Nîqaşên li ser pêvajoya ku bi axaftina Devlet Bahçelî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dest pê kir, berdewam dikin. Çiqas roj ser derbas dibin, derdikeve holê ku ev ne çareseriya rastîn a pirsgirêka Kurdî ye. Lê belê, biryara Devlet Bahçelî ya ku bêyî tu nîqaşek hebe, topê bavêje ber Ocalan û behsa mafê hêviyê ji bo Ocalan dike, rewşek e ku divê Kurd rast fêm bikin. Dewleta Tirk di pirsgirêka Kurdî de Evdila Ocalan û PKKe wek mixatab girtina ev yek ne bi hêza Ocalan ve girêdayî ye.
Dewleta Tirk Ocalan wek qayyûmek li ser serê Kurdan daniye. 40 sal e ku dewleta Tirk Evdila Ocalan xemilandiye û we kiriye ku Kurd wî wek rêber qebûl bikin. Ji ber ku Evdila Ocalan garantora neguherîna sînorên dewleta Tirk e. Evdila Ocalan li ser maseyeke ku pirsgirêka Kurdî tê nîqaşkirin de, ne li aliyê Kurdane, li aliyê Tirkan rûdine. Evdila Ocalan û PKKe kirina yekane mixatabê pirsgirêka Kurdî, ev stratejiya 40 salî ya dewleta Tirk e. Dewleta Tirk bi tune kirina hemû tevger û siyasetmedarên Kurd ên derveyî PKKê, Kurd mehkûmî PKKê kirine. Afirandina têgeha Kurd=PKKe formûlek e ku dewleta Tirk ji bo parastina dewleta xwe dibîne.
Ocalan, karta herî mezin a di destê dewleta Tirk de ye. Di sedsala 20 an de çawa Diyap Axa, Hesen Xeyrî wek kesên ku xwe wek nûnerê Kurdan nîşan dan û peymana Lozanê de Kurd têk birin, Ocalan jî versiyona sedsala 21 ê ya Diyap Axayê ku dewleta Tirk dixwaze li ser Kurdan bisepîne. Dewleta Tirk kengî bixwaze Ocalan derdikeve û “aştiyê, şer, paşvekişînê îlan dike”. Ocalan li gorî hewcedariyên dewleta Tirk diaxive.
Tenê dema em li nameya Ocalana ku di Newroza 2013 an de regehandî binêrin, em dikarin bi zelalî misyona Ocalan ya dij-Kurd bibînin. Di nameya xwe de Ocalan çi got: “Ji bo Kurdên ku ev şaristaniya hezar salan bi nijadên cuda, olên cuda û mezhebên cuda bi biratî û dostanî bi hev re dijîn û bi hev re ava kirine, Dicle û Firat birayên Sakarya û Merîç ê ne. Çiyayê Agirî û Cudî dostên Kaçkar û Ercîyes in. Govend û delîlo bi horon û zeybek re xwişk û bira ne.”
Ocalanê ku radibe sîstema sed salî ya bênasnametî, bêdewletî, qetlîam û mêtingeriyê ya Kurdan bi biratiya govendan vedibêje, wek îradeya siyasî ya Kurdan qebûl kirina wî tê wateya ku Kurd vê sedsalê jî winda bikin.
Rast di demekê de ku Bihara Erebî dihat jiyîn û Kurd dikarîbûn ji bo xwe gelek gavan bavêjin, Ocalan di heman nameyê de çi got: “Îro em êdî hişyar dibin ji bo Tirkiyeke nû, Rojhilata Navîn a nû û pêşerojeke nû.”
Ocalan û dewleta Tirk bi hev re dest dan hev û di atmosfera Bihara Erebî de bûn sedem ku Kurd derveyî guherînan bimînin û piştî ku Kurdan trêna Bihara Erebî ji dest dan, bi hev re masa çareseriyê herifandin û Kurd li Bakur bi Xendeken hatin tune kirin. Ocalan ne merciyeke çareseriyê ye ji bo Kurdan, amûrek e ku dewleta Tirk pê Kurdan mijûl û tune dike.
Mesele ewqas zelal e. Û Kurd heya ku misyona Evdila Ocalan nebînin, nikarin di tu mijarekê de gavekê biavêjin. Û pirsgirêka Kurdistana Bakur di xefika navbera dewleta Tirk-PKKe û Ocalan de ji nav diçe.
Ji bo vê di van rojan de ku nîqaşên wek pêvajoya çareserî û aştiyê tên jiyîn, rewşenbîr û welatparêzên rastîn ên Kurd divê vê yekê bi zelalî bibêjin: “Ocalan û PKKe ne îradeya me ya siyasî ne”. Erê PKKe gelek rêxistinî ye, li Tirkiyeyê partiya wê ya siyasî ya legal heye, hêza wê ya çekdar heye, televîzyona wê heye, mirovên ji çepê Tirk li cem wê hene, li Ewropayê KNKe wê û ev û ew hene. Gelek rêxistinî ye lê ev rêxistinîbûn ne tê wê wateyê ku Kurd xwe teslîmî projeyên PKKê ên ne di berjewendîyê Kurdan da ne bikin.
Rewşenbîrên Kurd divê di navbera PKKê û dewleta Tirk de mehkûm nebûna Kurdan û di pirsgirêka Kurdî de înîsiyatîfê bigirin destê xwe û pêvajoyeke nîqaşê ya bi sernavê “Kurd çi dixwazin” ku hemû Kurdan dihewîne dest pê bikin. Pêwîstîya Pêvajoyeke nîqaşê ya ku diyar dike Kurdên Bakur di pirsgirêka Kurdî de çareseriyê di çi de dibînin û pirsgirêk dê gav bi gav çawa çareser bibe, heye. Derveyî têgehên Ocalan ên wek “Hewcedariya Kurdan bi dewletbûnê tune, çareseriya pirsgirêka Kurdî bê guherandina sînoran, dewleta Tirk dewleta Kurdan e jî û demokratîzekirina Komara Tirkiyeyê”, “belgeyeke çareseriya pirsgirêka Kurdî” û “nexşerêya” belgeyê wê pirsgirêka Kurdî ji bêçareyî-negatîfîzmê rizgar bike.
Pêşî divê înîsiyatîfek derkeve holê û ji bo avabûneke bi awayê meclisê ya ku hemû xebatan birêve bibe dest bi tevgerê bike. Erê xebateke meclisê ya navendî-Ewropa ku têkiliyên gumanbar û tarî yên di navbera PKKê û dewletê de derbas dike û tê de gelek alî cih digirin, dikare di pêvajoya nîqaşkirina pirsgirêka Kurdî de rolek bibandor bilîze. Meclisek wiha dikare pirsgirêka hebûna gelê Kurd a ku bûye qada îstîsmarê ya PKKê û dewleta Tirk, bikşîne zemîneke navneteweyî ya meşru û Kurdistanî.
Rewşenbîr û nivîskarên Kurd divê karîyer, xem, ezezî û hemû xalên ku mirov paş de dikşînin deynin aliyekî û ji bo ku Kurd vê derfeta gurankar ya sedsala 21 ê winda nekin dest bi tevgerê bikin. Yan dê îradeyeke rastîn a Kurdî were ba hev û çalak bibe, yan jî dîsa ruhê Diyap Axa dê di Ocalan de vejî û Kurdan bike qurbanê yekparebûna dewleta Tirkiyeyê.