Şewitandina bazarên Duhok û Hewlêrê ji aliyê PKKê ve, beşeke ji siyaseta dijminatiya li dijî gelê Kurdistanê û Hikûmeta Nehemîn

Bazar-Duhok-Erbil-Kirkuk-Krg-PKK-Iraq-Net

Hêzên Asayîşa Giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê du rojan berê di daxuyaniyeke fermî a hevbeş de ragihandin ku hêza li pişt agirpêxistina bazarên Hewlêr-Duhok û Kerkûkê PKKe ye. Li gorî daxuyaniyê, ev yekîne ji bo şewitandina borîyên petrolê, navendên firoşgehan û gelek cihên din hatine erkdarkirin. Di heman demê de bêyî ku şopek bihêlin, bi madeyên kîmyewî, pir profesyonelî agir pêdixistin. Mînak maddeyê davêjin cihekî û piştî çend saetan ji ber xwe ve agir pê dikeve. Helbet van kesan bi tena serê xwe nikarin vî madeyê şewitok bidest bixin. PKKê ev made û mekanîza daye van kesan û ew perwerde kirin e.

Li gorî PKKê ji bo bidestxistina armanca xwe hemî rê helal in

Ti aliyek vê bûyerê nikare ho ve wê ve bikşîne.  Nîqaşa gelo PKKê ev şewitandin kirin an ne gelek bê wateye. tewanbaran her cure agahî li xwe mikur hatin. Ti wateya ku dezgehê têkilîyên derve yê PKK-KCK derkeve û bêje ‘Me agir pê nexist’ nîne. Kes li bendê nîne ku PKKe derkeve û bêje ev tewan me kirî ye. Yên ku PKKê nas dikin, baş dizanin ku PKKe rêxistineke, wek metelokeke Kurdî “bi gur re dixwe û bi şivan re digirî”. PKKe bi xwe ev agir pêxistiye û dû re jî nûçeyên xemgînî bo dukandara ragihandîye.  Lê belê tu eleqeya PKKê bi dikandarên çavgirî, xemgîn û nan dibe mala xwe re tune ye. Li dîroka PKKê binêre, rêxistineke ku dikare damezrinêrên xwe, zarokên gel, gund û bajarên Kurdsitanê, her tiştî bo tevgera xwe feda bike. PKKe li hêsirê çavên kesê nanêre û ew bi çi nirx û pîverên ehlaqî ve girêdayî nine. Loma jî ji bo berjewendiyên xwe yên rêxistinî her tiştî dike qurban. PKKe vê carê beşek ji plangêrîya herêmî bû. Di vê komployê de ya ku dikete ser milên wê bê dudilê pêkanî. Şewitandina bazarên Başûrê Kurdistanê erka PKKê bû bi cih anînê de hemû rê bo PKKê mubahin.

Li dijî Hikûmet Nehem û serokwezîr Mesrûr Barzanî komplo hate çêkirin.

Bi beşdariya hêzên herêmî û hinek kesên navneteweyî plansaziyek wiha hate çêkirin: “di şexsê Hikûmeta Nehemîn de ji bo dîlgirtina serwerîya îdareya Hewlêrê pêlîtîkayên bêzarkirinê hatin meşandin. Roleka hikûmeta nehem wiha heye ; Piştî xiyaneta Kerkûkê di sala 2017an de, li dijî Herêma Kurdistanê bernameya dorpêçkirin û desteserkirinê hat li ser sepandin. Tam di heyameke wiha de hikûmetê berpirsyariya xwe girt ser xwe, hikûmet ava kir û dorpêça li ser Herêma Kurdistanê paşvexist. Helbet Hikûmeta Nehem û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev serkeftin bi rêbaza Barzanî û ezmûna siyasî ya PDKê ve pêk anî. Lê belê navê Mesrûr Barzanî hem weke hikûmet û hem jî weke kesayet bû hedefa siyaseta dij-Kurd û li dijî cenabê wî pêvajoyeke komployê hate destpêkirin.

Kêşeyên hilbijartinên Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federal a Iraqê, ev şewat beşek ji vê projeya hevdem in

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê karteke girîng bû ku gelek derdorên neyar dixwestin di vê komployê de wek argûman bi kar bînin. Û Dadgeha Federal a Iraqê jî çend biryar derxist ku fermîyeta Herêma Kurdistanê hilweşîne. Di heman serdemê de Hikûmeta Bexdayê rê li ber firotina petrola Kurdistanê digirt, rê li dahatên navxweyî digirt û pişka bûdceya Herêma Kurdistanê neşand. Çend sal meaş nedihatin dayîn. Rewşenbîrên Kurd nekarîn rave bikin ku ev pêvajo pêvajoyeke komployê ye. Di heman serdemê de lobiyên bi heman armanca li dijî tevgera Barzanî li Emerîkayê bi destê kujerên kirêgirtî yên weke Şînyar Enver û Mekî Amedî doz vekirin. Şewat tam di serdemeke wiha de pêk hatin û xwestin bi van şewatan lingê girseyî yê vê komployê pêk bînin.

Ger li cihekî li dijî hikûmetek an jî rêbazek siyasî komplo bê kirin, misoger wê girseya gel were manîpulekirin. Weke tê zanîn hikûmeta Mûsadeq a Îranê ku berjewendiyên gel radestî şîrketên petrolê nekir, ji ber ku gel jî, ji vê rewşê fêm nekir, neçar ma bi xwepêşandanên gel îstifa bike. Dibêjin di şibandinê de xeletî tune ye, di rastiyê de komplogêran di xwest li Kurdistanê jî nerazîbûna girseyî çêbike, mîna hikûmeta Mosadiq Hikûmeta Nehem hilweşîne. Ji bo nerazîbûna gel berz bikin hemû rê û rêbaz hatin ceribandin şewat jî beşek ji vê projeyê bû. Lê gelê Kurd Ji ber vê yekê şewat derket.

Tam dema ku tengasiyeke wisa ya aborî hebû, PKKê dest bi şewitandinê bazarên Kurdan kirin. Li hemberî gel şerekî psîkolojîk dihat meşandin, gel bi awayekî psîkolojîk weke ku her kêliyê her tiştî winda bike dihate meşandin. Bi rastî, bi zagona hilbijartinê ya ku Kurdan nasneke û bi psîkolojiya Kurdan manîpuledike, li gel Bexda xwest ku hikûmeteke wan dîyarkirî bibe desthilat. Rewş ew qas zelal e.

PKKe dixwaze tevahiya Kurdistanê bi şewitîne

Hin kes dipirsin gelo PKKe ev qas xirab e? Ev tê wê wateyê ku yên vê pirsê dikin, dîrok û kiryar û heqîqeta PKKê nizanin. Xwezî tenê armanca PKKê şewitandina bazarên Hewlêr û Duhokê bûya. Lê PKKe dixwaze tevahiya Herêma Kurdistanê bi şewitîne. PKKe ya ku dibêje Şengal ne Kurdistan e, helbet dê bazara Kurdistanê bişewitîne. PKKe ya ku li Amediyê Pêşmerge qetil kirî, helbet dê rihetî bazara Duhokê jî bişewitîne. PKKe ya ku dizanibû nikare Zap û Heftanîn biparêze, helbet wê firojgehan bişewitîne. Em xwe nexapînin. PKKe dixwaze ne tenê bazarê, tevahiya Kurdistanê jî bişewitîne. Ji bo vê jî Qarasû û Cemîl Bayik bi dengekî bilind li televîzyonê diqîrin û dibêjin, “Têkoşîna li dijî PDKê ne şerê navxweyî ye”.

PDK yî kî ye? PDK bizaveke siyasî ye ku hêmana sereke ya Kurdistanê damezrand û parêzvaniya Kurdistanê dike, lewma êrîşa li ser PDKê êrişa ser hemû Kurdistanê ye.

Armanca serke ya PKKê ew e ku seranserî Kurdistanê bike qada şer û bişewitîn e.

Pustên heman beş