PDK-T: Li Rojhilata Navîn carake din sînor tên xêzkirin

PDK-T: Li Rojhilata Navîn carake din sînor tên xêzkirin

Partiya Demokrat a Kurdistanê Tirkiyeyê (PDK-T) îro 11ê Berçile di daxuyaniyekê de ragihand, “Hêvî û daxwazên me ji Suriyeya nû; hemû civak (ol, mezhep netew û beşên etnikî) bigihin mafê xwe.”

Daxuyaniya PDK-Tê:

Roja 08.12. 2024 rêxistina bi navê HTŞ êrişî Sûriyê kir, rejima BAAS’ê felişand, hemû erken dewleta Sûrî bi dest xwe ve anî. Pir balkêş bû ku artêşa Surî dest nehilanî, çekdarên HTŞ’ê çekê wan li ser pişta pîkaba, ew li ser motorsîklêtan siwar di ber tankên rejimê de bê tirs diketin bajaran,artêşa Esed şer nekir, welat radestî HTŞ kir. Rusya û Îran xwedê giravî dostê Esed bûn. Rusya di şerê Ukranya de ji qiram ketibû, westiya bû, Îran jî di şerê Hamas û Êsrail’ê de têk çûbû baweri bi xwe nema bû. Ji van rûdanan herdû dostên Esed bê deng man û wi bi tenê hiştin. Esed welat terk kir reviya Rusya. Îro Suriye bi temamî kete deste rêxistina htş ev rewş dê heta çend salan elozî hebin ji ber ku gelek rêxistinên berdengi ferzenda xwe hene. Li Suri yê hikumeteke nû de çawa bi kî re ava bibe zahmetiyê xwe heye. Em dixwazin di hikûmeta nûde her civak (ol, etnîk û netew) cî bigirin. Suriye dewleteke pir oli, pir mezhebî, pir etnîkiye. Di aslê xwe de Suriye sed sal berê ne dewlet bû.  Di 24.10 1945 bi Peymana Navdewletî Serxwebûn Wergirt heta hingê ew manda Fransa bu. Iraq jî Manda Brîtanya bû herdû jî mandatiyê bûne dewlet. sibe roj; ABD, Rusya Êsrail, Fransa û Îngiltere dê çi helwest û biryaran li ser Suriya nû bidin ne diyare.

Em vêya ji bîr nekin. Gelo hesabê zîndana bi “navê SENDAYA” ku çend qet di bin zeminê de, ew kesên bi dehan sal bê kes û kûs, bêyi hilma erd û ezman û bêyî ronahiya rojê, ji dilovaniyê bidûr, bê nan û av li ser betonê di bin işkencêde rû bi rû bûne. Dê kengi û kî jî rejima Baas,  ji Beşar Esed bi xwazê û were xwestin! Ya ji hemû tiştan girîngtirîn ev bi xwe ye. Em bi hêvîne ku dê hinek van hesaban bipirsin û li wê gorê siza bidin.

 A herî giring:

  1. Tirkiye dê çi bike? Armanca Tirkiye ew bû ku: 30-40 km bi kûrayî bikevê axa Suriyê da “sînorê xwe ji terorizme biparêze” aniha li sînor; di hundirê axa Surî de bi cih bûyiye. Gelo leşkerê xwe dê ji Suriyê bikişînê an na? Ew dewletên bi Suriyê ve têkildarin dê vê ji Tirkiyê bixwazin.

  2. Li Rojava Suriye hebûna PYD dê çawa be, Îsrail, ABD, Rusya û Îran dê çi helwestan danin ev hemû pirsên metirsiyêne. Dema em li meselê bi çavekî Kurdewarî binêrin di mesela Suriya nû de Kurd xwedî peyv û aktor ê herî girîngin. Nûnertiya Kurdan li ser masa aşîtiyê a Suriyê temsiliyeta xwe hebe da ku mafê Kurdan bixwaze, pêviste ew kes di diplomasiyê de deng veda be, bi tecrûbeyên nav xweyi û yên bi têkiliyên navdewletan de zana û naskirî be. Ew jî Serok Barzanî bi xwe ye. Em bawer dikin ku dinya jî dê qîma xwe pê bînin, erê bikin.

Hêvî û daxwazên me ji Suriya nû; hemû civak (ol, mezhep netew û beşên etnikî bigîhîne mafê xwe yê mirovahî û Suriya nû de hemû kes bi dadwerî, dilovanî, bi aramî û bi empatî li gel hev jiyan bikin.

Pustên heman beş