Bi kirasê kevin şoreşgerî nabe

Bi kirasê kevin şoreşgerî nabe

Nûrî Çelîk

Gelek caran meriv vê pirsê ji xwe dike. Gelo şoreşgerî çi ye, şoreşger kî ne, şoreşger çi dixwazin û di dema îro de divê şoreşger çawa bin.

Gava meriv şoreşgerên wê demê û yên vê demê tîne ber hev, meriv dibîne ku heman şoreşgerên  Kurd yên berî 40-50 salî îro di rewşek din de ne û ew fedakarî û bedelên ku wê demê didan, îro nikarin yan naxwazin bidin. Ew şoreşgerên ku hewl didan di civaka Kurd de guhertinan bikin û ji bo wan guhertinan gelek bedelên giran dan, îro nikarin heman helwestê deynin.

Şoreşgerî ne tenê xwestina şoreşê ye. Şoreşgerî xweguhertin e, xwe nûjenkirin e, rexnekirin û rexnelixwegirtin e, hez û hezkirin, rêz û rêzgirtin e. hem di warê hişmendî û îdeolojîk de, hem di warê hest û helwestê de xweguhertin e. Bi kurtî, şoreşgerî guhertin û nûjenkirina her tiştî ye. Kesên şoreşger berî her tiştî divê xwe biguherîne, berî guhertina civakê divê di mejî û bedena xwe de guhertinan çêke. Yan na, bi mejî û îdeolojîya berî 40-50 salî ne şoreşgerî dibe û ne jî şoreş pêk tê. Bi kum û kirasê berî 50 salî ne xizmet ji civaka Kurd re tê kirin, ne jî Kurdistan tê rizgarkirin. Şoreşgerên ku li gor şert û şirûtan, li gor pêvajoyê, li gor xwestek û daxwazên civaka xwe xwe nehûne û xwe nûjen neke, hem wek şexs, hem jî wek rêxistin yan partî wê li dora xwe bizîvire û biteqine.

Îro li Bakurê Kurdistanê hema bêjin temamê kadro û rêvebirên tevger û partîyên Kurdistanî şoreşgerên berî 40-50 salî ne. Bi mejîyê xwe, bi nerîn û îdeolojîya xwe, bi hest û helwesta xwe, xwe di şert û şirûtên berî 50 salî de dibînin, bi mejîyê berî 50 salî xebatê dikin û bi mejîyê berî 50 salî nêzîkî doza azadî û rizgarîya milletê Kurd dibin. Siyaseta îro li gor mejîyê berî 50 salî dimeşînin. Yanî, bi kirasê kevin siyasetê dikin û dixwazin wî kirasê kevin li civaka Kurd bikin. Ji ber ku mejî mejîyê berî 40-50 salî ye, kiras kirasê kevin û qetiyayî ye, nikarin xwe nûjen bikin û di kar û xebata xwe de diteqinin, kêm dibin û zêdetir nabin.

Di ser şoreşgerîya kevin re 40-50 sal derbas bûn. Dinya hat guhertin, kiras û mejîyê civaka Kurd hat guhertin, şert û şirûtên kar û xebatê hatin guhertin, û ya herî girîng jî hest û helwest, çand û ziman hatin guhertin. Ji bo em karibin dîsa xwe bi civaka xwe bidin qebûlkirin û piştgirîyê jê bistînin, divê em xwe bi heft qalib sabûn bişon, xwe ji guneh û kêmasîyên xwe dawşînin, kirasê kevin ji xwe bikin û kirasekî nû li xwe bikin. Divê em paşeroj û rabirdûya xwe di ber çav re debas bikin, kêmasî û xeletîyên xwe bibînin, ji ber êşandina civaka xwe rexne li xwe bigrin, lêborîna xwe bixwazin û bi mejîyekî nû, bi kadro û nifşekî nû, bi rê û rêbazek nû berê xwe bidin civaka xwe.  

Divê em ji bîr nekin ku erka pêşîn ya şoreşgeran qanihkirin û qezenckirina insên e. Divê bi jiyana xwe, bi fikir û hizra xwe, bi plan û projeyên xwe, bi hest û helwesta xwe, bi exlaq û samîmîyeta xwe xwe bi civakê bide qebûlkirin. Ev yek jî bi mejî û kirasekî nû dibe, bi siyaset û stratejîyek nû û bi ruhekî geş û Kurdayetî dibe.

Bi kurt û Kurmancî; dinya diguhere, şertên jiyanê diguherin, şertên kar û xebatê diguherin û pê ve girêdayî civaka me jî di bin bandora wan guhertinan de diguhere. Divê em ne bi şêwe û metodên kevnare, lê bi şêwe û derfetên nû, bi hişmendîyek nû, bi kirasekî nû derkevin qada tekoşînê.

Pustên heman beş