Barzaniyê Nemir xebateke dijwar û jiyanek sade

mustafa barzani-net

Generalê çiyayan, rêberê rohî yê neteweya Kurd nemir “Mela Mistefa Barzanî” ji boy azadî û mafên gelê Kurd jiya, li pênavê vê armanca pîroz tevî wê têkoşîna dijwara ku meşandî, ew bi sadehîyek mezin li çiyayên welatê şêrîn jiya, aramegeha ku niha ew lê ye, hêjan jî ramanên sadehîya jiyana vê efsaneya mezin ya Kurd di nava xwe de di hewîne.

Serokê Nemir “Mistefa Barzanî” hemû jiyana xwe ji bo gel û niştîmanê xwe terxan kirbû, loma jî çi caran gelê Kurd vî rêberê mezin ji bîr nake, belku dewam hêzê jê distîne û têkoşîna xwe pê dewam dike, “Barzaniyê Nemir” ew kes bû yê ku di şert û mercên herî zehmet de karî gelê Kurd ê belengaz û bindest û doza rewa bi cîhanê bide nasandin.

“Mela Mistefa Barzanî” kurê Şêx Mihemed Barzanî ye, ew di 14ê Adara sala 1903an de li gundê Barzan ji dayîk bibû, ew hêjan di 3 saliyê de bû wexta ku zilim û sitema dijimin jiyankirî, li dema şikestina şorşa Şêx Ebdulselam ew û diya xwe li bajarê Mûsilê ji hêla Osmanîyan ve tên zîndan kirin.

“Barzaniyê Nemir” pêtirî 60 salên jiyana xwe fedayê doza gelê xwe û axa pîroza Kurdistanê kirin, ya rast ew karî vê erka pîroz bi lêzanî, qehremanî û dilsozî encam bide û Kurdan bigehîne kenarên aramiyê, êdî Kurd bi saya têkoşîna vî mirovê mezin bûn xwedî doz, belku bêhtir hebûna Kurdan weke netew di Rojihlata Navîn û cîhanê de bi saya têkoşîna “Barzaniyê Nemir” hat feriz kirin.

Nemir “Mistefa Barzanî” di 1ê Adara 1979ê da li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir û di 5ê Gulana 1979an de li ser wesyeta wî li bajarê Şino yê Rojhilata Kurdistanê li ser sînorê Başûr û Rojhilata Kurdistanê bi xaka pîroza Kurdistanê hat sipartin.

“Barzanî” wesyet kirbû ku wî weke her Pêşmergehekî Kurdistanê bi axê bispêrin û bi hîç rengî cêyawaziya cîhê veşartina wî û tev Pêşmergeh û cangoriyên Kurdistanê nebe.

Loma jî hem armgeha wî ya ewl li bajarê Şino û hem jî aramgeha li Barzan bi rengekî herî sade hatin çêkirin, piştî raperîna Adara 1991ê, termê “Mela Mistefa Barzanî û Idrîs Barzanî” bo Başûrê Kurdistanê cîhê ji dayik bûna wan hatin veguhestin û li navçeya Barzan bi xakê hatin sipartin.

Aramegeha Barzan ku bi “Mezarê Nemiran” tê naskirin ji roja mêhvankirina “Serokê Nemir Mistefa Barzanî” û heya roja me ya îro bûye cîhek pîroz û pir bi rûmet li cem gelê Kurd. Mezar li navenda gundê Barzanê ye, hemû salan li roja wefata “Serokê Nemir” dibe cîhê li xwegirtina wilatparêzên Kurd ji hemû navçeyên Kurdistanê, ev yeke bûye nerîtekî salane.

Mezarê nemran bi sadehîya wê endazeya ku pê hatiye çêkirin, hêjan jî ramanên sadehîya jiyana vê efsaneya mezin bo zarok, ciwan û wilatparêzên Kurdan vedbêje, hêjan jî Kurd hêzê ji van ramanên rêberê xwe yê nemir distînin û têkoşîna xwe ya ji boy berdewamkirina azadî û serbestiyê pê dewam dikin.

Barzan dibistana şoreş, berxwedan, Kurdayetî ye û rêya Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed Barzanî û Mistefa Barzanî ye ku ji bo azadî û redkirina bindestiyê û mafên gelê Kurd têkoşiyan e.

Pustên heman beş