocalan bera ku kongireya xwe saz bike û damezrandina xwe weke partî ragihîne êrîşî çendîn grûp û rêxistinên Kurdistana Bakur weke, grûpa “STÊRKA SOR” dike, di şerê li dijî Stêrka Sor de li roja 18/5/1977ê Heqî Qerar canê xwe ji dest da, di vê êrîşê de her yek Elaedîn Kaplan serokê Stêrka Sor û hejmarek din ji kdaroyên vê partiyê kuştin, kesên nêzî Ocalan bi xwe hin caran tekez kirîne ku Heqî Qerar bi biryara Ocalan û bi destên PKK’ê bi xwe hatiye kuştin, anku kuştina Heqî Qerar yekem biryara tasfiyekirina wan kesan bû yên ku mîna Ocalan nafikirin, tişta herî ecêb jî eve ku PKK’ê roja kuştina Heqî Qerar wek roja şehîdên PKK’ê ragihandiye. 2- Her di wê salê de grûpa Ocalan li dijî rêxistina Rizgariya gel H.K.H êrîş kir û piraniya endamên vê rêxistinê kuştin. 3- Her weha di dawiya sala 1978’an de PKK’ê êrîşî KUK’ê Tevgera Rizgariya Kurdistanê kir û hejmarek herî zêde ji kadroyên vê Tevgerê kuştin. 4- Di sala 1978’an de grûpek Markisî bi navê Tekoşîn li navçeya Entabê hat damezrandin, Ocalan daxwazê ji wan dike ku tevlî grûpa wî bibin, lê belê endamên vê rêxistinê razî nabin, di encam de grûpa Ocalan êrîşî wan dike û hemûyan dikujin. 5- Piştî bi dawî anîna van grûp û rêxistinan PKK’e li dijî eşîrên kurdan tevgeriya, ji boy vê yekê ku tirs û xufê di dilê gel de dirust bike fermana terorkirina Silêman Beg serokê Eşîra Silêmanan da, di roja run de PKK’ê Silêman beg li gundê Hîlwan teror kir. Her weha piştî PKK’ê yekem kongireya xwe di 27/11/1978 de encam dayî, di yekem pêngava xwe de biryar stend “Mihemed Celal Bucaq” serokê eşîreta Sîvrek bikuje û bi kuştina wî damezrandina xwe ragihîne. PKK’ê piştî cîbicîkirina vê biryara xwe, bi birîndarkirina Mihemed Celal Bucaq serokê Eşîra Sîvrek û kuştina hejmarek ji rêhevalên wî partî bûna xwe ragihand. Di 30/7/1979’an de PKK’ê bi awayekî fermî damezrandina xwe wek partiyeke siyasî ragihand, di beyannama îlankirina vê partiyê de bi bê şermane ev xale hatin diyar kirin ku bi ti awa ev rêxistinên siyasî yên kurdî nabe di qada siyasî de bimînin: 1- Partiya rizgariya Gelan 2- Rêxistina Kawe Çima min ev kurteya dîroka PKK’ê ya pêş damezrandina wê berçav kir? Bersiv di van xalên li xwarê de diyar dibe: 1- Bi kuştina welatparêzekî wek Mihemed Celal Bocaq PKK’ê damezrandina xwe ragihand, anku PKK’e ji boy nehiştina welatparêzan hatiye damezrandin. 2- PKK’ê roja koştina Heqî Qerar wek roja şehîdên xwe ragihandiye, yanî pêwîste bibêjîn ku PKK’e partiyeke netewî nîne ji ber ku Heqî Qerar yekem kurd nebûye belku laz bûye hatiye kuştin, Heqî Qerara kesekî netewî nebûye belku kesekî çep bûye. 3- PKK’e ji boy nehiştina partiyên dijberên dewleta Tirk hatiye damezrandin, ji ber ku Evdila bi xwe di pirtûka xwe ya bi navê"pirsa kesayetiyê li Kurdistanê" de dibêje,"min bawerî bi Kurd û Kurdistanê nîne, min bawerî bi sosyalîzma Kurdistanê heye."

Simko Ebdulezîz

Kurdan gotinek heye pir balkêşe dema dibêjin, (perda cavên wî teqîyaye), ev gotin derbara wî kesî tê gotin ku reftar yan karekî dike ku dûr be ji tev reftar û tîtalên civakê, PKK’e û serokê wê jî bi vî awane, perda çavên wan teqîyaye, bîrdanka wan mîna bîrdanka masiyê ye, dema mirov dîroka wan û reftara wan lekolîn dike digehe wê baweriyê ku gotin û kiryarên wan ti caran wek yek nîne, belku rojane tên guhertin, ew mîna giyandarê bi navê bukalemun in ku rengê xwe li gor sruştê diguherînin, yek mirov yan jî grûpek mirovan xwe wek taktîk diguherin, lê PKK’ê piraniya caran stratejiya xwe guheriye, ev guherîna di stratejîya wan de jî îspat dike ku armancek şaş heye.

Emê vegerin salên 70’an û pêş wê yekê ku PKK’e wek partiyek xwe biguherîne ka çi komkujî derheq partiyên mîna wan hizir nedikirin û senga xwe heyî, encamdane:

1-      Grûpa Ocalan bera ku kongireya xwe saz bike û damezrandina xwe weke partî ragihîne êrîşî çendîn grûp û rêxistinên Kurdistana Bakur weke, grûpa  “STÊRKA SOR” dike, di şerê li dijî Stêrka Sor de li roja 18/5/1977ê Heqî Qerar canê xwe ji dest da, di vê êrîşê de her yek Elaedîn Kaplan serokê Stêrka Sor û hejmarek din ji kdaroyên vê partiyê kuştin, kesên nêzî Ocalan bi xwe hin caran tekez kirîne ku Heqî Qerar bi biryara Ocalan û bi destên PKK’ê bi xwe hatiye kuştin, anku kuştina Heqî Qerar yekem biryara tasfiyekirina wan kesan bû yên ku mîna Ocalan nafikirin, tişta herî ecêb jî eve ku PKK’ê roja kuştina Heqî Qerar wek roja şehîdên PKK’ê ragihandiye.

2-        Her di wê salê de grûpa Ocalan li dijî rêxistina Rizgariya gel H.K.H êrîş kir û piraniya endamên vê rêxistinê kuştin.

3-      Her weha di dawiya sala 1978’an de PKK’ê êrîşî KUK’ê Tevgera Rizgariya Kurdistanê kir û hejmarek herî zêde ji kadroyên vê Tevgerê kuştin.

4-      Di sala 1978’an de grûpek Markisî bi navê Tekoşîn li navçeya Entabê hat damezrandin, Ocalan daxwazê ji wan dike ku tevlî grûpa wî bibin, lê belê endamên vê rêxistinê razî nabin, di encam de grûpa Ocalan êrîşî wan dike û hemûyan dikujin.

5- Piştî bi dawî anîna van grûp û rêxistinan PKK’e li dijî eşîrên kurdan tevgeriya, ji boy vê yekê ku tirs û xufê di dilê gel de dirust bike fermana terorkirina Silêman Beg serokê Eşîra Silêmanan da, di roja run de PKK’ê Silêman beg li gundê Hîlwan teror kir.

Her weha piştî PKK’ê yekem kongireya xwe di 27/11/1978 de encam dayî, di yekem pêngava xwe de biryar stend “Mihemed Celal Bucaq” serokê eşîreta Sîvrek bikuje û bi kuştina wî damezrandina xwe ragihîne. PKK’ê piştî cîbicîkirina vê biryara xwe, bi birîndarkirina Mihemed Celal Bucaq serokê Eşîra Sîvrek û kuştina hejmarek ji rêhevalên wî partî bûna xwe ragihand.

Di 30/7/1979’an de PKK’ê bi awayekî fermî damezrandina xwe wek partiyeke siyasî ragihand, di beyannama îlankirina vê partiyê de bi bê şermane ev xale hatin diyar kirin ku bi ti awa ev rêxistinên siyasî yên kurdî nabe di qada siyasî de bimînin:

1-      Partiya rizgariya Gelan

2-      Rêxistina Kawe

Çima min ev kurteya dîroka PKK’ê ya pêş damezrandina wê berçav kir? Bersiv di van xalên li xwarê de diyar dibe:

1-      Bi kuştina welatparêzekî wek Mihemed Celal Bocaq PKK’ê damezrandina xwe ragihand, anku PKK’e ji boy nehiştina welatparêzan hatiye damezrandin.

2-      PKK’ê roja koştina Heqî Qerar wek roja şehîdên xwe ragihandiye, yanî pêwîste bibêjîn ku PKK’e partiyeke netewî nîne ji ber ku Heqî Qerar yekem kurd nebûye belku laz bûye hatiye kuştin, Heqî Qerara kesekî netewî nebûye belku kesekî çep bûye.

3-      PKK’e ji boy nehiştina partiyên dijberên dewleta Tirk hatiye damezrandin, ji ber ku Evdila bi xwe di pirtûka xwe ya bi navê “pirsa kesayetiyê li Kurdistanê” de dibêje, “min bawerî bi Kurd û Kurdistanê nîne, min bawerî bi sosyalîzma Kurdistanê heye.”

Pustên heman beş