Ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina terorê heta niha 150 hezar malbat hê jî nikarin vegerin malên xwe û hat diyarkirin ku di demên dawîn da sedema venegerîna wan ji ber dagirkeriya PKKê ya li Şengalê ye.
Endamê Komîsyona Koç û Koçberan ê Meclisa Iraqê Şerîf Silêman der barê mijarê da axivî û wiha got: “Biryara girtina kampên li Iraqê ya heta dawiya vê mehê heye, lê ez dibînim ku di nav şert û mercên niha da ev yek zehmet e û ne guncaw e. Ji bo ku koçber vegerin malên xwe şert û merc ne di cî da ne”.
Em dixwazin hemû xalên Peymana Şengalê werin sepandin
Şerîf got Peymana Şengalê ya ku PKKê ji herêmê derdixe bi cî nayê û wiha dewam kir: “Têkoşîna siyasî û rageşiya siyasî ya li Şengalê yek ji sedemên sereke ye ku koçber venegerin malên xwe. Divê hikûmet berpirsyariya xwe ya ji bo vegera koçberan bi cî bîne. Ji sedî 90ê van koçberan nikarin malên xwe bikar bînin. Ji bo ku ew vegerin malên xwe divê rewşa wan ya ewlehiyê bê başkirin û Peymana Şengalê ya ku hatiye jibîrkirin an jî piştguhkirin bikeve rewacê. Em dixwazin hemû xalên Peymana Şengalê werin sepandin ku koçber jî bikaribin vegerin malên xwe. Sedemeke ku koçber nikarin vegerin malên xwe yek jê jî hebûna hêzên çekdar ên PKKê ne”.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê Elî Ebbas jî bi bîr xist, di sala 2014an da ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina terorê nêzî 900 hezar malbat mecbûr man û malên xwe terikandin û diyar kir ku ev li herêmên Enbar, Selaheddîn, Diyala, Kerkûk û Mûsilê ne.
22 Hezar malbatên Şengalê di kampên Dihok û Hewlêrê de nikarin ji ber PKKê vegerin
Ebbas wiha dewam kir: 600 hezar malbat vegeriyan malên xwe. Vê gavê di navbera 120 û 150 hezar malbat jî di statuya koçberên navxweyî da ne.
Ji 175 kampên çadirê 153 hatin girtin. Vê gavê tenê 22 kampên çadirê hene. 16 jê li Duhokê û 6 li Hewlêrê ne. Jimara kesên ku di kampan da dimînin nêzî 27 hezar malbatî ne. 22 hezarê wan ji Şengalê ne.
Di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de da di 9ê Cotmeha 2020an da Peymana Şengalê hatibû îmzekirin. Li gor vê peymanê divê PKKe ji wê derê were derxistin.