Dema ku artêşa Iraqê bi hezaran hêzên xwe ji Mûsilê derket û dest ji hemû alavên xwe yên leşkerî berda, li Kurdistan û Iraqê demekî dest pê kir. Piştî wê heyamê, nêzîkî 2000 pêşmergeyên ku ji bo parastina Kurdistanê çûne çeperên xwe, şehîd bûn. 1000 pêşmerge birîndar bûn. Şengal di van pevçûnan de xwedî cihekî gelekî taybet bû.
Piştî Mûsilê, hêzên DAIŞê derbasî bajarokê Tel Aferê ku tirkmen lê dijîn, bûn û piştî ku gihîştin derdora Bexdayê, bi awayekî tarî berê xwe dan Kurdistanê. Şevê din bajarê Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate dorpêçkirin. Hêzên Pêşmerge ji bo rêgirtin li êrişa DAIŞê bo ser Kurdistanê ketin tevgerê. Ji bo şikandina dorpêça li ser Şengalê, hêzên pêşmergeyan xwestin rêya Zumarê vekin. Bi çeteyên DAIŞ’ê re şerên dijwar destpê kirin.
Yekemîn hêza ku ji bo şikandina dorpêça li ser Şengalê çalakî pêk anî Fermande Bijar Halîl Berwarî (Betkarî) bû.
Bijar Berwarî kî ye?
Bijar Berwarî, di sala 1969’an de li gundê Betkarê yê Berwarî Bala ji dayîk bûye, malbatek welatparêz bû. Malbata wî ji sala 1940’an ve di nava têkoşîna rizgariya netewî ya Barzanî de bû. Di temenekî ciwan de beşdarî komîteyên herêmî yên PDK’ê bû. Di sala 1991’an de bi awayekî aktîf tevlî Raperînê dibe.
Di sala 1992’an de perwerdeya xwe ya pêşmergetiyê bi dawî kir û weke Cîdar dest bi kar kir. Di salên xwe yên wezîfeyê de beşdarî xebatên girîng bû.
Di sala 2014’an de ji bo şikandina dorpêça li ser Şengalê li Zumarê hat wezîfedarkirin û bi tugaya ku wî fermandarî kiribû derket rê. Di çalakiya yekemîn de ji bo şikandina çeperên çeteyên DAIŞ’ê di çeperên herî pêş de şer kir. Di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li nêzî Zumarê de tevî hevrêyên xwe Sefer Stukurkê (Berwarî) û Lokman Koramarkî (Doskî) şehîd bûn.