Dosyaya qirêj a PKK’ê: Rojnamevan Vedat Husên 8 sal berê ji aliyê îstixbarata HPG’ê ya girêdayî PKK’ê ve hat qetilkirin.

Dosyaya qirêj a PKK’ê: Rojnamevan Vedat Husên 8 sal berê ji aliyê îstixbarata HPG’ê ya girêdayî PKK’ê ve hat qetilkirin.

Rojnamevan Vedat Husên di 13 ê Tebaxa 2016an de li Duhokê hate qetilkirin. Di ser wê bûyerê re 8 sal derbas bûn. Kuştina Vedat Husên bû bûyerek ku ji aliyê kesên dixwestin hikûmeta Hewlêrê têk bibin, bi taybetî jî PDK’ê weke antî-demokratîk nîşan bidin ve hat îstîsmarkirin. Her sal têkildarî bûyera Vedat Husên têkilî bi hin saziyên mafên mirovan re dihatin kirin û li ser gora wî buyer dihatin protestokirin. Ji ber ku gel nikarîbû bûyerê ji nêz ve bişopîne, hewl hat dayîn ku bûyer veguhere dosyaya “Rojnamegerê ji ber rexnekirina hikûmetê hatiye qetilkirin”. Were pênasekirin.

Malbata Vedat Husên dema dîtin ku kuştina kurê wan îstîsmar e, di Tebaxa 2023an de peyamek weşand û got, “Me û laşê kurê me rihet bihêlin, em qebûl nekin ku kuştina kurê me bibe amûrekî şanoyeke siyasî.”

Li dora navê Vedat Husên şebekeke wiha hat avakirin û ev yek veguherî şanîdaneke mafên mirovan ku mezinahiya rasteqîn a pirsgirêkê bi giranî veşartiye. Lê ev bûyer ne nakokiyek di navbera rojnamevan û hikûmetê de bû. Bûyer cînayetek bû ku ji aliyê yekîneyên îstîxbarata Metîna yên PKK’ê yên ku herî zêde pirsgirêka Vedat Husên îstîsmar kirin, pêk hat

Vedat Husên kî ye?

Vedat Hisên di sala 1988 de li Geverê ji dayik bûye. Malbata wî ku bi eslê xwe ji Dihokê ye, ji salên 1950 ve tevlî tevgera rizgarîya Kurdistanê bû. Li sala 1961ê li pey şopa Barzaniyê Nemir dikeve û tevlî Şorişa Îlonê dibe. Di sala 1975 de ligel Peymana Cezayrê, dema malbatên Pêşmergehên PDKê ji ber gefên Rejîma Seddam ji Başûrê Kurdistanê derketîn, bavê Vedat jî koçî Geverê kir. Piştre li sala 1976ê tevlî Şorişa Gulanê dibe. Û di sala 1992an de dema ku Kurdan li Başûrê Kurdistanê desthilatekî xweser bi dest xistin, vegeriyan ser axa xwe. Vedat li Duhokê mezin bûye û xwendina xwe qedandiye. Ew jî wek malbata Vedat navekî nêzîkî çand û siyaseta PDK’ê bû. Ev Vedat ku kesekî miskîn û aram û bê zerar bû, bi sînema, şano, çand û xebatên çapemeniyê re eleqedar bû. Salek beriya ku were kuştin, li saziyeke çandî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar kir û xwest xwe di karê kamerayê de pêşbixe.

Vedat çawa PKK naskir?

Di sala 2014an de ji êrîşên çeteyên DAIŞ ê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bandor bû. Di wê demê de PDK bi baweriya xwe ya bi yekîtiya netewî ya Kurd hişt ku hemû tevgerên Kurdistanî ji derfetên hikûmeta Herêma Kurdistanê sûd werbigirin. Hin kadroyên PKK’ê jî li Duhokê xebat dikirin û digihêjin xelkê bajar. Vedat di vê heyamê de bi endamên PKK’ê yên ku xebatên ciwanan dimeşînin re hevdîtin dike. Nasnameya xwe ya PDK’ê diparêze, lê bi vê pêkhateya ciwanên PKK’ê re jî têkildar e.

Bi taybetî kesekî gumanbar bi navê Takor Zerdeştî ji bo xurtkirina têkiliyên Vedat û PKK’ê hewl dide. Komîteya ciwanên PKK’ê ji Vedat dixwaze ku li Duhokê bi wan re tevbigerin û dibêjin, eger ew hinek nûçeyan çêbike, ji her nûçeyeke bi wêne re 15 hezar dînarên Iraqî (7 dolar) werdigire.

Vedat Husên bêyî armancên siyasî, bi hestên pak û welatparêzî û hezkirina xwe ya ji kamerayê re têkiliya xwe ya bi van ciwanan re didomîne.

Vedat Husên tu carî nikare bibe nûçegihanê RojNews. Ew ne rojnamevan jî ye. Ew xortekî di halê xwe de ye. Bi rastî jî di rojên destpêkê yên bûyerê de medyaya PKK’ê got ku Vedat Husên vê dawiyê bi me re dest bi xebatê kiriye. Piştî ku Vedat hat qetilkirin, çapemeniya PKK’ê îdîa kir ku Vedat nûçegihanê Rojnew e.

PKK’ê çima Vedat Husên qetil kir?

Piştî sala 2014an yekîneyên îstixbarata HPG’ê û komên din ên di bin navê PÇDK’ê de li nava sînorê parêzgeha Duhokê bi awayekî hemaheng tev digerin. Karmendên siyasî gelê sivîl bi îstîxbarata HPG’ê didin nasîn û wan dihêlin ku tevlî xebatên îstîxbaratê bibin.

Di Newroza 2015an de Vedat Husên ji aliyê xebatkarên PKK’ê ve birin yekîneya îstixbarata PKK’ê ya Metîna û hin pêşniyarên kar jê re hatin kirin. Vedat Husên diyar dike ku ew naxwaze li derveyî çapemeniyê bixebite.

Piştî demekê beşek ji milîsên Bakurê Kurdistanê yên PKK’ê li Duhokê ji ber kiryarên xwe yên neqanûnî bi fermana giştî hatin binçavkirin. Dîsa hin çekên ku dihat xwestin li nava bajêrê Duhokê bên parvekirin, hatin girtin. Îstîxbarata PKK’ê li kesekî ku karibe bûyerê vebêje digere û di dawiyê de biryar dide ku kesê van agahiyan daye “Vedat Huseyin” e. Vedat Huseyin ji aliyê PKK’ê ve wek sîxurê PDK’ê tê sûcdarkirin.

Senaryo amadeye: Vedat di saziya çandê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dixebite. Herwiha malbata wî û bi taybetî birayên wî endamên PDK’ê ne. Dîsa di Newrozê de Vedat Husên çend caran çûye Bakurê Kurdistanê, lê li gor PKK’ê cihê pirsê ye ku pereyê vê gerê ji ku peyda kirîye. PKK dibêje ku Vedat ajanê PDK’ê ye û ji wan re hatiye şandin û biryara kuştina Vedat dide.

Biryar aîdî îstîxbarata HPG’ê ye. Yekîneyên îstixbaratê li Zaxo û Metîna biryara kuştina Vedat didin.

Hin milîsên Bakurê Kurdistanê yên PKK’ê yên li taxa Malta ya Duhokê bang li Vedat Huseyin dikin. Vedat nehat revandin, Vedat li wesayîta kesên ku wî wek hevalên xwe nas dikir siwar bû û li wir bi ajantiyê hat sûcdarkirin, îşkence lê hat kirin û hat qetilkirin.

Serok Barzanî û PDK mudaxeleyî bûyera kuştina Vedat Husên kirin

Piştî qetilkirina Vedat Husên, Berdevkê Koma PDK’ê yê Meclîsê Muhammed Elî Yasîn, qetilkirina rojnameger Vedat Husên şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Ez ji malbat û xizmên Vedat Husên re sersaxiyê dixwazim. Bûyerê em xemgîn kirin. Ev bûyer bûyereke xeternak e. Divê sûcdar demildest bên girtin û cezakirin,”

Di dema berdewamiya sersaxiyê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku wê demê Serokê Herêmê bû, telefonî malbatê kir û hevxemiya xwe xwest û got ku ew dê şopdarê vê bûyerê bin.

Çi Pirsgirêkên Vedat Husên bi PDK’ê re nebûn

Çapemeniya PKK’ê diyar kir ku Vedat Husên di salên dawî de ji ber nûçeyên li dijî PDK çêkirî hatiye qetilkirin û gelek caran ji aliyê saziyên ewlekariyê yên PDK’ê ve hatiye tehdîdkirin. Lêbelê, rewşek wiha qet tune bû. Vedat Husên endamê PDK’ê bû. Di Rojnewsê de ne sîyasî weke hobî dixebitî. Ti carî gef li wî nehatibû xwarin û berê di saziyeke PDK’ê de weke karmendekî bi mûçe dixebitî.

Vedat Husên ne ji ber ku PKK’eyî û rojnamevan bû, ji ber ku ji malbateke PDK’eyî bû ji aliyê PKK’ê ve hat qetilkirin.

Kesên ku gule li Vedat reşandin îstîxbaratên PKK’ê bûn û ji ber ku ev kes piştî bûyerê yekser çûn Metîna, bûyer nehat ronîkirin. Lê kadroyên Duhokê yên PKK’ê û Kamîran Berwarî ku yek ji kesayetên girîng ên PKK’ê ye, dizanin ku ew bûyer ji aliyê PKK’ê ve hatiye kirin.

Bûyera Vedat Husên bû dergehê sûdwergirtinê bo PKK’ê

Malbata Vedat Husên di sala 2023an de nameyek weşandibû û xwestibû ku bûyer neyê îstîsmarkirin. Lê ji aliyekê ve medyaya PKK’ê û kesên bi navê muxalefetê de li Duhokê ev bûyer ji xwe re kirine çavkaniya debarê.

Navên wek Takor Zerdeşt û Omêd Beroşkî xwe li pişt vê bûyerê girtin û bi wergirtina pereyan ji partiyên Silêmaniyê jiyana xwe ava kirin.

Kuştina Vedat Husên yek ji dosyayên tarî yên PKK’ê ye

Xelkê Duhokê û derdora Vedat Husên baş dizanin ku hêzên Herêma Kurdistanê ne li pişt wê kuştinê ne. Lê PKK di kuştina Vedat Husên de bi giranî bi ser ket. Vedat Husên ne kesê yekem e ku PKK’ê qetil kir û paşê xwe bêguneh nîşan da. Yekemîn rêveberê ku ji aliyê PKK’ê ve hat qetilkirin Hakî Karare bû. Paşê, heta îro bi dehan rêveber û karmendên xwe kuştin. PKK’ê di sala 2002an de endama xwe ya taybet Gulan Garzan (Fîlîz Yerlîkaya) xeniqand û piştre got kontrayên girêdayî YNK’ê ev buyer kirî ye. û her sal salyada Gulan Garzan bi bîr tînin. PKK’ê endamê Komîteya Navendî û xebatkarê xwe yê 24 salî Nasir Topal (Faruk Bozkurt) bi biryara konseya xwe kuşt, piştre jî got YNK’ê dixwest wî birevîne şer derket û ew hat kuştin. Piştre PKK di sala 2017an de mirina Nasir ragihand.

Pir zelale ew rêxistina fermandar û endamên xwe bikuje vêca çawa Vedat nakuj e.  PKK’ê rehm û wijdan nîne çawa li berjewendîyê were dê we bike. Vedat Huseyin tenê yek ji navên di dosyaya kiryar nediyar a 40 salî ya PKK’ê de ye. Ji ber vê sedemê kuştina Vedat Husên ne kuştina rojnamevanekî tenê ye, heman dem rêbaza terorîzma PKK’ê ye.

Pustên heman beş