Têbiniyên li ser dîroka şerê PKK’ê

Têbiniyên li ser dîroka şerê PKK’ê

Tekoşîna çekdarî ya ku di 15ê Tebaxa 1984’an de bi êrîşên Erûh-Şemzînanê destpê kir, 40 sal li pey xwe hişt. Bandora tundiya ku egerê xwiliqîna PKK’ê ye, li ser dîroka siyasî û têkiliyên civakî yên Kurd kirî, mijareke hêjayî lêkolînê ye. Bi teybetî, ji bo ku rewşa heyî ya PKK’ê were fêhmkirin, rast nirxandin û analîzkirina rastiya dijwarî-berxwedan-şer ku sedema hebûna PKK’ê ye, gelekî girîng e. Berî her tiştî PKK avabûn û pêşketina xwe ya rêxistinî deyndarê tundîyê ye. Lê belê, têgihiştina tundîyê ya ku PKK afirandiye jî veguheriye cinawirekî ku îro PKK’ê dixwe. Her çiqas ev wekî paradoksek balkêş xuya bike jî, amûrên ku PKK afirandiye îro bûne diyardeyên ku PKK tasfiye kirine. Fetîşîzma tundîyê ya di nava PKK’ê de yekane sedeme ku hemû derfetên çareseriya siyasî ji dest birevin. Li ser vê rastiyê eger em bi kurtî çend mijaran derbarê paşeroj, niha û pêşeroja şerê PKK’ê de binirxînin…

Pêngavên destpêkê yên PKK’ê

Stratejiya şer a PKK’ê weke sîtava şoreşên neteweyî-civakî yên serdema Şerê Sar dikare were pênasekirin. Di rastiyê de dema ku tevahiya plana rêxistinî ya PKK’ê, pêkhateya wê ya siyasî-îdeolojîk û leşkerî were lêkolînkirin, wê were dîtin ku mîna rêxistinên çep ên klasîk e. Bêyî ku pêvajoyên pêkhatina DNA ya rêxistinî ya PKK’ê rast were fêhmkirin, roja îroyîn jî rast nayê pêşbînîkirin. Ji ber vê yekê divê em şîfreyên (reqem sirî)qonaxa grûpê, pêvajoyên avakirina partiyê û çalakiya yekem a tundiyê ên PKK’ê deşîfre bikin. Pêngavên pêşî yên tevgerên siyasî û civakî pir girîng in. Pêngavên pêşîn ne tenê sembolîk in, di heman demê de ji bo armanc û hedefên wê tevgerê weke fîşeka îşaretê ye. Mînak PKK di çalakiya xwe ya ku ji bo ragihandina partiyê plankirî de dewleta kolonyalîst-dagirker hedef negirt, tovê xeta PKK’ê ya sîyasî-rêxistînî (Tirkbûnê) a îroyîn hêj wê deme hatibû çandin. Ev hilbijartinek pir hişmend e. Rastiya ku fîşeka yekemîn avêtina Kurdan an jî pêkhateya civakî ya Kurdan, nasnameya rêxistinî ya PKK’ê eşkere dike. Hedefa fîşeka ewil a PKK’ê helwesta siyasî û rêxistinî ya îro heyî bi kurtasî vedibêje. Armanc ne derxistina dewleta Tirk a kolonyalîst ji Kurdistanê ye, armanc rizgarkirina Kurdan ji pergala feodal e. Ji bo hînbûna peywir û armancên PKK’ê ev xaleke pir girîng e. PKK şûna ku dagirkerî-kolonyalîzma tirk wek dijmin bibine sîstema civaka Kurd ji xwe re weke dijmin pênase kir. 

PKK we dihesibîne ku rewşa neyînî ya li Kurdistanê ne ji ber kolonyalîstane, ji ber pêkhate û têkiliyên feodal ên civaka Kurd e. Ji ber vê yekê jî armanca PKK’ê ya yekemîn ewe ku bi tundî vê sîstema feodal tine bike. ji nav birina Sîstema kolonyalîst û dagirkeriya rasteqîn di nava hedefên PKK’ê yên pêşîkî de nîne.

Hewlên “medenîkirina” kurdan

Bi dîtina min ger darbeya 12 ê Îlonê nebûya, PKK’ê ti carî berê lûlîya çeka xwe nedida kolonyalîzma Tirk û tiştek bi navê pêngava 15 ê Tebaxê jî wê nebûya. Yanî PKK di bin pêşengiya fikrên kemalîst de, bi rizgarkirina kurdan ji destê derebegên feodal, ku Kurdan ”medenî” bike dikir armanc. PKK’e jî heman argumana (şaristaniyê) ku Mistafa Kemal ji bo dagirkirina Kurdistanê û tepeserkirina serhildanên kurdan bikar anî, di şopîne. PKK wê li ser navê çepê Kemalîst ê Tirk li Kurdistanê vî karî îcra bike. Pêkhatina sosyo-çandî ya Kurdan bû astenga herî mezin li ber berfirehbûna kemalîzmê. Bi israr serzenîşa Evdila Ocalan ku dibêje “me tu carî herifandina dewleta Tirk armanc nekir” ji bo vê yekê ye. Di vê wateyê de fîşeka yekem a PKK’ê (berda bû Kurdan) ji bo têza Komara Demokratîk a îro sînyala despêkê bû. PKK we dihesibîne ku demokratîzekirina rejîma kemalîst bi jinavbirina sîstema feodal a li Kurdistanê ve dê çêbibe. Sedemên netewî, etnîkî, çandî û olî yên ku Kurd ji sala 1920 heta 1938’an ber bi serhildanê ve birin, ji aliyê çepê Tirk û pêkhateya wê ya li Kurdistanê, ango PKK ve, weke sedemên ku rê li ber demokratîkirina rejîma kemalîst digirin, têne diyarkirin. Lê belê, ew serhildana Kurdan têkoşîna hebûna miletekî bû ku hewl dida ku xwe ji şûrê qirkirinê rizgarbike. Evdila Ocalan di parêznameya xwe de nêzîkatiya xwe ya li hemberî serhildanên Kurda wiha bi kurtasî tîne ziman: “Serhildan nêzîkatiya desthilatdarên Kurd e. Yê ku hem gelê Kurd û hem jî Kemalîzm anî vê rewşê, serhildanin. Mistefa Kemal da di sala 1919’an de hemû mafan bide kurdan. Got nehên leyîzê, nekevin xefika avakirina dewleta Kurdistanê. Hemû azadiyên Kurdan wê bên naskirin. Atatirk bi perspektîfeke stratejîk nêzikî kêşeyê di bû…” Rêxistineke ku nêrîna wê ya li ser Kemalîzmê ev be, gelo wê bikare bibe xwedî armanca tunekirina Kemalîzmê?

Gelo bi stratejîya Şoreşa Çînê li Kurdistanê şerê neteweyî wê bihê kirin?

Heger têkiliya armanc û amrazên PKK’ê rast were analîzkirin, nasnameya wê ya rêxistinî jî dê rast were fêmkirin. Ji bo vê yekê PKK’ê di salên 1978-79’an de li Sêweregê û Hîlwanê dest bi têkoşîna xwe ya çekdarî ya yekemîn a rêxistinî kir. Piştî pratîka çekdarî ya Hîlwan-Sêweregê ya demkurt serneketî, ji aliyê rêxistinî ve ket nava kaosekî rêxistinî de.  Li Lubnanê beriya darbeya 12 ê Îlonê yekemîn xebatên perwerdehiyê bi armanca destwerdana li pratîka neserkeftî ya li Siwêregê pêk hat. Ya rastî Kemal Pîr û grûpa wî piştî perwerdeyê ji bo mudaxeleyeke wê tên wezîfedarkirin. Lê belê pêvajo weke ku hatibû plankirin nemeşiya û darbeya 12 ê Îlonê pêk hat. Xebatkarên bingehîn ên rêxistinê yek bi yek tên girtin. Yên ku ji destgirtinê xilas bûn xwe vekişandin qada Lubnanê. Di vê demê de kirîza rêxistinî hîn kûrtir dibe. Şikestina psîkolojîk a ji ber darbeyê pêk hatiye, jihevketina rêxistinê jî lez dike. Lê belê kadroyên bingehîn ên îdarî yên di zindanê de bi berxwedana xwe vê pêvajoya parçebûnê rawestînin. PKK’ê di yekemîn Konferansa xwe ya sala 1981’an de biryara şerê gerîla girt. Li ser çawaniya girtina vê biryarê ti ezmûn û pratîka wê tune bû. Dîroka têkoşînê ya tevgerên çep ên şoreşger ji bo mijarên stratejî û taktîkî bi giranî tê lêkolîn kirin. Lê belê PKK’ê li ser tevna civakî û çandî, nirxên bawerî, pêkhateya erdnîgarî û taybetiyên civaka Kurdistanê pêwîstî bi lêkolînan ne dît. Yêkser biryara stratejî û taktîkên şoreşgerî yên welatên wek Çîn, Vîetnam û hwd li Kurdistanê bên bicihanîn hat girtin. Ev stratejiya şer a ku li ser utopyaya şoreşgerî û jiberkirina çepgir ava bûye, li gorî pêkhateya sosyolojîk a gelê Kurd nebû. Stratejiya şerê gel ê sê qonaxan a şoreşa welatê çînê hewl da ku li Kurdistanê jî bikeve pratîkê. Ev stratejiya şer a sê qonax, ku li gorî taybetmendîyên, civakî, aborî û rastiya erdnîgariya çînê hatibû amadekirin, li Kurdistanê şensê serkeftinê tunebû. Ji ber ku civaka Kurd di her warî de ji Çînê gelekî cuda bû. Lê nebûna nasnameya siyasî,neteweyî, nezanîna dîroka Kurdistanê û  nirxên civakî yên Kurd, nehişt ku PKK stratejiyeke şerê gerîla yê li goreyî Kurdistanê bike.

Stratejiyeke têkoşînê ya ku ne li gorî rastîya civaka Kurd

Têkoşîna rizgariya neteweyî bi stratejiyeke îthal hewldaneke pûç bû. Di vê çerçoveyê de ji ber ku PKK’ê nekarî civaka Kurd rast teşhîs bike, nekarî rêyên têkoşînê yên guncav jî pêş bixe. Heger PKK hebûna dehan hezar sala ya civaka Kurd bi hûrgilî bikola, belkî ne hewce bû ku stratejiyên şer ji Çîn û Vîetnamê teqlît bikira. Şêwazê pêkhatina civaka Kurd jî berhemê stratejiyeke xweparastin û hebûnê ye. Çêbûna eşîrên Kurdan û belavbûna wê ya erdnîgarî di encama refleksa jiyanê ye. Şêwaza jiyana civaka Kurd û xweparastin di esasê xwe de gerîlatî ye. Divê hewce nebe ku vê yekê ji Amerîkaya Latîn û Asya başûr hîn bibin. Yanî gelê Kurd hebûna xwe deyndarê vê jiyan û berxwedanê ye. Ev cure rêxistinbûna şer û refleksa hebûnê ya bêhempa ye.

PKK’ê xezîneya dîrokî ya Kurdan înkar kir

Dema ku dîroka artêşên ku li ser Kurdistanê sefer kirî ber çavan were girtin, wê were dîtin ku ev şêwaza berxwedanê ya Kurdan çiqasî bi bandor bûye. Gotina “Sefer li ser Kurdistanê dibe lê zafer nabe” li ser ruh û şêwaza berxwedanê ya kurdan hat gotin. Lê mixabin PKK’ê ev xezîneya dîrokî ya gelê Kurd înkar kir. Hemû têkoşînên beriya xwe paşguh kir û dîrok ji xwe dest pê kir. Heger tenê serhildanên netewî yên gelê kurd ên sedsalên 19 û 20an baş bihatana lêkolînkirin û encamên wan rast bihatana nirxandin, wê stratejiyek hîn xwerû û berhemdartir bihata diyarkirin. Mînak ger Koçgirî, Şeyh Saît, Sason û bi taybetî serhildana Agiriyê ji dil û rast bihata lêkolînkirin û analîzkirin, dibe ku qedera îro pêk nehata. Ger PKK serhildanên Kurdan bi perspektîfa Kemalîst negirta, wê di têgihîştina çanda berxwedanê ya di serhildanan de, taktîkên şer û bi taybetî jî rastiya dijmin de bibûya xwedî xezîneyek mezin. Lê nîyet çi be qismet jî dê ew be.

Bi dîtina min her diyardeya ku bi têgeha Tirk tê pênasekirin dijminatiya kurdan e. Tirk nijadek dijminê Kurdan e, bi rast, çep, dîndar, ateîst, bi kurtasî bi her tiştê xwe ve dijmin e. Sira rastiya PKK’ê ji vê xalê de derdikeve holê. Yanî PKK’ê ji bo “şoreşa sosyalîst a Tirk” Kurd û Kurdistanê wek axekî beyar dît. Ji bo vê jî PKK’ê xwest gelê Kurd weke amrazekî vê armancê bi kar bîne. Pirsgirêka millî-neteweyî ya Kurdan xiste nava çerxa tevgera çînayetî ya Tirkiyê de. Vê nêzîkatiya xapandin û îstîsmarê mohra xwe li hemû pratîka PKK’ê xist.

Xapandina Kemalîzmê bi rîya çepê tirkan berdewam dike

Di vê çerçoveyê de şêwazê destgirtî û nêzîkbûna Kurdan ya PKK’ê û nêzîkatîya  împaratoriya Osmanî û domandina wê ya kemalizmê wekî hev e. Osmaniyan bi xapandina “biratiya ummetê” li Çanakkaleyê xala lawaz a Kurdan bawermendîya îmanê îstismar kirin. Mistefa Kemal jî heman hîle bikar anî û di navbera salên 1919-1923’an de bi gotina “dewleta hevpar a Kurd-Tirk” dewleta neteweya Tirk a unîter bi harîkarîya Kurdan ava kir.  Vê carê jî bi alîkariya PKK’ê, bi xapînoka ”Internasyonalîzm, Komara Demokratîk” heman lîstikê li hember kurdan dileyizin. Di binyatê xwe de armanca “biratiya ummetê” ya Kurdan a li Çanakkale û Sakaryayê û armanca “Komara Demokratîk” a PKK’ê xizmeta heman tiştê dike, ango armanca tirkbûnê. Dema em li armanc û amrazên siyasî yên PKK’ê dinêrin, mirov dikare vê rastiyê pir zelal bibîne.

Piştî vê kevana dîrokî em vegerin ser mijara xwe; PKK li ser stratejiya şerê gel ê sê qonaxan-dem dirêj biryar da ku vegere çiyayên Kurdistanê.

Pustên heman beş