Kolonyalîst ji xayinan hez dikin: Yên ku Evdilla Ocalan darve nekirî, Bafil Talabanî jî nakujin

Kolonyalîst ji xayinan hez dikin: Yên ku Evdilla Ocalan darve nekirî, Bafil Talabanî jî nakujin

Axivtinên Midûrê Îstixbarata Serfermandariya Giştî yê berê Îsmaîl Heqî Pekîn a di televîzyoneke Tirkiyeyê de û axaftina wî ya li ser Bafil Talabanî, li ser medyaya civakî bû mijareke balkêş. Îsmaîl Haqî pekîn di axaftina xwe de pêşniyara organîzekirina “êrîşa li dijî Bafil Talabanî” kir.

Ev mijar ji aliyê hinekan ve li ser medyaya civakî bi sernavên cuda hat belavkirin û hewl hat dayîn ku Bafil Talebanî weke kurdekî qehreman ku Tirkiye dixwaze wî bikuje nîşan bidin. Li ber çavan xuya dike ku efserekî artêşa tirk siyasetmedarekî kurd (!) tehdît kiriye. Lêbelê, dema ku mirov ji planên veşartî ku bi zimanê siyasî jê re “aliyê çîyayê cemedê yê nedîtî” tê binavkirin, rewş pir cûda ye.

Tiştê ku em dawîyê de bibêjin emê serî bibêjin: “Dewleta Tirk ji Bafil Talebanî bêzar nabe. “Wê ti carî sûîqastê li Bafil Talebanî neke.”

Gelo hûn we difikirin ku dewleta Tirk Barzanîyan wek kurdên xwe û Talebanîyan jî wek dijminêxwe dibîne? Ger hûn wisa difikirin, hûn pirr xelet in.

Ma hûn difikirin ku Tirkiyeya ku Evdilla Ocalan darve nekiriye, dê Bafil Talabanî bikuje? Ger hûn wisa difikirin, hûn xelet in.

Bafil Talabanî kesayetek e ku hinek derdor dixwazin biwerimînin û wî weke qayûm li ser Kurdên Başûrê bisepînin. Sedema kirina vê yekê ne karîzmaya Bafil Talabanî, çanda wî û hwd. Bafil Talebanî keseke ku her kes dikare bikar bîne, dikare her kesî ji bo desthilatdariya xwe bifroşe-bikûje û helwesta wî ya kurdewarî tune ye, serokekî sexte-teqlîd û çêkirî ye. kolonyalîst û dijminên kurdan dixwazin ji kurdan re ehmeqekî wiha destnîşan bikin. Ev projeyek e ku ji aliyê Îranê û eniya dijî Kurdistanê ve hatiye destpêkirin. Lê belê Tirkiye di stratejiya xwe ya demdirêj de ne li dijî wê yekê ye ku Talebanî li Başûr bibe serok. Ji ber ku ji bo kolonyalîstan mirovên weha bêbingeh her dem ji karakterên jîr bêhtir tên tercîh kirin. Yan jî em wisa bibêjin, ev serokên kolonyalîstan teyînkirî milkê hevbeş yê dagirkeran e. dema wextê wê hat her kes dikare wî bi kar bîne.

Dema ku Kerkûk ji aliyê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve di operasyona bi fermandariya Qasim Silêmanî de hat dagirkirin, kesê ku Kerkûk firot û derket televîzyonê ji bo rewakirina vê firotinê Bafil Talebanî bi xwe bû. Em bînin bîra xwe ku Tirkiye yekem welat bû ku ji bo rewakirina firotina Kerkûkê cih da Bafil Talebanî di televîzyonên xwe de.

Hêzên kolonyalîst ên wek Tirkiye û Îranê helbet dê Bafil Talebanî yan jî versiyoneke wî ya mîna wî dê hember siyaseta Barzanî tercîh bikin. Ji berk u Barzanî xwediyê nasnameyeke dîrokî ya xurt, kevneşopiya berxwedanê, şiyana rêvebirina desthilata Netewî ye. Xwedî serbokerî serhildêrî ye.

Ger kolonyalîzm nikaribe Kurdan tine bike, di hundir de bi hespên Troya û bi serokên sexte-çêkirî dixwaze Kurdan ji rêya wan dûr bixe. Tayînkirina serokekî sexte ji bo Kurdan stratejiya bingehîn a zihnîyeta kolonyalîzmê ye.

Kolonyalîstan Stratejiya serok-serokê sexte ya li dijî Kurdan li Bakurê Kurdistanê hat ceribandin û bi ser ket. Tirkiye bi serokatiya Ocalan “pirsgirêka kurd” çareser!? kir. Ji destpêka salên 1900 î heta sala 2000 î li Bakurê Kurdistanê helwesteke Kurdistanî, serxwebûnxwaz hebû ku ew  100 sal bû nedihatin tepisandin. Bi alîkariya Ocalan û PKK ê Kurd ber bi xeta tirkparêziyê ve hatin kişandin. Ya rastî ev ne tenê di sala 2000 an de dema ku Ocalan hat Tirkiyeyê dest pê kir. Pirsgirêka Rêbertiya Ocalan pirsek dirêj e. Lê piştî sala 1990 î dewleta Tirk bi hezar û yek rê hewl da ku Ocalan bi biriqînin û weke rêber pêşkêşî gelê Kurd bike. Di demaku Kurdan nedikarî li kolanan peyvek Kurdî biaxivin û dihatin kuştin, rojnamevanên tirk diçûn Kampa Bekaa  bi Ocalan re hevpeyvîn dikirin salên 1991-92 û ev hevpeyvîn li televîzîyonên dewletêde di hatin weşandin. Dewlet her roj sloganên “Em ê Ocalan bikujin, Kurdan tine bikin” berz dikirin. Kolonyalîstan baweriyek wisa li ser gel ferz kir ku bi awayekî xwezayî dest bi fikirîna “Ocalan Kurdekî bi hêz e, wê me ber bi azadiyê ve bibe, dewlet ji ber vê yekê dixwaze wî bikuje, ew serokê me ye”.

Herçi Hikmet be Ocalan li Şamê zandûbendên xwe dihejan û bi azad digerîya. Ne tenê ew, Ocalan û endamê îstixbareta Tirk di heman Îmarêde de dijiyan. Bi rastî jî di sala 1996 an de ji serokwezîrê tirk Ocalan re nota hişyariyê şand û got kesên ku dixwazin te bikujin hene. Dewleta Tirk Ocalan ne kuşt berovajî ew bilindkir.

Di sala 1999 an de dema Ocalan hat Tirkiyeyê, rojnameyên Tirkiyeyê manşetên wekî “Ocalan teslîm bû, her tiştî wek bilbilî dibêje, poşman bû” weşandin. Piştre ev yek bi destwerdana dewletê hat rawestandin. Ji ber ku nexwestin fikra “Serok APO” di mejiyê Kurdan de hilweşe. Hê jî dewlet û PKK bi çêkirina îmaja ku Ocalan di tecrîtê de ye dixwazin kurdan li dora Ocalan bicivînin. Yên ku Çîroka serokatîya Ocalan ya sexte ya 40 salî dizanin dibînin ku niha heman çîrok li ser Bafil Talabanî jî tê nivîsandin.

Çawa ku em dizanin ku Ocalan “ne serokê Kurda ye” û tenê kesekî ku ji bo Kurdan hatiye tayînkirin e, em we jî dizanin ku Bafil Talabanî jî dixwazin bikin serokê Başûr. Dewleta Iraqê ji wê yekê nerehet e ku kurd şirîkê dewlet û sîstemê bin. Divê ew kurdan lawaz bike weke dûvelokê şîe ya dewleta kevin a yek-netewe, yek al ava bike. Rêya lawazkirina Kurdan jî ew e ku kesekî weke Bafil Talebanî ku di warê derûnî de ne aram e, girêdayî tiryak û alkolê ye û jêderê mafya ye, weke serokê Kurdan were cîbicîkirin.

Ji ber ku bi vî awayî wê Kurd êdî nebin xeternak û dema ku bixwaze wê Tirkiye jî bi heman awayî wî bi kar bîne. Weke me li jor jî diyar kir, Tirkiye ne li dijî kesekî wisa qeşmer û bêesle. Dema ku em bibînin ku lîstik di nav lîstikê de ye, em ê fêm bikin ku gotinên Îsmail Heqî Pekîn yên li ser Bafil Talabanî, bi rastî jî dema ku hilbijartin Başûr nêzîk bû, tenê bi kêrî karê Bafil Talabanî hat.

Belê, dewleta tirk jî înkarkerê kurdan e û celladê kurdan e. Lê Tirkiye damezrinêrê lîstikê ye. Xefikek bo Kurda hatiye danîn. Jibo xefik ektîv bibe Ji îdeolojî, sazî û serokan têkele hatîye amadekirin. Rêberê teqlîd Bafil Talabanî tûnkê vê xekfê ye. Ji xeynî vê, her wesfeke ku Bafil Talabanî wek azadîxwaz, welatparêz û siyasetmedar nîşan bide ne rast e û derew e.

Dema ku em di vê perspektîfê lêbinêrin tenê tiştek heye ku mirov bibêje: Gotinên Îsmaîl Heqî Pekîn bêwate ne. Yên ku li planên kûr dinêrin, vê yekê baş dizanin: “Kolonyalîstên ku Ocalan kirin serok, vê carê dixwazin Bafil Talabanî jî bikin serok.” Lê me Kurdan ev çîrok jibere.

Pustên heman beş