Têbiniyên li ser dîroka şerê PKK’ê

Têbiniyên li ser dîroka şerê PKK’ê

Beşa duyem: Belavoka 15ê Tebaxê kê çapkir?

Yekemîn komên çekdar ên PKK’ê di sala 1982 derbasî başûrê welêt bûn. Lêbelê, gelek pirsgirêk li benda van grûpên propagandaya çekdarî bûn. Ger em van li ser esasê sernavên sereke lêkolîn bikin.

Yên ji bo rizgarkirina kurdan hatine, kurdî nizanî bûn

Beriya her tiştî PKK’ê lêkolîna civakî-siyasî, leşkerî û erdnîgarî ya herêmê baş nekiribû. Ji ber vê yekê komên pêşî ne tenê bi pirsgirêkên rêxistinî-leşkerî re rû bi rû man, di heman demê de bi rastîya civakî-çandî ya herêma Botan-Zagrosê re lihevnekirin. Di salên 1970 û 1980’an de profîla kadroyên rêxistinî yên PKK’ê ji profîla xelkê herêma ku ji bo şerê çekdarî dihat pêşbînîkirin (Botan-Zagros) cuda bû. Di pêkhateya xebatkarên rêxistinê de hêmanên herêmî tune bûn. Bi biryara şerê çekdarî PKK eleqeya xwe bi herêmên Colemêrg û Şirnexê re çêkir. Beriya her tiştî, van grûpên propagandaya çekdarî ên pêşî bi zimanê gelê herêmê nediaxivîn. Çiyayên Kurdistanê bi saya Apocîyan cara ewil bi zimanê Tirkî re rû bi rû dihat. Yên ku ji bo rizgarkirina kurdan hatîn herêmê, mixabin kurdî nedizanîn. Vê yeke di nav gelê herêmê de gumanên cidî liser Apocîyan çêkir. Di wan sala de li Colemêrgê Zimanê Tirkî bi zimanê dijmin dihat dîtin û nasîn. Gelo ma dibe ku ev kesên hatî herêmê dijmin bin? Ger ne dijmin bin, çima bi zimanê dijmin diaxivin? Helbet peyva “biratîya gelan” wê demê li Colemêrg û Şirnexê nehatibû bihîstin. Tirkî weke dijminê Kurdan dihat naskirin û hîskirin. û ev feraset pîvana xwedîderketina li neteweya Kurd bû. Fîlozof Adorno dibêje, “Zimanê zikmakî welatê mirov e.” Lê belê PKK’ê digot, bi axaftina Tirkî emê welat, ango Kurdistanê rizgar bikin. Faktora herî bingehîn a ku neteweyekê dike netewe ziman e. Ziman nasnameya axa ku netewe li ser şîn bûyî ye. Zimanê we çi be, nasnameya we jî ew e. Dema ku PKK hat Colemêrgê, li herêmê hejmara kesên ku bi Tirkî diaxivîn ji tiliyên destekî derbas nedibû. Dewleta Tirk di dîroka xwe de bi hemû amûrên xwe yên asîmîlasyonê nikarîbû Tirkî fêrî Colemêrgîyan bike. Lê PKK’ê bi têkoşîna xwe ya 40 salî ya “Kurdayetî”yê karîbû Tirkî hînî şivan û gavanên Colemêrgê jî bike. Dewleta tirk çi qas şanazîyê bi PKK’ê bike wê kêm be ji ber ku tovê Tirkkirina herêmê di saya PKK’ê de çêbû. Ocalan di paraznama xwe de wiha dibêje: “hemû Jiyana min bi Tirkî ye, dema ez li wir bûm (Şam) ji tu zimanî fêrî du peyv û hevok nebûm. Ji bo ku ez bi gel re li hev bikim piçekî kurdî dizanim, lê her tiştê ku ez dikim, fikra xwe û hemû xebatên xwe yên rêxistinî bi Tirkî dimeşînim. Ez dibêjim, “Min şivanên Colemêrgê jî hînî Tirkiya Stenbolê kir.” Wek ku ji vê tespîta Apo jî tê fêmkirin, PKK’ê hemû karên xwe bi Tirkî dikir. Her çend di nava PKK’ê de axaftina bi Tirkî di destpêkê de wek elimandinekî xwendekaran di hat dîtin, bi demê re diyar bû ku ev mîsyonerî ye bû dewleta tirk tê kirin.

PKK ne bizavekî netewî ye

PKK’ê çima ji bo xebatên xwe yên rêxistinî ên pêşî ev herêm hilnebijart. Ji ber ku PKK qadên xwe yên rêxistinî bi perspektîfeke çînayetî diyar dikir. Li bajarên ku çîna karker lê hebû, girîngî da rêxistinê. Vê perspektîfa çînî gund wekî “dînamîka şoreşê” nedidît. Dema em li pêkhateya sosyo-aborî ya erdnîgariya ku PKK’e tê de hatiye birêxistinkirin binêrin, wê were dîtin ku ew tevgereke çînî ye, ne tevgereke neteweyî ye. Belkî jî ji ber vê armancê û perspektîfa çînayetî ji gelê herêmê bi şik-guman nêzî PKK’ê bû. Lê belê bi derbeya 12 ê Îlonê re PKK’ê qadên xwe yên rêxistinî yên destpêkê winda kir û neçar man ku vekişîn herêmên çîyayî. Pêvajoya vekişîna xebatên perwerdeyê yên li Lubnanê ber bi çiyayan ve li ser xeta îdeolojîk a PKK’ê xeteriyeke cidî bû. Herêma Colemêrg-Botanê bi nasnameya xwe ya netewî û bi nirxên xwe yên çandî yên Kurdayetî dikare li ser xeta çep a PKK’ê serdest bibe. Ji ber ku gelê herêmê bi hemû nirxên kurdewariyê ya herî sirûştî dijiyan. Têgîn û nirxên çep di nava vî cewê neteweyî de îhtîmalê ji cewherê xwe yê îdeolojîk dûr biketa û ev xeterîyek mezine ji bo xeta çep a PKK. Diyalektîka qada pratîkî potansiyela guherînê di nava xwe de dihewîne. Wê serdemê qada welat û rastîya civaka herêmê PKK ber bi guherînekê ve kaşkir. Di navbera xeta partiyê ya PKK’ê û xeta leşkerî ya li qada pratîk de cudabûnek pêşdiket. Vê mutasyonê bandora xwe li ser xeta îdeolojîk û rêxistinî ya PKK’ê jî kir. Dema ku rêxistina leşkerî ya PKK’ê HRK-ARGK derbasî xeteke netewî bû, Partî li ser xeta xwe ya çepê ma. Yanî her ku PKK ber bi damarên sereke yên kurdewariyê ve diçe, taybetmendiyên xwe yên çînayetî ji winda dike. Bi taybetî her ku ber bi Botan-Zağrosê-Behdînan ve diçe PKK dikeve bin bandora fikra netewî.

Ocalan xeta Netewî wekî xeta çetetî nirxand

Çûyîna PKK’ê ya ber bi xeta netewî ve rewşeke derveyî îrada wê bû ku bi tevahî bi pêngava 15ê Tebaxê pêş ket. Ocalan ev xeta neteweyî ya ku pêşdikeve weke “çete-cehş” nirxand û ji bo xeta xwe ya rêbertiyê xeteriya herî mezin dît. Herêma ku ji bo destpêkirina şerê çekdarî esas hatiye girtin, ji aliyê civakî, çandî û erdnîgarî ve parçeyekî Başûrê Kurdistanê ye. Gelê herêmê bi beşdarbûna di têkoşîna neteweyî (bizava Barzanî) ya li Başûrê Kurdistanê de xwedî nasnameyeke siyasî bû. Têkiliyên eşîrî û xizmtiyê ku ji nêz ve bi hev ve girêdayî bûn. Nîvê eşîrên heyî yên li herêmê li Bakur û nîv jî li Başûr mane. Wek mînak: Zarza, Gerdî, Herkî, Doskî, Oremari, Pinyanişî, Nêrweyi, Rêkanî, Qeşuri, Jîrkî, Goyî, Botî û şaxên din ên Ertoşîyan li her du parçeyên Kurdistanê dijîn. Lê belê xelkê vê herêmê herî zêde rastî travmayên rojane yên peymana Lozanê hatin. Sînoran heta taxên hin gundan ji hev cuda kirin. Li gorî jargona dagirker û kolonyalîstan nîvê gund tirk û nîvê din jî ereb bûn. Peymana Lozanê zirara herî mezin a neteweyî, fîzîkî, derûnî, civakî û aborî li vê herêmê da. Vê rastiyê pêşeroj û çarenûsa xeşkê her du aliyên sînor hevpişk kir. Ji ber vê yekê xelkê herêmê beriya PKK’ê xwedî nasnameyeke siyasî bûn.

PKK bi mîrateya Barzanî li Botan û Hekkarî belav bû

Tevgera Barzanî nûnera siyasî, çandî û leşkerî ya vê erdnîgariyê bû. Vê tevgerê nirxên neteweyî û olî yên gelê herêmê temsîl dikir. PKK ji rastiya civakî-siyasî ya herêmê haydar bû. Dizane ku nikare zandûmilên xwe bihejîne û bigere. Diviyabû li gorî rastiya siyasî û civakî ya herêmê tevbigere. Teorîyên çep ên PKK’ê ji berkirî dibe ku bandorê li peravên Firatê hebe, lê bi qasî sere derzîyê jî li qeraxên Xabûr û Zapê bandora wê nebû. Ev 100 salin ev herêm bi çiya û kevirên xwe ve di nava têkoşîna azadîya Kurdistanê de bû û loma jî xwedî mîraseke dêrîn bû. Bi gotineke din, di warê siyasî de ne erdekî wisa kêrhatî bû. Heger PKK’ê li goreyî vê rastiya herêmê tevnegerîya ba, wê dawîya wan jî mîna sefera YNK’ê-1978 ya Hekkarî  bi dawî bûya. Ji ber ku li herêmê vê rastiyê dihesibîne, pêwîst bû ku PKK bi PDK ê re têkiliyên xwe pêş bixista. Ji ber du sedeman pêwendiya bi PDK’ê re pêwîst bû. Di serî de gelê herêmê ji aliyê siyasî ve xwedî nasnameya PDK’ê bû û bi awayekî aktîf tevlî têkoşînê tevgera Barzanî bi bû. Hewldana PKK’ê ya ku vê girseyê bi nasnameya siyasî ya xwe bide nasîn, wê bibe sedema bertekên cidî û wê nikaribe li herêmê xwe ragire. PKK jî bi vê hişmendiyê tevdigere û li ser heman bingehê li gorî desthilatdariya leşkerî û siyasî ya PDK’ê xebatên xwe dimeşîne. Duyem; PKK ji bo şerê çekdarî têra xwe perwerdehiya leşkerî nîne, jiyana çiyayî nas nake, prensîbên bingehîn ên şerê partîzanî nizane û hwd.

PKK ê pêngava xwe ya 15 ê Tebaxê ku dest bi şerê çekdarî kir, bi derfetên PDK’ê pêk anî.

Pêwîstiya PKK’ê bi ezmûna mezin a PDK’ê hebû. PDK’ê serwerîya wê herêmê dikir, baregehên leşkerî hebûn, perwerde û hemû kar û xebat li wir dimeşî. Hêzên Pêşmerge li her du aliyên sînor bi cih bibûn û xwedî serweriya erdnîgarî bûn. PKK bi palpiştîya vê hêza (PDK) hazir xebatên propagandaya çekdarî meşand. Li kampên pêşmergeyan bi cih bû, ji mitbexa wan xwe têr dikir, alavên wan ên leşkerî bikar dianî, bi kurtî, a, b, c ya yekem a gerîlatiyê ji PDK’ê fêr bû. Hemû xebatên amadekariya pêngava 15ê Tebaxa 1984’an bi van derfetên PDK’ê hatin meşandin. Em dikarin bi rihetî vê bibêjin; PKK, pêngava xwe ya 15ê Tebaxê deyndarê derfetên PDK’ê ye. Heger PDK’ê herêmên (Heftanîn-Zap-Miros-Lolan), di bin kontrola xwe de, perwerde û kampên bingehîn û îmkanên madî û manewî pêşkêşî kadroyên PKK nekiriba (ku wê demê hejmara PKK’ê tiliyên yek destî bûn) Pêngava 15ê Tebaxê ne dikaribû bihata kirin û ne jî da îro behsa gerîlayên PKK’ê bihata kirin. Heta daxuyaniya 15ê Tebaxê jî ji aliyê berpirsê ragihandinê yê PDK ê nemir Felekeddîn Kakeyî bi daktîloyê xwe nivîsandin û zêdekir. Heke ne palpiştîya PDK’ê ba di nava salekê de yekîneyên propagandayê yên çekdar ên PKK ê bi vê kûltura xwe ya xwendekarî wê tasfiye biban. Van kadroyên pêşeng zû pê hesiyan ku bi wan jiberên îdeolojîk ve ne dikarîn rojekê jî li çiyayên Kurdistanê ser linga bimana. Faktoreke din a girîng a ku PKK li herêma Botan-Zagrosê girtiye, peymana ‘eniya netewî’ ya ku bi PDK’ê re hatiye îmzekirin e.

Serdana Mehmet Qarasungûr a ji bo keşfê ya li Rojhilatê Kurdistanê di sala 1980 an de bingehê pêwendî yan li gel PDK’ê çêkir. Peymana eniya netewî ya PDK û PKK ê (1982-83) ku rê li ber hatina PKK’ê ji bo çîyayên Kurdsitanê vekir ev hewldan bûn. Ji nêz ve lêkolînkirina vê pêvajoyê ji aliyê perspektîfa dîrokî ve pir girîng e.

Pustên heman beş