Kuştina Hasan Nasrallah, rewşa taşaronên Îranê li herêmê û zîyana ku siyaseta PKK û YNK ê gihandiye kurdan

Kuştina Hasan Nasrallah, rewşa taşaronên Îranê li herêmê û zîyana ku siyaseta PKK û YNK ê gihandiye kurdan

Hat ragihandin ku Serokê Hîzbullahê Hasan Nasrallah di 27 ê Îlonê de di êrîşên Îsraîlê yên li ser Beyrûtê de hatiye kuştin. Kuştina Nasrallah wê bandoreke girîng li ser Rojhilata Navîn û heta hevsengiyên cîhanê jî bike. Ev bûyer lûtkeya pêvajoya şer û qeyranê bû ku piştî êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê di 7 ê Cotmeha 2023an de derketibû holê. Tişta ku li Rojhilata Navîn diqewime dê ji wan deh salên borî, pir cûda be.

Êrişa li ser Nasrallah ne ser kesekî bû ev sûîqesteke li dijî dewleta Îranê bû

Rewş hîn germ e û her kes dê hewl bide ku rewşa ku ji nişka ve rûdayî baş bixwîne û ji xwe re nexşeyên rêyên nû bibîne. Ji niha û pê ve, di dîroka Rojhilata Navîn a nêz de, beriya kuştina Nasrallah û piştî kuştina Nasrallah, weke serdem were pênasekirin. Bê şik heyama beriya Nasrallah serdemek bû ku Îranê bi giranî hegemonyaya xwe li Rojhilata Navîn ava kir û ji bo herêmê bû kabûsek. Îran, bi taybetî di van bîst salên dawî de, li hemû deverên ku di çarçoveya projeya xwe ya bi navê Heyva Şîe de cih girtiye – ji bilî Kurdistanê – bi hêzên ku di şerên wekaletê de li herêmê bi kar anîye, bi cih bûye. Lê belê di bihara 2023an de Îran û alîgirên wê yek bi yek zerbên giran xwarin. Beriya her tiştî Xezeya ku wek keleha Hemasê dihat naskirin ket û tunelên binê erdê ku stratejiya herî mezin a leşkerî ya Hemasê bû yek bi yek hatin rûxandin. Paşê di dilê Îranê de li Tehranê serokê Hemasê Îsmaîl Haniye hat kuştin. Ev hemû bûyer heta radeyekê bi şîroveyên ku Îran bi awayekî stratejîk difikire, loma jî bi bêhnfirehî pêvajoyê dinirxîne lê belê wê bersivek giran bide Îsraîlê, hatin nirxandin. Lê Îranê xwe kerr û lal kir û nekarî tolaxa veke. Bûyera Nasrallah bûyerek bi tevahî cuda ye. Ji ber ku Hizbullah û Nasrallah nûnerên Îranê li herêmê bûn û şirîk û sepînerên projeyên Îranê bûn. Ji ber vê yekê, kuştina Nasrallah dikare wekî birîneke kujer ji bo wekîlên Îranê yên herêmê were dîtin.

Nûnerên Îranê li herêmê derbeke kujer xwarin: Hûsî û Heşdî Şeibî nîgeran in

Helbet Îranê hê jî du pêkhateyên din ên wekaletê dikin li herêmê hene; Hûsî û hêzên Heşdî Şeibî yên Iraqê. Heger projeyek hevpeymaniya Amerîka û Îsraîlê hebe ku hemû alîgirên Îranê ji nav bibin (ku ji niha û pê ve hem pir hêsan e û hem jî rêya herî bikêrhatî ye), pêwîst e van her du hêzan bikin armanc û wan ji nav bibin. Û eger di nav van her du hêzên kirêgirtî de rêzek pêşeng bê çêkirin, Heşdî Şeibî ji Hûsiyan roleke berztir dilîze. Ji ber ku pêkhateya milîsên Şîe yên Iraqê Heşdî Şeibî hem ji aliyê erdnîgarî ve pir nêzî Îranê ye û hem jî di erdnîgariyeke navendî de cih digire. Lewma niha çavê her kesî li pêkhateya milîsên ser bi Îranê ve yên li Iraqê ye. Her çiqas we xuya dike ku girêdayî artêşa Iraqê ne jî, hêzên Heşdî Şeibî jî li bendê ne ku bibin armanca êrişên Îsraîlê. Di ser ragihandina kuştina Nasrallah re rojek derbas nebûbû, fermandarê payebilind ê Heşdî Şeibî Ebdurrahman Cezarî îdia kir ku Iraq di demeke nêz de dibe hedefa êrîşên Îsraîl û Amerîka û got, “Îraq niha parçeyek ji şerê li Herêm.”

Iraq ji sala 2010 ê ve weke parêzgeheke Îranê tê birêvebirin û weke parêzgeheke Îranê tevdigere. Di tevahiya Bihara Erebî de, rola Iraqê di bandora mezin a Îranê de li Rojhilata Navîn û şiyana wê ya belavkirina tirsê de gelek girîng bû.  Lê belê, îddiayên weke ku Îranê serokên Hamas û Nasrallah firot Îsraîlê jî divê mirov bi micidî bigire dest. Îrana ku di dîroka xwe de qet dudilî nekiriye ku hemû dostên xwe ji pişt ve xençer bike, ji bo ku şer ji xaka xwe dûr bixe, ev serok û fermandarên kirêgirtî weke tonk avêtîye ber Îsraîlê. Yanî, bi bûyerên kuştinê yên vê dawiyê, ne tenê desthilatdariya leşkerî, siyasî û erdnîgarî ya Îranê zerar dît, lê heman dem bawerîya ku bi Îranê dihat dayîn jî derbeyek mezin xwar.

Nûnerên Îranê yên navenda Silêmaniyê

Bi kurtî kuştina Nasrallah bûyerek e ku bandoreke gelek girîng li ser mijarên leşkerî, siyasî û hevpeymaniyê li herêmê dike û divê ji gelek aliyan ve were nirxandin. Piştî Bihara Erebî Îran li herêmê de bi bû hêzekî mezin û împaratorîyekî tirsê li herêmê ava kiribû. Niha her kes rewşa nû û derbeyên ku desthilatdarên Îranê xwarî ji aliyê xwe ve di nirxîne û li gorî wê  hewl dide helwestekê nû bigire.

Helbet divê kurd jî vê rewşê pir baş bixwînin. Kurd di vî warî de lewazin, lê Îran rewşa Kurdan pir baş dixwîne. Gotina Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan a “Eger em yekîtiya xwe pêk neynin, wê Kurd bi serê xwe bibin dewlet” gelekî girîng bû. Îran ji sala 2010an ve ji bihêzbûna Hikûmeta federe ya Başûr di warê aborî de û ragihandina serxwebûna wê ditirse û li hemberî vê ajandeyekî berfireh çêkiriye. Bi taybetî piştî Bihara Erebî stratejiya sereke ya Îranê pêşîgirtina li vê yekê bû. Mînak, helbet Îran pişgirê DAIŞ ê bû ku êrişî kurdan bike. Hat dîtin ku Daîş a sunî ne çû ser şîayan ve raste rast êrişî Kurdan kir.  Lê çeka herî mezin a Îranê li hemberî kurdan, kurdên wê bûn(!). Nedîtina rola YNK û PKK ê di siyaseta Îranê li ser Kurdan de, wê Kurdan ber bi xeletiyeke mezin ve bibe.

Bi Bihara Erebî re Îranê YNK û PKK ku têkiliyên xwe yên dîrokî bi wan re hebû, anî cem hev û bi rêxistin kir û li çar parçeyên Kurdistanê wezîfedar kirin. Ev ne propaganda ye û têkiliya her du hêz bi Emerîkayê re heyî pêwendîyên wan yên li gel Îranê bandor nake.  Di pratîkê de siyaseta navenda Silêmaniyê ya di bin baskên Îranê de xwe li hember Tirkiyê bi cih kiriye û ji bo wê şerê wekaletê dimeşîne.

Piştî Mam Celal nexweş ket û nekarî serkirdayetiya YNK ê bike, Îranê YNKeya xwe fermî ava kir. Îro helwesta Bafil Talebanî ya li hemberî Tirkiyeyê ne ji cesaret û îradeya wî ye, ji ber palpiştîya Îranê û Heşdî Şeibî ye. Herwiha di pêvajoya niha ya hilbijartinên Herêma Kurdistanê de, wêrekiya Bafil Talebanî ku bi wêrekî dijminatiya PDK ê dike, ji Îran û Heşda Şeibî ciret digire. Em nizanin dê bûyer ber bi ku ve biçe, lê piştî hilbijartinan wek salên 1990 î bi rêya Bafil Talebanî projeyek bê meşandin. Dixwazin bi piştgiriya Îran, Heşdî Şeibî û PKK ê êrîşî PDK ê û Hewlêrê bikin.

Pêvajoya ku PKK dike kirêgirtîyê Îranê pir berfirehtir e. Dewirteslîma Rojava ji destê Esad, agirbesta PJAK ê ku bi Îranê re kir û ji alîyê Pkk ê ve nehişt ku hêzên din ên Rojhilatî li ser sînor bi cih bibin û li Şengalê hêza Pkk ê bi fermî li ser heşda Şeibî cih bûn plangerîya dewleta Îranê ye. Îranê navenda vê sîyaseta dij-Kurd li Silêmanîyê sazkirîye û xebatên xwe li wir dimeşîne. Îran raste rast li pişt rûxandina maseya muzakereyê ya bi dewleta Tirk re û pêvajoyên şerê Xendekê yên sala 2015 an.

Eger em li ser nexşeyê li rewşê Îranê binêrin, li Rojhilata Navîn tekane devera ku Îran nikare weke ku dixwaze tevbigere, ew deverên ku PDK li Herêma Kurdistanê xwedî bandor e. Îranê xwest dawî li vê rewşê bîne, bi rêya êrişên mûşekî û hwd. Lê di binyat de yên êrişî hewlêra Paytext dikirin kirêgirtîyên Îranê PKK û YNK bûn.  Ev her du hêz pêkhateyên fermî û nefermî yên milîsên Heşdî Şeibî yên Îranê ne. Van kirêgirtîyên ser bi Îranê ve li Silêmanîyê xwe cih kirine û ji sala 2013 ve zîyanek mezin gîhandine xelkê herêma Kurdistanê

Divê Kurd ji YNK û PKK re bibêjin êdî dev ji cehşatîya Îranê berdin. Li Rojhilata Navîn her tişt ber bi hilweşînê ve diçe. Kurd dikarin ji vê rewşê ji xwe re welatekî serbixwe ava bikin û hebûna xwe misoger bikin. Qet nayê qebûlkirin ku di heyameke wiha de kurdan mehkûmî Îranê bikin û wan bikin beşek ji Heşdî Şeibî. Dewleta Îranê wek dijmin nedîtin û welatparêzî wek dij Erdoğan pênasekirin derewek mezine wê kurdan tune bike. Ji bo Kurdan her çar dewletên kolonyalist jî dijminin. Tişta ku divê Kurd bikin ew e ku bêyî ku piştgirî bidin kesî, bi her kesî re têkilî deynin, dîplomasîyekî paragmatîst bimeşînin û xwe nekin armanca vê pêvajoya wêranker.

Pustên heman beş