Di hilbijartinên Rojava de divê helwesta Kurdan çi be?

Election-Rojava-Kurdistan-PKK-KCK-INFO

Ji hilbijartinên 11ê Hezîranê yên li Rojava re çend roj mane. Lê belê guman, şik, ravekirin û nîqaşên di derbarê biryara hilbijartinê, armanc û şêwazê wê de berdewam dikin.

Herî dawî jî van nirxandinê Emerîka ku dibêje “Em bi guman in ku hilbijartin adil û şefaf bibin” nîqaşên heyî zêde kir. Li gorî rêvebirê Rojava Salih Muslim Emerîka tenê ji bo rêgirtina li Tirkiyeyê daxuyaniyeke dîplomatîk- siyasî da ye, lê bi dizî ve piştgirî dide hilbijartinê. Belê, dibe ku Tirkiye hilbijartinekê ji bo operasyoneke nû bike hincet û êrîşên xwe zêde bike. Lê daxuyaniya Emerîkayê nîşan dide ku kêşe û gumanên wan ne tenê li ser Tirkiyeyê ye. Emerîka eşkere dîyar dike ku hilbijartin ne bi lihevkirina civakî pêk dihên.

Girîng e Kurd guh bidin daxuyaniya Emerîka û helwesta Tirkiyê. Lê divê helwesta Kurdan a hilbijartinê ji daxuyaniyên van hêzan wêdetir û stratejîk be. Ji ber ku Kurd di mijara hilbijartinê de negihîştine lihevkirineke hevpar. Bi giştî tişta ku tê gotin ev e ku “Erê, xeletî hebin jî, îradeya Kurdan heye, divê ji bo berjewendiya Kurdan piştgirî were dan û li dora hilbijartinê bicivîn.” Ev rastîyekî asayî ye lê, mesele ji vê zêdetir e. Mesele ev e: “Gelo ev hilbijartin hilbijartina Kurdan bi xwe ye? Gelo wê tiştekî ji dest bi Kurdan ve bîne û dê Kurd mifadar bin? Gelo bi rastî jî hilbijartin li gorî prensîbên giştî-hevpar yên ku hemû Kurdên Rojava li ser yekgirtî ne?

Ji van hemû pirsan re tenê yek bersiv heye: Na Na.

Beriya her tiştî em bi israr ji vê parçê re dibêjin Rojava û weke axa Kurdistanê qebûl dikin. Lê Rêveberiya Xweser bi israr wê weke parçeyekî Kurdistanê nabîne û hemû sembolên Kurd-Kurdistanî bi temamî red dike. Ji bo vê jî hilbijartinên 11 ê Hezîranê ne hilbijartineke Kurd-Kurdistanî ye. Ji bo vê jî tenê ji ber ku em Kurd in em ne mecbûr in li dora wê hilbijartinê bibin yek. Hilbijartinekî ku îradeya Kurd têde serwer nebe bo çi piştgirî bê kirin.

Hilbijartineke ku ne bi mebestên Kurdewarî bê kirin, mirov nikare li bendê be ku berjewendiyên Kurdan biparêze. Ji ber vê yekê, ji bo her kesê ku rexneya me ya li ser pêvajoya hilbijartinê wekî “helwesta li dijî Kurdayetiyê” şîrove dike, yekane bersiv ev e: Hilbijartin ne hilbijartina Kurd û Kurdistanê ye.

Belgeya înkara Kurdan

Peymana Civakî, ne belgeyek we ye ku berjewendîyê Kurdan diparêze û ne pêdvîye ku Kurd li dora wê “belgeya înkara Kurdan” bicive

Meselekî din û ya ku berî her mijarê tê ev e: Her hilbijartin li ser bingehek prensîb û zagonan tê kirin. Belgeya Peymana Civakî ya ku ev hilbijartin li ser hatiye amadekirin, ne Kurdistanî ye û ne di encama lihevkirinekê cîvakî de hatiye nivîsandin. Belgeya ku PKKê bi gotinên ku anarşîstên Ewropî û çepgiran Tirk dilşad bike Kurd weke kêmnetew pênase dike. Loma jî ew Peymana Civakî, ne belgeyek we ye ku berjewendîyê Kurdan diparêze û ne pêdvîye ku Kurd li dora wê “belgeya înkara Kurdan” bicive. Ew belge tenê peymana pêkhateyên PKKê ye ku Evdila Ocalan weke rêber, PKKê weke pêşeng û mekanîzmaya rêxistinê weke sîtema îdarî qebûl dikin. Wê ne xelet be ku mirov vê Peymana Civakî ya Rojava di esasê xwe de weke belgeya necivakî û ferzkirina yekalî bi nav bike. Tê de peyva Kurdistanê nîne. Ev belge sedî 70 ji alîyê kadroyên PKKê û ji sedî 30 alîgirên PKKê di bin serokatiya Komîteya Hiqûqê ya PKKê de hatiye nivîsandin. Piştre jî, ji rêveberiya KCKê ya li Silêmaniyê re hate şandin û piştî hate pesend kirin bi rêya komîsyonek kilawat pêşkêşî gel hate kirin. Ango, hem cewher û hem jî şeklê wê ferzkirina îradeyê ya yekalî ye li ser civaka Rojava.

Çapemeniya PKKê bi weşandina sindoqên ku di bin wêneyê Evdila Ocalan de nîşan didin

Çapemeniya PKKê bi weşandina sindoqên ku di bin wêneyê Evdila Ocalan de nîşan didin, bi eşkereyî radigihînin ku hilbijartin ne hilbijartinên hemû pêkhateyên civakê ne yên partîya PKK-PYDê ne. Beşek pir kêm a ji Kurdên Rojava Ocalan weke serok qebûl dike. Yên ku Apo qebûl nekirin bi zanebûn ji Rojava hatin derxistin û dûrkirin. Yên ku li wir mane re jî kêşeyên aborî, ewleyî û sîyasî derdixin. Çima em bi rêka vê şanoya hilbijartinê Apo weke rêber, PKKê weke hêza pêşeng û ew sîstema ku li ser opozîsyona Rojava terorê dibarîne meşru bikin?

Hilbijartinên Rojava dişibe hilbijartinên KCKê. Di sala 2003 an de di dema avakirina KCKê de kesên sivîl ji bo kongreyê hatin wezîfedar kirin û serok û rêveberiyeke sivîl hate hilbijartin. PKKê li pişt perdê ev kesên hilbijatî weke xebatkarên rêxistinê dimeşandin. Piştre serkirdeyên PKKê pêwîstî bi îdareya pişt perdê nedît, kesên medenî hemû hatin derkirin û Cemîl bayik hate erkdar kirin. ango îaderya sivîl ya PKKê demek kurt de veguhezî dîktatorîya rêxistinî.

Çarenûsa pêkhateya li Rojava weke ya KCKê ye. di holê de sivîl û îradeya sivîl nîne. Rêvebirên sîvîl tenê weke Show room a sîyasî tên bikar anîn. Her tişt di destê kadroyên PKKê de ye.

Lê belê ENKSê di teşhir kirina vê sîstemê ya li Rojava û danîna alternatîveke li şûna wê de pirr lewaz maye. ENKSê ji bo rexnekirina Peymana Civakî, ku PKKe wek destûr pêşkêş dike, nivîsek guncaw û belgeyeke alternatîf pêşkêşî civakê nekir. Van helwestan hişt ku destê PKKê xurt bibe. “Biryara boykotkirina hilbijartinê” ya ENKSê biryarekî cih da ye.

Bila kes qusûrê nenêre, em ne mecburîn piştevanî ya hilbijartînekî ku PKKe lidardixe bikin. ji ber ku em ne bawerîn ku PKKe mafakî bîçûk jî bigehîne Kurdan. Mafê her kesî heye ku vê sîstema PKKê ya weke Partiya Baas e û bi şêwazê Koreya Bakur muxalîfan ji nav dibin protesto bikin.  PKKe bi şêwazê faşîzma Tirk û Îranê hemû opozîsyon terebere kir. loma jî ev sîstema zordar a PKKê qebûlnekirin mafê her Kurdekê ye.

Pustên heman beş