Di rêbazê de Îdrîs Barzanî!!!

Di rêbazê de Îdrîs Barzanî!!!

Bûbê Eser

Miletên dagirkirî weke kurd û neteweyên bindest, heger bixwazin xwe azad û bi pêşve bixin, divê ji bona xwe rê û rêbazekê amade bikin. Li gor wê jî hemî tekoşîn û berxwedanên xwe pêk bînin. Dema hate fêmkirin û zanîn ku bê rêbaz ango felsefe tu milet dê nikaribin xwe azad bikin. Barzaniyên di têgihiştina azadiya gelê xwe de bûn, ev yeka fêm kirin. Loma dest avêtin danîna rêbazekê da ku miletê kurd bikaribe xwe li gor xalên wê azad bike.

Barzaniyan fêm kiribûn ku bê rêbaz, zehmete kurd bighêje azadiya xwe. Ji ber vê wan jî ji bona kurdan rê û rêbazek ango felsefeyeke amade kirin ku hemî tekoşîna wan ya sed salan li gor vê hat û tê meşandin.

Heger em îro weke kurd xwediyê xwe û perçeyekî azad ya kurdistanê bin, ev jî bi saya vê rêbaza pîroz ku asasê wê ji Abdulselamê yekem hatibû danîn e. Abdulselamê dudan ew bi çend xalan dewlemend kir.

Şêx Mihemedê Barzanî ku di dema xwede wî jî sîstema axatiyê li başûrê kurdistanê li gor vê rêbaza pîroz rakir. Şêx Ehmed aqilmend û şêwirmendekî vê rêbazê bû. Barzaniyê mezin jî li gor xalên wê, dest bi şerê azadî û serxwebûna kurdistanê kir. Li gor bîr û ramanên serok Mesûd Barzanî jî başûrê Kurdistanê hate azad kirin.

Her çiqasî Barzaniyê mezin Kurdistana azad nedît jî, lê wî dizanibû ku ev tekoşîn û berxwedana rêbazê, wê rojekê Kurdistana azad û serbixwe bike qismetê Kurdan. Ji ber ku ev rêbaz, weke dibistanekê ye. Kesên jîr û zana li gor xalên di vê dibistanê dihatin û têne perwerde û amadekirin. Hemî tekoşîn û berxwedanên şagirtên vê rêbazê li gor xalên wê pêk dihatin û tên.

Di siyaseta neteweya gelê kurd de, hin şexsiyet hene ku bi rol û erkên xwe, mohra qehremaniyê, aşitî û yekitiyê li dîroka gelê kurd xistine. Ji wan nemiran yek jî Îdrîs Barzanî bû. Nemir Îdrîs Barzanî jî yek ji şagirtekî vê dibistanê û kesayetiyekî vê rêbaza pîroz bû.

Weke me berê jî anîbû zimanên ku her endam ango hîmên vê rêbazê li gor dem û zemanê têde jiyabûn, hin şoreş pêk anîbûn. Bi gotineke din, hemî rêber û qehremanên vê rêbazê, miheqeq şoreşek û guheradinên girîng di dema xwe de pêk anîbûn û tînin. Niha jî dixwazim vegerim li ser kesayetiyekî hêja, zana jîr û jêhatî, nemir Îdrîs Barzaniyê ku ew jî hîmekî giran ya vê rêbazê bû. Em bi hevre fêm bikin bê ka nemir ji bona azadiya kurdistanê çi kar û xebat kiri bû.

Nemir Îdrîs Barzanî di şer û tekoşîna azadiya Kurdistanê de roleke wî ya teybet hebû. Ew ne tenê şervan û di vî warî de leşekerî bû. Nemir bi helwest, kiryar û bûyerên xwe weke rêvebirekî vê rêbaza pîroz bû. Loma liv û tevgerên nemir li gor vê pêk dihatin. Di nava karên wî de xala yekem û girîng, li hevkirin û bi hevre karkirina partiyên Kurdistanî bû. Nemir li başûrê Kurdistanê di bin sîwaneke neteweyî de, hemî partiyên heyî bi cih kir. Ji ber ku di xalên vê rêbazê de xala li hevkirin û damezrandina eniyeke neteweyî hebû. Ev jî li ser destê nemir hate avakirin. Ango pêk hat.

Nemir Îdrîs Barzanî xwediyê xwe û çend taybetmendiyan bû ku bi kêm serok û rêvebirên Kurdistanê û cîhanî re jî hebûn an hene. Ji bona ku ew bikaribe hemî rêxistin û partiyên başûrê Kurdistanî li gor xalên rêbaza pîroz û di bin sîwaneke neteweyî de bike yek, gelek xebat, cahd û hewldan kir. Di vê helwesta xwe ya neteweyî de bi ser ket.

Ji ber yekîtî û bi hevre karkirina partiyên Kurdistanî gelekî zor û zehmet bû. Lê ne bê îmkan bû. Lewra nemir Îdrîs Barzanî jî li gor destûr û bernameye rêbazê dest avêt vî karî û bi ser jî xist..

 Nemir Îdrîs Barzanî ew zor û zehmetî bi ked û helwesta xwe, li gor rêbaza pîroz çi partiyên li başûrê Kurdistanê hebûn, bi xebatên dûr û dirêj, bi hilmfirehiyeke camêrane û bi helwesta xwe ya neteweyî, hewla damezrandina eniya neteweyî da. Nemir ew daxwaza gelê kurd ya bi salan pêk anî. Ango damezrandina Eniya Kurdistanî, hate bi cih kirin.

Helbet ev ne karekî hêsan bû ku kesek bikaribe partiyên Kurdistanî di bin konekî neteweyî de ji bona berjewendiya gelê xwe bighêjîne hev. Lê dema mirov bibe xwedî rêbaz ango felsefeyeke neteweyî hemî karên azadî û serxwebûna kurdistanê hêsan dibe.

Dema dagirkeran welatê me Kurdistana şêrîn perçe kirin û li hev parve kirin. Bi vê parvekirinê hewla ku kurd nebin yek û bi hevre kar nekin, mejiyê wan jî dagir kir. Helwestên wan î neteweyî bi rêya sîxur û zilamên xwe ji hev belav kir. Ev hê jî berdewam e. Lê ev tenha li başûrê kurdistanê bi saya vê rêbaza pîroz hatiye şkandinê.

Ji ber wê dagirkirinê bû ku yekîtiya gelê kurd pêk nedihat. Lê nemir Îdrîs Barzanî ev yeka baş dizanî bû û li gor wê helwest girt, kar û xebatên bê westan domand. Bi vê xebata xwe, nemir ji hemî partiyên Kurdistanî yên başûrê Kurdistanê eniyeke neteweyî pêk anî ku ev ne karekî hêsan bû, lê nemir pêk anî bû.

Bi saya damezrandina eniya neteweyî îro em weke kurd li başûrê Kurdistanê xwediyê xwe û welatekî azad in. Belê ev bi saya tekoşîna Barzaniyan ya sed salan û bi damezrandina Eniya neteweyî ya ku bi pêşengiya nemir Îdrîs Barzanî hatibû damezrandinê, pêk hat. Kurd li başûrê Kurdisanê bûne xwediyê perçak ji welatê xwe ê azad ku îro gavên berbi serxwebûnê diavêje.

Ji ber wê helwest, cahd, kiryar û pêkanîna eniya neteweyî bû ku kurdan navê nemir kirin Endezarê aşitî û yekîtiya gelê Kurd. Heger ne ji wê eniya Kurdistanî ba, dibû ku îro em ne xwediyê xwe û azadiya başûrê Kurdistanê bûna. Xwezî endezarekî weke nemir Îdrîs Barzanî li bakurê Kurdistanê jî peyda biba.

Di nav tevger û partiyan de peydekirina endezarên aşitî û yekîtiyê zor û zehmet e. Lê nemir weke şagirtekî dibistana vê rêbazê bû. Ji bona Kurdistaneke serbixwe, hemî berjewendiyên xwe yên sexsî û hizbî li alîkî danî. Tenê kar û xebata xwe ya talî ji bona damezrandina eniya neteweyî bir serî. Nemir li gor xalên rêbaza pîroz ku me berê behsa wan kirî bû, tevgeriya bû. Lewra nemir baş dizanîbû, heger yekitiya kurdan pêk neyê, azadî û serxwebûna welatê wan jî dê pêk neyê. Ji ber ku ev xalek sereke ya rêbazê bi xwe ye.

Nemir Îdrîs Barzanî bi pêkanîna damezrandina eniya Kurdistanî, xwe û helwesta xwe ya neteweyî li gor rêbazê pêk anî ku kurd li ser rûyê cîhanê bijîn. Kurdan jî ew weke endezarekî aşitî û yekitiya gelê kurd, di dilê xwe de bi cih kirin.

Pustên heman beş