Hûrgiliyên yadaştnameya Tirkiye û Iraqê di warê ewlehî û leşkerî de

Hûrgiliyên yadaştnameya Tirkiye û Iraqê di warê ewlehî û leşkerî de

Bi serdana şandeke bilind a Iraqê ya bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derveyê Îraqê Fuad Husên û beşdariya Wezîrê Navxwe yê herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, rêkeftina hevkariya serbazî, ewlekarî û şerê dijî terorê di navbera Tirkiye û Îraqê de hate îmzekirin. Wezîrên Derve yên Tirkiyê û Iraqê rêkeftinê dîrokî bi nav dikin. Bi rêkeftinê Tirkiye bingeha serbazî ya Başîqa radestî hêzên Iraqî dike û bo rewşa ewlekarî li Enqere û Bexdayê du navendên hemahengiyê tên damezrandin.

Şandeke bilinda bi serokatiya Wezîrê Derveyê Îraqê Fuad Husên, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Wezîrê Bergirî û Serokê Hewalgêriya Iraqê serdana Tirkiyê kirin. Di serdanê de Rêkeftina Hevkariya Serbazî, Ewlekarî û Şerê Terorê hate îmzekirin. Wezîrên Derve yên Îraq û Tirkiyê rêkeftine dîrokî binav dikin.

Navenda Hemahengiya Serbazî û Ewlekariya hevbeş mekanîzmeke ewlekarî ya asta bilind e ku ji Wezîrên Derve yên Îraq û Tirkiyê, Wezîrên Bergirî û serokên rêxistinên Hewalgêriya aliyan pêk tê.

Di çarçoveya rêkeftina şerê dijî terorê û hevkariyên ewlekariyê de, li Îraq û Tirkiyê du navend tên îmzekirin ku yek ji wan li Bexda, yek ji wan jî li Enqerê dibe.

Bi biryara nû Tirkiye bingeha serbazî ya Başîqa piştî neh salan radestî Bexdayê dike û li wê derê navenda Hevkarî û Rahênanên Hevbeş tê dirustkirin. Bi biryarê re hevkariyên ewlekarî û şerê dijî terorê digihe asteke bilind.

Wezîrê Derveyê Tirkiyê Hakan Fîdan, rêkeftinê dîrokî binav kir û got bi rêkeftinê re dê gavên kirdarî li dijî PKKê li meydanê bên avêtin. Her wiha ewê hevkariyên xwe bigihînin asta bilind. Fîdan ji hêla Îraqê ve binavkirina PKK wek rêxistina qedexekirî gaveke pêş dinirxîne, herwiha daxistina sê partiyên nêzîkî PKKê ji hêla dadgeha Îraqê ve bi erênî pêşwazî dike û dibêje, ew ji Iraqê dixwazin PKKê wek rêxistina terorê binav bikin.

Wezîrê Derveyê Îraqê Fuda Husên jî ragihand, di navbera Îraq û Tirkiyê de yekem care rêkeftineke ewqas girîng tê îmzekirin. Husên dibêje, rêkeftin hevdem; şerê li dijî bazirganiya mirovan, madeyên hişbir û rêxistinên tawanê yên navbera welatan jî li xwe digire. Fuad Husên jî daxistina sê partiyên nêzîkî PKKê bibîr dixe û dibêje: Bexda rê nade PKK û rêxistinên girêdayî û PKK bo Îraq û proseya demokrasî wek gef binav dike.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan; 22 Nîsana 2024an, tevî hejmareke zêde wezîrên kabîneya xwe serdana Bexdayê kiribû. Piştî serdanê di warên aborî, ewlekarî, bazirganî, av û enerjî û elektrîk û veguhestinê de bi giştî 27 girêbest hatibûn îmzekirin. Serdana Erdogan bo Bexda û Hewlêrê piştî 12 salan karvedanên mezin li pey xwe anîbûn.

Pustên heman beş