Simko Ebdulezîzî
Berî her tiştî silav li ser canê pakê wan cangoriyên ku canê xwe yê pak dokin qurbanî ji axa welatê xwe re, bi taybetî li ser canê wan bê gunehên ku bi her awayek ji awayan ji boy qadên şer tên birin û kesên siviln û dibin cangoriyên welatê xwe.
Bi mertalkirina sivîlan ne karekî nûye, belku pêş niha di dîroka mirovahiyê de pir caran ev yek hatiye encamdayîn, piraniya caran jî ew aliyên kesên sivîl di şeran de dikin mertal, hêzên siyasî yên îdolojî “Çep, Rast”in.
Ji boy îspata vê axavtina xwe ezê hin mînakên zindî bas bikim:
Mînaka yekemîn: di dema şerê cîhanî yê duyemîn de, artêşa Elmanyayê pirr caran sivîl weke mertalên zindî bikar anîne, bi taybet di şerên berxwedana li dijî hêzên Soviyetê û hevalbendên wê de. Di sala 1944an de hêzên Nazî sivîlên Polonyayê û hin welatên din weke mertal ji boy paşveve vekşîna xwe li hember artêşa Sor ya Soviyetê bikar anîn.
Mînaka duyemîn: di pevçûnên di navbera Felsitîn û Îsraîlê de, her du aliyan hevdu sûçbar kirin bi bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî. Di şerê 2008-2009an de, di şerê Xezzeyê û şerên paş wê de, raporên navnetewî wisa xuya dikin ku komên çekdarên Felistînî ji cîhên nêzî dibistan û malan mûşek ber bi Îsraîlê ve avêtine, dema Îsraîlê jî cîhê mûşekan hedef digirtin, medyaya Felistînê û Erebî berdewam Îsraîl bi vê yekê sûçbar dikir ku sivîlan armanc dike.
Mînaka sêyemîn: komkujiya Rowenda di sala 1994an de, di vê komkujiyê de mîlîşyayên çekdar sivîl weke mertalên zindî bikaranîn heya ku bikaribin pêşveçûnên hêzên dijber anku artêşa welatparêzên Rowenda bisekinînin. Van mîlîşyayan sivîl dixistin nava “dibistan, dêr, nexweşxane û hwd…” de û xwe di nava wen de di veşartin, di encam de nêzî 800.000 sivîl bûne qurbanî.
Mînaka çaremîn: di şerê duyemîn yê cîhanê de, di navbera sala 1942-1943an de, di yek ji şerên herî dijwar di dîrokê de, hêzên Elmanya û Soviyetê sivîl weke mertalên zindî bikaranîn, artêşa Elmanyayê bi hezaran sivîlên sovyetê xistin nava mal û avahiyên pîşesazî de heya ku ew cî neyên bombebarankirin û artêşa wan bê parastin, bi heman awayî Soviyetê jî ji boy parastina artêşa xwe ji êrîşên Elmanyayê, sivîlên Elmanyayê dixistin nava çeperên xwe yên şer de, di encam de jî hejmareke herî zêde ji sivîlan hatin kuştin.
Ji egerê qurbanîkirina sivîlan, çendîn peymanên navdewletî hatine îmzekirin ji boy qedexkirina bikaranîna sivîlan wek mertalên zindî di şeran de, giringtirîn û bi nav û dengtirîn peyman jî, peymana Cenevre ya çarê ya sala 1949an, di xala 28an de bi zelalî hatiye diyarkirin ku nabe sivîl weke mertalên zindî bên bikaranîn.
Her weha di sala 1977an de zêdehiyeke din li ser vê yekê tê kirin û li gorî xala 51an, “nabe ji boy parastina bingehên leşkerî ji êrîşan, yanjî astengkirina operasyonên leşkerî, sivîl werin bikaranîn, ger ev yek bê kirin wê weke tawanên şer were hesibandin.
Di vê derbarê de çendîn rêkeftinên din hene ku bas li qedexekirna bkaranîna svîlan weke mertalên zindî di şeran de tê krin, li gor hemû rêkeftnan jî ev yek weke tawan tê hesbandin. Mebest ji tev lhevhatnên hatne krin jî parastna svîlane di şeran de.