Helwesta Hêzên Pêşmerge di pevçûnên Tirkiyê-PKK’ê de û bangewazîyên ku dibêjin bila Pêşmerge li gel Gerîla li dijî dewleta Tirk şer bike 

Helwesta Hêzên Pêşmerge di pevçûnên Tirkiyê-PKK ê de û bangawazîyên ku dibêjin bila Pêşmerge li gel Gerîla bergirîyê li dewleta Tirk bike  

Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn nemane, niha şerê PKK-TSK tenê li Başûrê Kurdistanê tê meşandin. Pevçûn aniha derbasî kêleka niştecihên sivîl bûne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gel û sîstem di her warî de tûşî vê nakokiya bêwate dibin. Di vê rewşê de, hin derdor bang li hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku rê li ber şer û pevçûnan bigirin an jî ligel gerîlayên PKK’ê li dijî leşkerên Tirkiyê şer bikin. Beşek ji van daxwazan ji aliyê PKK’ê ve hatine organîzekirin û tenê bi armanca provokasyona gel tên kirin . Hin ji wan bangên jî bi hestên welatparêziyê tên kirin.

Gelo ev daxwaz di cih da ne? bi rastî helwesta pêşmerge çî ye? Hêzên Pêşmerge dikarin çi bikin? Em ê bersiva van pirsan bigerîn.

Hêzên Pêşmerge li ku dera pevçûna de ne?

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 2019an ve ku operasyonên Hêzên artêşa Tirkiyê veguherî avakirina baregehên daîmî, dixwest rê li ber berfirehbûna operasyonê Tirkîyê bigire. Ji PKK’ê hat daxwaz kirin ku ji navçeyê derkevin ku ci hincet bo dagirkeriya dewleta Tirk nemîne lê PKK’ê ev daxwaz bi tundî red kir.

PKK’ê hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkarîya hêzên pasewanên sînor ên Iraqê ji bo pêşketina leşkerên Tirk asteng bikin weke êriş li ser xwe dît û rêyên wan mîn kirin.

Berê PKK ji bo pêşî li êrîşên hewayî bigire çeperên xwe yên li Mexmûrê ji artêşa Iraqê re û li Şengalê jî ji Heşdî Şeabî re hiştibûn. Li Behdînan PKK’ê qebûl nekir ku Pêşmerge bên girên stratejî bigirin û ala Kurdistanê daliqînin.

PKK 12 Pêşmerge şehîd kir, rêyên wan mîn kir û xwest Pêşmerge bi wan re bikeve nava şer. Li gel van hemû provokasyonan jî hêzên Pêşmerge ji şerê bi PKK’ê re xwe dûr girt. Her çiqas ev mafê Pêşmerge yê rewa û qanûnî bû jî, lê ji nakokiya bi PKK’ê re xwe dûr ket.

Di encamp de PKK’ê tercîh kir ku li şûna herêmê radestî pêşmergeyan bike, herêm ji Hêzên Çekdar ên Tirk re hêla. Ji aliyê din ve Pêşmerge ji ber sedemên ku em ê li jêr rave bikin, ji nakokiyên navbera PKK û Hêzên Tirkiyê dûr man. Hêzên Pêşmerge heta niha jî tenê di pozîsyona parastina sivîlan de ne û rê li ber belavbûna operasyonê bo deverên sivîlan digire.

Ma rast e ku Murad Qarayilan gotiye “Pêşmerge bila me asteng nekin”?

Fermandarê giştî yê HPG’ê û hemî hêzên leşkerî yên PKK’ê Murad Qarayilan di daxuyaniyekê de got: “Pêşmerge rê nade ku em êrîş bikin û artêşa Tirk têk bibin.” Di nav girseya PKK’ê de û bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê kesên ku bi vê axaftina (derew) bawer dikin hene.

Bi giştî PKK li Bakur jî têk çû, ku rûberê çîyayên wir hezar cara ji çiyayê Gare mezintir e û girseya wê jî 5 car ji ya Başûr zêdetir e.  PKK’ê ev têkçûna xwe ya Bakur gav bi gav anîn Başûr. Tu eleqeya PDK’ê bi têkçûna PKK’ê re nîne.

Bi taybetî kesên ku xwediyê hinek zanyariyên leşkerî, erdnîgarî û dîrokî ne, dizanin ku ev 30 sal in çiyayên Xaxurkê, Avaşîn, Zap û Heftanîn di destê PKK’ê de bûn. Lê PKK bi berxwedaneke rojek an du rojan şikest û teslîm bû. Ma Pêşmerge ji şikestina PKK’ê ya Bakur an jî ya Herêmên Parastina Medya berpirsyarin? Nê yek pêşmerge jî li van herêman ne bû. PKK li herêmên parastina Medyayê yên di bin kontrola xwe de şikestin xwar.

Niha jî dixwazin li dora gund, bajarok û taxên Başûr xwe bi cîh bikin. Yanî çavê PKK’ê li Hewlêr, Amêdiyê û Duhokê ye, ne li sînorê Bakur e.

Eger pêşî lê neyê girtin, PKK dixwaze were û bi artêşa Tirk re li dora gora Tehsîn Taha, li quntara navenda bajarê Amedê pevçûna bike. Pêşmerge rê li ber vê yekê digire. Dema vê yekê dike jî, hewl dide bi PKK’ê re ji nakokiyan dûr bikeve û nehê provokasyonan.

PKK di medya û erdnîgariyê de zemîna pevçûna bi Pêşmerge re amade dike. Ji aliyê din ve Pêşmerge ji vê rewşê dûr disekine. Qarayilan dixwaze têkçûna hêza ku hem li Bakur hem jî li Başûr fermandariya wê kiriye, bixe stûyê hêzên Pêşmerge.

Banga têkoşîna hevpar a li dijî dewleta Tirk çiqasî guncaw e?

Hin derdor bang dikin û dipirsin çima PDK li hemberî dewleta Tirk helwestê nîşan nade û bi gerîla re şerê leşkerî Tirk nake. Dema ku em hevsengiya herêmê û bi taybetî jî helwesta PKK’ê binirxînin, ti aliyek vê yê guncaw nîne.

Mijara analîzê ya berfirehtir heye ku tê de Îran û DYE di paşperdeya nakokîyên ku di navbera Hêzên çekdar ên Tirk û PKK’ê de xuya dikin de ne. Ji ber vê yekê em nikarin ne dewleta Tirk û ne jî lihevkirina ku di navbera PKK û çekdarên Tirk de tê dîtin, tenê bi hest û bertekan nîqaş bikin.

Em di nav kevanê de bibêjin; daxuyaniyên YNK’ê yên li hemberî van pevçûnên Behdînanê ku dibêje ‘Em li kêleka PKK’ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin’ ne li ser hestên welatparêziyê ne. YNK binve binve ji dewleta Tirk rica dike ku hevdîninê pêre bike. Aliyê herî girîng jî têkiliyên bi Heşda Şeibî û hêzên Îranê re ye. Ji aliyê din ve jî ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku di 20 ê Cotmehê de bên kirin xebateke propagandayê ye. YNK ji bo bidestxistina dengan dixwaze hinekê hestên kurdan bi perexîne. Lê weke beşek ji hêzên herî dij-kurd ên dewleta Iraqê li dijî Kurdistanê tevdigere û di heman demê de bi dewleta Tirk re jî li peywendiyan digere.

Çima PKK dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê nade sekinandin?

Helwesta PKK’ê ya li hemberî dewleta Tirk bi her awayî helwesteke sexte û durû ye. Li Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk helwesteke topyekûn negirt. parleman û şaredar bi dil û can çerxên pergala dewleta Tirk dizivirînin. Li Bakur yek guleyek jî nateqe, ne li çîya ne jî li bajaran.  PKK’e ya ku girseya xwe li dijî PDK’ê ber bi dergehê Xabûr ve anî, girseya xwe kom nake û ber bi balafirxaneya Amedê nameşîne ku her roj balafirên leşkerî li wir radibin û êrişî PKK’ê dikin. Bi kurtî PKK li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dewleta Tirk re ne têkoşîneke leşkerî û ne jî siyasî nake. Teslîmî dewleta Tirk bûye.

Çima PKK li Rojava li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer nake?

Her wiha PKK li Rojava bi dewleta Tirk re şer nake. Tirkiye careke din hêrs bû Hilbijartinên li Rojava ku diviyabû di 9 ê Hezîranê de bihatana kirin, beriya hefteyekê hat batelkirin. Heger PKK dixwaze bi dewleta Tirk re serhişkî bike, bila li dijî dewleta Tirk derkeve û li Rojava hilbijartinan pêk bîne.

Çend sed metir di navbera nuqteyên YPG’ê û nuqteyên leşkerî yên Tirkiyê de hene û PKK li wir êrîşî dewleta Tirk nake. Dibêjin li Rojava bi hezaran hêzên wan ên çekdar ên bi navê HSD û YPG hene, lewma divê êrîşî baregehên Tirkiyê yên li Rojava bikin û nehêlin Tirkiye hemû hêza xwe bîne ser Başûr.

PKK yek ji bertekan nake. Çima, ji ber ku yên ku piçekî ji siyasetê fam dikin dizanin ku ragihandina şer li dijî dewletê ne karê zarokan e. Îran û rejîma Esad êrîşî baregehên dewleta Tirk ên li Rojava nakin, hevsengiyên navneteweyî dişopînin û ji bo pêşî li pêşketina wê bigirin jî tiştek nekirin. Rûs jî rasterast bi Tirkiyê re nakevin şer. Dema ku rewş bi vî rengî ye, nerast e ku mirov çaverê bike ku Pêşmerge jî mîna Rambo çekan hilgire û bi rêyên leşkerî hewl bide dewleta Tirk re şer bide destpêkirin. Mirov dibêje çima dewleta Tirk bi rêyên leşkerî nayê rawestandin, şaş e. Kesên ku vê yekê dibêjin an pir hestiyar in an jî xwediyê niyeta xerab in.

Tevgera Barzanî bi Tirkiyeyê li dijî Tirkîyê xistina nava şer komplo ye li ser statuya hikûmeta Herêma Kurdistanê

PKK baş dizane ku eger bi Tirkiyê re şer bike dê Rojava bi dawî bibe. Her wiha diyar dibe ku çawa ji Efrîn û Serêkaniyê vekişiya. Niha hewldana kişandina PDK’ê bo şerê bi Tirkiyeyê re tenê beşeke ji komploya li dijî Herêma Kurdistanê, PDK’ê û tevgera Barzanî. Dixwazin hevsengiya ku Tevgera Barzanî bi diyalektîka “têkilî-nakokiyê” bi her kesî re pêwendîdare, têk bibin û qels bikin.

Dîroka têkoşînê ya sed salî, tevgera Barzanî kiriye hêzeke ku ji PDK’ê mezintir. Barzanî Berê binyatê yê Herêma Kurdistanê ye. Ger ev bihê rûxandin wê statuya kurdan jî ji holê rabe. Berî hev dana tevgera Barzanî ya bi Tirkiyeyê re komployek li dijî pêşeroja Başûrê Kurdistanê ye ku ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin.

PKK di sala 1990 î de ji aliyê dewleta Tirk ve di warê leşkerî de têk çû û di sala 1999an de bi çûna Ocalan a Tirkiyeyê re ev rêxistin bi tevahî hate desteserkirin. Piştî salên 2000 î Bakurê Kurdistanê di şexsê Ocalan de hat dejenerekirin. 2016 PKK dîsa di warê leşkerî de têk çû. Pevçûnên ku niha li ser xeta Amêdiyê-Dêrelok diqewime bo PKK’ê dirêjkirina temenê vê têkçûnê xwe ye.

Binêrin, heke ku em Ocalan û dîroka PKK’ê ya di bin patenta Mît ê de paşguh bikin jî, rewşa rast ev e: PKK têk çû û bi qedera Bakurê Kurdistanê re lîst. Bi gelemperî, li her derê, yên şikestî li pey yê şikandî dimeşin. Li aliyê din PKK bang li hemû Kurdan dike û dibêje, werin bi min re hûn jî şikestin bi xwûn. Cewherî baga PKK’ê ev e.

PKK şirîkê Heşda Şeibî ye ji bo lawazkirina PDK’ê

Ev polîtîkaya PKK’ê ku PDK’ê dikêşe di nava şerekî li gel Tirkîyê erkeka kirêgirtî ya ne. Ji aliyê din PKK dixwaze ku PDK bi şîeyan ango Heşdî Şeabî re bikeve nava nakokiyan.

Pêşmerge bi Hêzên Çekdar ên Tirkiyê re rasterast bikeve nava şer, tê wateya Heşdî Şeabî ku derbasî Hewlêrê bibe. Dema Heşdî şeabî bikeve Hewlêrê çi dibe? PKK hevkarê Heşda Şeibî ye. Helbet PKK weke ku li Şingalê dike wê çilûbergên Heşdî Şeabî li xwe bike û Hewlêrê ji xwe re bike navenda rêxistinî. Mîna li Şengalê dike. Helbet ev senaryoya herî xerab e, lê armanca wiha ji PKK’ê ne dûr e.

Hêzên Pêşmerge di dema dorpêça DAIŞ ê ya sala 2014 ê de bi hestên netewî tevdigeriyan û Serok Barzanî bi xwe hêza Pêşmerge şand û hemû hêza navdewletî ya tevgera Barzanî ber bi Kobanî ve rijand. Lê PKK hurmet neda vê xebata neteweyî. Niha çima tevgera PDK’ê dê dîsa heman tiştî bike?

Tevgera Barzanî qada sîyasetê rast dixwîne û bi Tirkiyeyê re nakeve nakokiyan. Ji bo Kurdan helwesta herî rast ev e. Ne hewce ye ku Başûr bi Tirkiyê re şer bike.

Di encamp de; Pêşmerge nikare li gorî ajendayên tarî yên PKK’ê tevbigere. Hêzên Pêşmerge piştgirî nadin PKK ya ku li Germiyan, Kerkûk û Bexdayê ji bo lawazkirina PDK’ê li Iraqê bi Heşda Şeibî re li hev kiriye û li Şingalê Heşda Şeibî jî diparêze.

Yên ku dibêjin bila pêşmerge li kêleka gerîla şer bikin, divê pêşî bang li PKK’ê bikin û bibêjin “ji cihên ku xetera dagirkirinê heye vekişin, bila pêşmerge werin van herêman û ala Kurdistanê daliqînin.” Bila PKK vekişe, wê demê tevgera Barzanî û îradeya siyasî ya li Başûr çareserîyê ji hemû kêşeyan re bibîne.

Ji bo wê yekê jî baştirîn helwêsta Hêzên Pêşmerge di şerê di navbera leşkerê Tirkiyê û PKK’ê de ew e ku bi her kesî re bêpevçûn parastina xelkê ye.

Pustên heman beş