Krîza Rojhilata Navîn bi lezeke mezin berdewam dike. Nakokiya ku wek Îsraîl û dijberên wê xuya dike, di bingeha xwe de nakokiya hêzên ku dixwazin nexşeyên aborî, bazirganî, siyasî û erdnîgariya cîhanê li gorî xwe şekil bidin e. Yanî mesele ne tenê nakokiyeke sade ya di navbera Îsraîl-Îran an jî eniya Şîî de ye. Nakokiya ku hem ji aliyê kûrahî û hem jî ji aliyê cografî ve pêş dikeve, ber bi pêvajoyeke ku tiştek wek berê namîne ve diçe. Her kes xwe li gorî vê pêvajoyê mîzankiriye.
Bi taybetî jî dewletên Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê ku li ser înkarkirina Kurdistanê piştî Şerê Cîhanê yê 1 emîn hatine avakirin, bi fikra ku dê di ‘avabûna nexşeyên nû’ de zirarê bibînin tevdigerin. Ji bo vê yekê jî ji bo hebûna xwe misoger bikin bi Kurdan dilîzin. Hem gavên Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ên ji bo xweşik xuyanî li cem Kurdan, hem jî nêzîkatiya Dewlet Bahçelî ya “Tirk bê Kurd, Kurd jî bê Tirk nabe” beşek ji hewcedariya sîstemên kolonyal e ji bo ku Kurdan cardin bikişînin cem xwe da ku temenê xwe dirêj bikin. Niha kolonyalîstên ku sed sal e nasnameya Kurdan înkar dikin û hemû dewlemendiyên wan talan dikin, ji Kurdan re dibêjin “Îsraîl çiqas dewleteke xerab û emperyalîst e, dê zirarê bide Kurdan” û şîretan li Kurdan dikin.
HÛDA PAR û PKK xizmeta heman siyasetê dikin
Rastî wiha ye “Kurdan li dijî Îsraîlê rakirin siyaseteke kolonyal e.” Ev siyaset ne nû ye. Kolonyalîstan ji salên 1960 î vir ve, hem bi gotara Ûmmetê û hem jî bi gotarên çepgir ên dijî-emperyalîst ev fikir xistin mejiyê Kurdan. Bi taybetî Tirkiyeyê ji bo ku Kurdên xwe di xeta dijî-Îsraîlê de bihêle, siyaseteke dewletê ya pir kûr darişt. Du lingên vê siyaseta dewletê hatin avakirin. Ya yekem PKK bû ku Kurdan di nav xeta çep de girtî dihişt. Ya din jî siyaseta ku îro HÛDA PAR temsîl dike û bi giştî jê re dibêjin siyaseta ummetparêziyê ye. Ji ber vê yekê, PKK û xeta HÛDA PAR ku li dijî hev xûya dikin, di bingehê xwe de beşek ji siyaseta dewletê ku ji çep û rastê dergirîya dewletê dike û Kurdan di warê hizrî de dorpêç dike. Her du xet jî du xetên sereke ne ku pêşî li yekîtiya Kurdan digirin û asteng in li pêşiya Kurdan ku siyaseta Kurdistanî bikin.
HÛDA PAR a ku dema behsa Kurdistanê tê kirin bêdeng dimîne, bi taybetî di sala dawî de bi awayekî kelecanî sembolan Filistînê tîne Kurdistanê, ev plana dewletê ye.
Lê di nav van pêkhateyên ku hişmendiya Kurdan çewt dikin de ya herî xeternak PKK ye. PKK di bin qilifekî Kurdayetiyê ya pir baş de xeteke dijî-Kurdistanî pejirandiye.
Mîmarê derewa “Barzanî Cihû ne” Ocalan û Yalçın Kuçik in
Têkoşîna PKK ê ya li dijî Îsraîlê ku di 1982 yî de dest pê kir û bi navê piştgiriya Filistînê hat zanîn, di bingeha xwe de yek ji bûyerên yekem a çewisandina hişmendiya Kurdan e. Di salên 1990 î de Prof. Yalçın Kuçik ê ku di navbera dewlet û Ocalan de wek qasid kar dikir, bingeha vê pêvajoyê danî. Ocalan salên dirêj ji Îmraliyê ji dewleta Tirk re digot “Îsraîl û Amerîka dixwazin li Başûr Îsraîleke biçûk ava bikin. Îsraîl dixwaze Barzaniyan bike dewlet”. Ev derew têr nekir, Ocalan û Yalçın Kuçik bi hev re rîwayetek afirandin ku digot “Barzanî ne Kurd in, Cihû ne” û hewl dan ku Barzaniyan şeytanî bikin. Ocalan dema hat girtin jî got ” Îsraîl û Amerîkayê ez radestî kirim”.
Bernameya PKK ê ya piştî salên 1970 yî ya li dijî-emperyalîzmê û şerê xîyanetê li Kurdistanê; û piştî hatina Ocalan a Tirkiyeyê di 1999 an de paradîgmaya”Demokratîk, Ekolojîk, Azadiya Zayendî” jî di bingeha xwe de dixwaze ku Kurdan ji armancên wan yên esasî dûr bixînin. PKK hîn jî bi ser navê “têkoşîna hundirîn û zelalbûna îdeolojîk” Kurdan dike dijminkarê hev.
HÛDA PAR û PKK heman zirarê didin yekîtiya neteweyî ya Kurdan
Îro girseyên PKK ê bi navê dijminatiya Barzaniyan bi temamî li ser dijminatiya Başûrê Kurdistanê tên motîvekirin. Li gorî girseyên PKK ê astengiya herî mezin li pêşiya azadiya Kurdan Barzanî û hêzên Pêşmerge ne. Li gorî PKK î yan dema Şengal ji şûna Hewlêrê bikeve bin rêveberiya dewleta Şiî ya Iraqê, wê êdî Êzidî azad bibin. Dema dewleta Îranê êrîşî Hewlêrê dike, kêfxweş dibin û Hewlêrê wek Kurd nabînin.
Bi heman awayî HÛDA PAR jî dema Rojavayê Kurdistanê tê lêdan, yên ku tên lêdan wek Kurd nabîne, weke ku “kafir hatin lêdan” di dilê xwe de kêfxweş dibe. (Dibe ku di nav girseyên her du aliyan de hin îstîsna hebin ev jî mîsyona siyasî ya her du aliyan naguherîne)
Binêrin rewşa derûnî ya PKKîyekê û HÛDA PAR îyekî li hember perçeyên din ên Kurdistanê heman tişt e. Her du jî nikarin wek Kurdekî li meseleyê binêrin. Her du jî fikrirên ne Kurdistanî li ser civaka Kurd disepînin.
Kurdê ku sînorên dewleta kolonyal diparêze, “Kurdê” wê dewletê ye
Ummetparêziya HÛDA PAR ê û gotara biratiya gelan a PKK ê, gotara dewletê ya “yek dewlet, yek al, yek niştiman” e ku bi awayekî ku Kurd qebûl bikin tê gotin. Teoriya APO ciyan a çareseriya pirsgirêka Kurdî “bêyî guherîna sînoran” û gotara “Kurdan pêwîstî bi dewletbûnê nîne” gotara dewleta Tirk e. Hewldana bicihkirina îdeolojîk a Kurdan li dijî Îsraîl an jî welatên Rojavayî yên din jî bi heman awayî ji bo parastina sînorên dewleta kolonyal a Tirk e.