Di ser komkujiya Amûdê ya duyemîn re 11 sal derbas bû ku 2 jê zarok 6 kes PYD ê qetil kiribûn

Di ser komkujiya Amûdê ya duyemîn re 11 sal derbas bû ku 2 jê zarok 6 kes PYD ê qetil kiribûn

Waşu Kanî paytexta dewleta Mîtanî ye ku di navbera Amûdê û Serêkaniyê de ye. Amûdê ku şopa vê dîroka dêrîn hildigire, du komkujiyên mezin lê rû da. Yekem; Di 13 ê Mijdara 1960 an de li bajarê Amûdê yê Rojava dema nêzî 500 zarokên dibistana seretayî li fîlm temaşe dikirin agir bi sînemayê xistin 283 zarokên kurd şewitîn.

Mixabin qetlîama Amûdê ya duyemîn bi destên kurdan hat kirin. Komkujiya Amûdê yek ji bûyerên ku kêm tê zanîn lê herî bi êş e di dîroka kurdan de. Ev bûyera ku li bajarê Amûdê yê Rojava di 27-28 Hezîranê de rû da, çekdarên PYD ê yên girêdayî PKK ê bi doçkayan êrişî xelkê kirin, erebe li ser cenazeyan re derbas kirin, gulle berdan ambûlansên ku birîndar tê de bûn û gef li bijîşkan xwarin. Ji bo birîndaran neyê dermankirin. îro li Rojava weke “sîstema azad û demokratîk” tê binavkirin lê rastîya vê sîstemê ev komkûjîye.

Komkujiya Amûdê di çarçoveya  erkdarkirna Pkk ê ji layê rejîma Sûrîyê “kuştina Kurdên muxalif” de hat kirin.

Bûyera Amûdê çîroka wê yekê ye ku PKK di dema bi navê Bihara Erebî ya piştî sala 2012 an de, şert û mercên “rêveberiya xweser” ku li ser tepsiyeke zêrî pêşkêşî kurdan kiribûn, bi peymana bi rejîma Esed re di bin garantoriya Îranê de hat kirin.  Belê, ya ku PKK jê re dibêje “şoreşa Rojava” pêvajoyek e ku ne tenê li Rojava, li çar parçeyên Kurdistanê jî nahêle Kurd ji şert û mercên xwuliqî mifadarbin.

Di sala 2011 an de dema ku rejîma Esad bi krîzeke mezin re rû bi rû ma, derfeta Kurdan hebû ku bi Esad re danûstandinan bikin û li ser parçeyê xaka bi navê Rojavayê Kurdistanê desthilatdariyê bikin. Ji bo vê yekê Kurdên Rojava bi gelek hêzan re danûstandin dikirin û li modêlekê digeriyan. Lê belê PKK ê li şûna sîstemeke ku maf dide Kurdan, ji bo îmtiyazên xwe yên rêxistinî bi hêza çekdar a rêxistinkirî re peyman çêkir. Komkujiya Amûdê parçeyek ji erka ku bi vê peymanê ji bo PKK ê  hatibû dayin pêkhat.

Gelê Amûdê li dijî rejîma Esad dest bi pêvajoya çalakiyên sivîl ên mezin kirin. Her roj xwepêşandan dihatin kirin û ji Kurdan dihat xwestin ku mafên xwe nas bikin. Rejîma Esed di destpêkê de hewl da ku bi hêzên xwe destwerdanê di vê pêvajoyê de bike, û dema ku nekarî control bike, vê carê erka şikandina “Serhiladana Amûdê” da PKK ê. Di esasê xwe de ne tenê li Amûdê, li hemû Rojava wazîfeya têkbirina xeta serxwebûnxaza dan PKK ê.

Hevserokê KCK ê yê wê demê Mûrat Qarayilan bû, lê Cemîl Bayik jî weke namzetê pêşerojê hatibû diyarkirin. Ji bo vê yekê her du ya bi rejîma Esed bi hev re “erkê bêdengkirina muxalifên Kurd” qebûl kirin. Wezîfeya pêkanîna vê erkê li qadê dan Bahoz Erdal, Mazlûm Ebdî û Aldar Xalil ku wê demê li Rojava kar dikirin.

Xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurd li Hewlêrê  û Xebatên Komkujiya Kurd a li Amûdê

Di sala 2013 an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ku ji bo hemû Kurdan bi bû hêviyek, dest pê kir. Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê, Rûsya-Ermenîstan û Ewropayê li Hewlêrê dest bi kongreya neteweyî kirin. Her kes bû mêvanê Serok Barzanî. Kadroyên PKK ê yên li Rojava Aldar Xalil, Îlham Ehmed (Ronahî Efrîn) û bi dehan kesên din bi wasayît û otêlên ku li Hewlerê ji wan re hatibûn veqetandin di şert û mercên herî baş de destûr dan ku dîplomasiyê bikin.

Dema ku Hewlerê hewl dida çar parçeyan bike yek, li Amûdê planeke jehrî dihat meşandin.

Bûyerên Amûdê di 17 ê Hezîranê de dest pê kir, dema ku hêzên PYD ê bi tundî 3 ciwanên Kurd revandin û avêtin zîndana Qamişlo. Sê ciwan pêşengiya serhildanên li dijî rejîma Esad dikirin. Piştre çend kesên din êsîr hatin girtin û ciwanên Kurd di 19 ê Hezîranê de bi daxwaza berdana hevalên xwe dest bi greva birçîbûnê kirin.

Tam di van şert û mercan de provokasyona PKK ê dest pê kir.

Duyemîn  Komkujiya Amûdê provokasyoneke Pkk ê ya bi xwîn e ku ji bo sabotekirina hewldanên yekîtiya neteweyî

PKK ê di sala 2013 an de ew xebatên yekîtiya neteweyî li ser hebûna xwe ya li Rojava weke xeterî dît. Ji ber ku bi Îran û Sûriyê re li ser navê wan ji bo kontrolkirina Rojava lihevkirinek çêkiri bû. Eger kongreya netewî pêk bihê, wê biba hêzeke netewî  û bi mûxalefeta Rojava re tevbigerin. Her wiha girseya PKK ê ya li Rojava nîvê girseya PDK-S ê bû. Pkk ê Yekitiya netewî di her warî de xeteriyek dît û red kir. Ji ber vê yekê li Rojava bi çalakiyên provokatîf gavên sabotekirina pêvajoya yekîtiya neteweyî avêt. Sedema sereke ya komkujîya Amûdê ya 27-28 Hezîranê jî ev e.

PKK ê ewil we da xûyakirin ku bi çalakgerên greva birçîbûnê re lihevkirinê dixwaze, soza berdana girtiyan da û çalakiya birçîbûnê bi dawî bû, lê tenê kesek hate berdan. Xelkê li ber ofîsa PYD ê ya Amûdê xwepêşandanek li dar xist û di heman şevê de hêzên PYD ê bi 400 kesî derdora xwepêşanderan dorpêç kirin.

PKK ê bi 400 kesî Amûdê dorpêç kir, 6 kes kuştin, 80 kes revandin û bi dehan kes jî giran birîndar kirin.

Bahoz Erdal, Aldar Xalil û Mazlûm Ebdî li pişt provokasyona Amûdê ya pkk ê bûn. Kadroyekî PKK ê yê bi navê Hamza Kor tayîn kirin û ev kes bi 400 kesî re li Amûdê bi çekên giran,doçka û BKC gule li gel reşandin. Di encama wê gulebaranê de zarokên 15 û 16 salî gule serê xwe xwarin û şehîd bûn. Hin ji birîndaran ji ber ku rewşa wan giran bû, xwestin ku bibin Kamişlo çekdarên PYD rê li wan qutkir û gulle li wan reşandin. Û her wiha Bijîşk tehdîd kirin ku birîndaran derman nekin.

80 kes ji aliyê hêzên çekdar ve bi rûyên maskekirî hatin revandin. Bi ser malên wan de girtin û hinek ji wan rastî îşkenceyê giran hatin û bi zorê belgeyên ku tê de behsa bazirganiya narkotîkê dikin bi wan dane îmze kirin.

Hin mal hatin şewitandin û dikanên kesên welatparêz hatin talankirin.

Di Komkujiya Amûdê ya PKK ê kirî de hejmara qurbanîyan dibe zêdetir bûya, lê gel ji bo hevgirtinê tedbîr girtin û birîndar di malên xwe de veşartin û dermankirin.

Belê, di Komkujiya Amûdê de 6 kes şehîd ketin, lê di asta kîn û nefreta gel de gava mirov binere, qetlîama Mereşê (1978) tine bîra mirovî. Li Mereşê faşîstên tirk mal bi mal li Kurdên Elewî digeriyan, li Amûdê jî PKK yiyên rûyê xwe maskekirî mal bi mal li Kurdên netewperest digeriyan. Loma jî bûyera Amûdê ne pevçûneke asayî ya kurdan e. Bûyera Amûdê di sedsala 21an de di dîroka kurdan de yek ji bûyerên herî xayîn û qelleş e. Bûyera Amûdê gava yekem e ku Rojavayê Kurdistanê wek Bakurê Sûriyê li ser gel dihat farzkirin.

Heke mirov bûyera Amûdê bi awayekî baş ji raya giştî ya Kurd re ragihîne wê rûyê rast ê siyaseta  PKK ê ya Rojava, Esadî-Îranî û Şîeyî aşkere bibe.

Pustên heman beş