Sharmîne Narwanî pênûsa lobiya Îranê li welatên Rojava û plansazîya êrîşa li ser Serok Barzanî

Sharmîne Narwanî pênûsa lobiya Îranê li welatên Rojava û plansazîya êrîşa li ser Serok Barzanî

Malpera nûçeyan a bi navê The Cradle di 25 ê Tîrmehê de gotarek belav kir û tê de serok Barzanî weke berpirsê komkujiya DAIŞê ya li Şingalê kirî, pênasekir. Di gotarê de rasterast Serok Barzanî hatiye hedefgirtin û tê gotin ku wî “ji bo avakirina dewleteke îslamî sûnî jenosîda êzîdiyan plan kiriye û bi pratîkî jî organîze kiriye.”

Fermana 73. ya Kurdên Êzidî encama ajandeya tarî ya dewletên kolonyalîst ên herêmê bû. Di serdema serokwezîrtiya rêberê Şîe yên radîkal Nûrî Malikî de, dewleta Iraqê bi hezaran leşker û çekên xwe di nava çend saetan de ji Mûsilê derxistin. Piştî Mûsilê, artêşa Iraqê ji gelek herêmên Sûnneyan vekişiya, DAIŞ ê şûna dewlet û artêşa Iraqê girt û ji nişka ve berê çekên xwe ji Bexdayê ber bi Kurdistanê ve zivirand. Bajarên Kurdistanê bi taybetî Kerkûk, Mexmûr û Şengal bi vekişîna artêşa Iraqê ji aliyê DAIŞ ê ve hatin dorpêçkirin.

Pêvajoya ku di 4 ê Tebaxê de li Şengalê dest pê kir, qetilkirina bi hezaran Kurdên Êzidî û revandina jin û mêran û koçberkirina bi hezaran ji wan, bi vê piratîka hikûmeta Şîe ya Iraqê pêk hat.

Gelê Kurdistanê û bi taybetî Kurdên Êzidî li hember DAIŞ ê bi tenê ma. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi derfetên xwe şerê DAIŞ ê kir. Zêdetirî 2000 pêşmerge şehîd bûn û 12 hezar pêşmerge jî birîndar bûn. Di warê aborî de ziyanên mezin li Kurdistanê ketin.

Di 1.emîn salvegera Komkujiya Şengalê de bi fermandariya Serok Barzanî “Operasyona Rizgarkirina Şengalê” hat plankirin. Digel ku rastiyên dîrokî ewqas zelal in, malpera the Cradle hewl da di salvegera 10.emîn a komkujiya Şengalê de têgîhanekî di raya giştî de pêk bîne, lê pişt vê operasyonê hinek hêzên din hene.

Qelemşûra operasyona têgehê ya Sharmîna Narwanî kî ye?

Edîtora malpera bi navê The Cradle jina bi navê Sharmine Narwanî ye. Kesek ku bi eslê xwe Lubnanî ye û hemwelatiya Kanada ye, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwendiye û niha li Lubnanê dimîne. Li pişt Narwanî ku wek pisporê Rojhilata Navîn tevlî hin dezgehên ragihandinê bûye, hêzên ku di warê aborî û siyasî de piştgiriya wî dikin hene.

Narwanî bi kesekî bi navê Elyas Şems ku bi eslê xwe ji Îranê ye re zewicî ye. Ev hevjîne ji sala 1998’an vir ve di warê têlekomînîkasyonê de xebatên aktîf dikin. Di sala 2000 de, wan malperek bi hêzek mezin a darayî ya bi navê Telezoo damezrand, û hîseyên wan di demek kin de nirxek mezin bi dest xistin. Elyas Şems di vê serdemê de bi navê “Împeratoriya Mezin a Îranê” hin lêkolîn di kirin.

Sharmine Narwani, NIAC û lobiya Îranê

Piştî salên 2000 an, ew hevjîn bi hev re ketin qada siyasî û di sala 2002’an de di avakirina lobiya Îranê de li Emerîkayê roleke aktîf girtin ser xwe. Wan di nava navên veşartî yên The National Iranian American Council (NIAC;- Encûmena Netewî a Îraniyên li Amerîkayê) cih girt.

Tevî ku di destpêkê de xuya dike ku NIAC li ser navê dijberên dijî rejîmê li Îranê kar dike, lê di demek kurt de derket holê ku ew ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye damezrandin, û Amerîka ji ber ku ev malper palpiştîya rejîmaÎranê dike li dijî NIAC doze vedike.

Piştre, mûxalîfên Îranî belge kirin ku NIAC ji aliyê Wezîrê berê yê Derve yê Îranê, Cewad Zerîf ve hatiye fînansekirin.

Muxalifên dijî rejîma Îranê di sala 2019an de li ber derîyê saziyan NIAC çalakiya protestoyê lidarxistin û gotin ku NIAC “beşek ji rejîma hov a Îranê ye.”  Dîsa di sala 2022an de mûxalîfên Îranî bi pankarta “NIAC ne dengê me ye” xwenîşandanek li Berlînê kirin. Bi taybetî di dema Serhildana Jîna Emînî de, NIAC piştgirî neda xwenîşandanên Jîna Emînî li Îranê û daxuyaniyên bi navê “bila desmal ji bo rûxandina rejîmê nayê bikaranîn” da.

Bihara Erebî û vegera pênûsa Şîe Narwanî bo Lubnanê

Şharmîna Narwanî ku heta sala 2014’an li Amerîkayê bi lobiya Îranê re xebitî, bi destpêkirina Bihara Erebî re serdanên xwe yên li Rojhilata Navîn, Iraq û Lubnanê zêde kirin. Demeke dirêj li Lubnanê ma. Nemaze piştî sala 2016an gelek hevpeyvîn bi Şîeyên Iraqê yên weke Mehdî mûhendiz û serkirdeyên Hizbullaha Lubnanê re kirin.

Narwanî di vê pêvajoyê de di hevpeyvînên xwe yên li gel televîzyonên Amerîkayê de peyamên bi sernavê “Îran stêrka geş a herêmê ye, lê nikare stratejiya xwe baş rave bike” belav dikir. Li ser mijarên sereke yên wekî: “Hûsî ku Îran piştgiriya wan dike hêzên rastîn ên Yemenê ne, rejîma Esed qetlîaman nake, Hizbullah dê paşeroja Lubnanê bi awayekî erênî pêş bixe” gelek gotar nivîsandin bi vî rengî dan û beşdarî bernameyên TV yan di bû.

Hinek grûpan di sala 2021an de PresTV ya alîgirê Îranê hack kirin, dosyayên ku Şhramîne Narwanî ji rejîma Îranê pere wergirtiye, eşkere kirin. Li gorî belgeyan, Narwanî di yek gavê de 240 hezar dolar wergirtiye. Hin derdorên li Emerîka yê îdîa dikin ku pereyê ku Narwanî wergirtiye ji vê zêdetir bûye.

Nûçeyên malperê The Cradle di serdema serhildanên Jina Aminî de

The Cradle di 2 ê Tebaxa 2021 ê de dest bi weşanê kir. Narwanî ku danasîna malperê nivîsand, îdia kir ku ewê li welatên Rojava bibin dengê welatên Rojhilat. Lê ev malper ji roja yekem ve piştevanê Îranê û projeya Heyva Şîe ye. The Cradle nûçeyek belav kir tê de got dewleta Îranê ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî ne sûçdar e.

The Cradle di nûçeya xwe de ajansa dewleta Îranê pak kir û mirina Jîna Emînî bi nûçeya “mirina ji nexweşiyê” û bi îdiaya ku Îsraîl li pişt xwenîşandanane, rave kir. ango alîgirîya dewleta Îranê kir.

Dijminatiya li hember serokên Sunni

Xwedîyê The Cradle Narwanî gelek nûçeyên xwe de serokên Sunni yan li Rojhilata navîn û taybet melikê Urdunê Huseyîn rûreş dike.

Narwanî dewletên Sunni yên li Rojhilata Navîn weke navendên paşverû û dive bên tunekirin nîşan dide. Dewleta Îsraîl jî dike hedef. Lê belê Îran di nivîsên wan de her tim weke “stêrkeke ronî” û hêza ku wê Rojhilata Navîn biguherîne, tê pênasekirin.

Manîpulasyona The Cradle li ser jenosîda Şengalê ji bo şikandina berxwedana Barzaniyan a li hemberî hegemonyaya Îranê ye

Di van demên dawî de, The Cradle nûçeyên taybet ên alîgirê Îranê çêdike, bi taybetî li ser projeya riya bazirganiyê li Rojhilata Navîn. Helbet beşeke vê jî Projeya Rêya Pêşketinê ya di navbera Iraq û Tirkiyê de ye. Her wiha li Şengalê zeviyên gazê yên girîng jî hene. Ji ber vê yekê Îran ji sala 2014an ve bi tundî xwest Şengalê radestî Heşdî Şeabî û PKK ê ku weke hêza xwe ya paramîlîter bi kar tine, bike.

Îranê di projeya xwe ya Heyva Şîe de ji Tehranê heta Iraq, Sûriye, Yemen û Filistînê ev hîlal temam kir. Yekane devera ku Îran nikare kontrol bike ew navçeyên ku heta niha li Herêma Kurdistanê di bin kontrola PDK ê de bûne. Ji ber vê sedemê êrîşên Îranê yên bi mûşekan ên li ser Hewlerê, berxwedana Tevgera Barzanî ya li hemberî hegemonyaya Îranê nîşan dide.

Tevgera Barzanî nahêle Kurd bikevin bi bin sîbera rejîma Îranê. Ji bo şikandina vê astengiyê Îran êrîşeke piralî li dijî tevgera Barzanî û hikûmeta Hewlêrê dike.

Dema mirov bi perspektîfa hemû agahiyan The Cradle binêre nivîsa Şengal û armançgirtina malperî ya li ser Serok Barzanî tê fêmkirin.

Çend hêzên alozîxwaz hebûn ku nivîsa The Cradle wergerandin û lezûbez weşandin. Ragihandina PKK’ê, ku li rojhilatê Kurdistanê gopalê Îranê ye ev nûçe weke analîzeke girîng tercûme kir û weşand. Hêzeke din jî “Ajansa Nûçeyên Rojhilat” servîsa weşanê ya bi zimanê Tirkî ya Îranê bû. Her du jî nûçe wekî analîzek girîng ji xandekarên xwe re ragihand.

Li pişt hêza paramîlîter a PKK’ê li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî di nava Êzidiyên Şengalê de xebatên wêrankarî dimeşînin ev hêzên tarî yên berjewendîperest hene. Mîna ku palpiştîya vî malperê bi nave The Cradle dikin. Ev layane ne hemû jî di xwazin tarîtiya li Rojhilata Navîn bidomînin. PKK jî bi heman awayî dixwaze kurdan û welatê wan Kurdistanê bixe nava planên tarî yên kolonyalîstan.

Pustên heman beş