Yek Tebax û yek Gulan in, lê …..!

Yek Tebax û yek Gulan in, lê .....!

Simko Ebdulezîz

Dîsa dibêjim, hişa şaş dibe sedema peydabûna armanca şaş û armanca şaş dibe sedema peydabûna reftarîn şaş.

Paş çendîn şoreşên ku Barzaniyan li dijî dagirkerên Kurdistanê pêk anîn û bi qasî hejmara kevirên çiyayan cangorî pêşkêşî azadiya vî welatî kirîn, hizir di wê yekê de hat kirin partiyeke kurdî li ser hêmên netewî bê damezrandin ku tev tex û çînên civata Kurdistanê di nava xwe de hembêz bike, piştî gengeşe û guhdarîkirina hizrên cuda cuda biryar hat dayîn partiyek bi navê Partiya Demokrata Kurdistanê bê damezrandin, ev partî di roja 16 Tebaxa 1946’an bi serokatiya Barzaniyê nemir hat damezrandin.

Bi derbasbûna demê 16ê Tebaxê li her çar parçeyên Kurdistanê bû rojeke pîroz û cihê xwe di nava dilê tev Kurdistaniyan de kir, dema PDK’ê biryara şoreşa Îlonê li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeran û ji boy azadiya xaka Kurdistanê stendî û di 11 Îlonê çirîska vê şoreşê hilbûyî, Kurdistaniyên li her çar parçeyan tevlî vê şoreşê bûn û şoreş biserket, di encam de beyannama 11ê Adarê hate îmze kirin, bi îmzekirina vê rêkeftinê dema 4 salan kurdan hukim li xwe kir û bi awayekî xweser herêmên kurdî bi rêve birin, lê bi rêkeftineke navdewletî û bi beşdariya her çar dewletên (Îraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê) û piştgiriya welatên zilhêz yên cîhanê ev rêkeftin di roja 6 Adara 1975’an hat hilweşandin û kurd rastî karesateke mezin hatin.

Lê PDK’e rastî bê omêdiyê nehat, berevajî rasterast careke din di sala 1976’an de bi serpereştiya Idrîs û Mesûd Barzanî dest bi şoreşa Gulanê kir û di roja 26ê Gulana sala 1976’an de yekem pêşmerge bi navê “Seyd Ebdulla Hac Omeranî” şehîd ket.

 Dibe kesek bipirse, gelo nivêser dixwaze çi bibêje?!

Armanca min bi vê nivîsê ne eve ku li ser van her du şoreşên mezin bisekinim û bi çend sernavan wan vebêjim, ji ber ku bi dehan pirtûk jî têrî nivîsandina li ser van du şoreşên mezin nakin.

Lê min dixwest li ser du rojên girîng ku ew jî 16ê Tebaxê û 26ê Gulanê ne serenca xwe berçav bikim.

Ev du roj di nava gelê kurd de bûne du rojên pîroz û pirr caran hevrikiya 21ê Newrozê dikir.

PKK’e û şexsê Evdila Ocalan pirr ji van du rojan hêrs dibûn, fikir di wê yekê de kir ku hin rojên din li cem kurdan pîroz bikin heya ku kurd van du rojan ji bîr bikin, ji ber ku wan baş fêm dikir ger ev du rojane li cem kurdan pirr pîrozin bin, ew wê nikarin îdolojiya xwe ya socialist li ser gelê kurd bisepînin, di encam de pirogramek danî û heya niha li ser wê pirograma xwe berdewam in, hin xalên vê pirograma wan jî ev bûn:

  • Hemû çapemeniya xwe seferber kir ku êrîşî ser PDK’ê û Barzaniyan bikin û bi rêya derewên jehrawî û bêexlaqiyan dîroka Barzaniyan reş bikin.

  • Rojek ji boy şehîdên xwe îlan kir, ev roj 18ê Gulanê bû heya ku bibe cêhgira 26ê Gulanê, çima her du roj di hema meh de û pirr nêzî hev in? Heya ku bi encamdayîna çalakiyan di 18 Gulanê de 26ê Gulanê di bîrdanka gelê kurd de nehêlin û îmha bikin.

  • PKK’ê her wiha 15ê Tebaxê weke roja ragihandina şerê çekdarê îlan kir, ev jî bi heman mebesta pêş niha heya ku bibe cêhgira 16ê Tebaxê bû, her wek çawa rejîma Bes a Îraqê hin partiyên kartonî bi navê Partiya Demokrata Kurdistanê damezrandîn û roja 16ê Tebaxê wek roja damezrandina wan jî diyar kirî.

Bi kurtasî, ji PKK’ê re dibêjim, tev gûz di giroverr in lê ne her tişê giroverr gûz e, loma jî 18ê Gulanê cîhê 26ê Gulanê nagire û 15ê Tebaxê jî cîhê 16 Tebaxê nagire.

Pustên heman beş