Bi daxuyaniya Dewlet Bahçelî ya 22 ê Cotmehê ku tê de ragihand “Bila Evdila Ocalan were li meclisê biaxive, bila ji mafê hêviyê sûd werbigire” Evdilla Ocalan dîsa ket rojeva Kurdan… Aqilê dewleta kûr a Tirk dixwaze qonaxa sêyemîn a stratejiya 50 salî ya Ocalan bi vî awayî bidomîne
“Saving Private Evdila Ocalan”
Fîlma “Saving Private Ryan” (Rizgarkirina Er Ryan) yê ku sala 1998an hatiye kişandin, behsa operasyona rizgarkirina leşkerkî Amerîkî bi navê Ryan di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de dike. 8 leşker diçin eniya şer da ku Ryan bişînin malê û li wir dimirin. Tenê Er Ryan rizgar dibe. Fîlm, ku tê de gelek peyamên siyasî hene, di rastiyê de mirina mirovan ji bo Er Ryan pîroz û berz dike. Er Ryan tenê hincetek e, li pişt wî sîstemek û manîpulasyonek heye. Kurd jî 26 sal in bi zanebûn ber bi operasyona “Rizgarkirina Er Evdilla Ocalan” ve tên şandin. Eger em bifikirin ku Evdila Ocalan got “Ez dixwazim wek leşkerekî xizmeta dewleta xwe bikim”, em dikarin bibêjin ku gotina “rizgarkirina Er Evdila Ocalan” pir li vê rewşê tê.
Xefika 50 Salî ya Apo
Dewleta Tirk piştî salên 1970yî, wek pêngavek stratejîk li hember Kurdan, meseleyê Ocalan derxist holê. Beşa yekem a stratejiya ku em dikarin wek xefika Apo bi nav bikin, stratejiya qebûlkirina Evdila Ocalan wek Serok Apo ji aliyê Kurdan ve ye.
Di navbera salên 1974-1998an de dewleta Tirk hewl da ku Ocalan ji Kurdan re bike serok. Di berdewamiya salên 1980yî de hemû saziyên çepgir ên navendî li Stenbolê, mîna Yalçin Kuçik, Ocalan wek rêberê Kurdan pêşkêş kirin. Dewleta Tirk rastiya psîko-civakî ya Kurdan fêm kiriye: Çiqas Tirk ji tiştekî kerb-kîn bikin, Kurd dê ewqas bi wî tiştî ve girêdayî bin. Ji ber vê yekê, Ocalan wek kesekî ku dewleta Tirk jê ditirse û jê hesnake ji Kurdan re hat pêşkêşkirin. Mîsyonerên dewleta Tirk ên wek Yalçın Kûçik-Dogu Perînçek di nav van salan de hewl dan ku Ocalan wek bavê-Kurdan li civakê bidin qebûlkirin. Tevî hemû dîroka tarî ya Ocalan, tevî têkiliyên wî yên bi dewleta Tirk re, tevî ku wî rêhevalên xwe qetil kirin da ku bi tenê bimîne, dewleta Tirk bi destê xwe ew wek “Serok Apo” pêşkêşî Kurdan kir.”
Evdila Ocalan-PKK-Dewleta Tirk: Divê Kurd ji bo Ocalan bimirin
Ocalan ferqa vê yekê de bû: “Çiqas Kurd li dora wî kom bibin, ew ê ewqas ji bo dewleta Tirk girîng û bêbedîl be.” Dewleta Tirk jî bi heman awayî ev hevkêşe dît: “Çiqas Kurd ji bo Evdila Ocalan bimirin, ew ê ewqas di bin kontrolê dewletê de bin.”
PKK ê di 15 ê Sibata 1999an de, dema ku Evdila Ocalan hatî Tirkiyeyê, biryareke pir girîng girt û got “heya ku serokê me di bin esaretê da be Biryarên wî me girênade.” Ev biryara konseyê rast bû. Ji ber ku Ocalan hê di balafirê de gotibû “Ez dixwazim xizmeta dewleta xwe bikim.” Ji bilî vê, ne mimkun bû ku biryarên kesekî “girtî” serbixwe bin.
PKK ê xwest ku “Evdila Ocalan wek rêberê manevî îlan bike” û di pratîkê de biryarên şer û aşîtîyê bi xwe bigire. Berteka Ocalan li hember vê biryara konseya PKK ê pir tûnd bû. Ji ber ku dewleta Tirk “ji bo ku ew bikaribe PKK û Kurdan kontrol bike” li ser wan veberhênan kiribû û eger îro dewlet bibîne ku Apo nikare vê bike, dê mafê wî yê jiyanê tune be. Dewleta Tirk jî dixwest ku Ocalan rêxistinê bi rê ve bibe. Di Adara 1999 an de Ocalan nameyek ku tê de gef li Konseya Serokatiya PKK û saziyên Ewropayê xwar şand. Ocalan got “Ez ne rêberê manevî me, ez rêberê siyasî û leşkerî me.” Dewleta Tirk jî di salên 1999 û 2000 î de hem name şand Konseya Serokatiyê bo Qendîlê û hem jî lijneyek şand û got eger PKK Evdila Ocalan red bike, “dê tu rêveberek sax nehêle.” Kesên durist ên di nav PKK ê de jî bi vî awayî tevlî vê “operasyona rizgarkirina Ocalan” bûn.
Gelê Bakur hertim bi gotinên şer, berxwedan û têkoşînê di hatin motîvekirin. Êdî şer jî tune bû û hat dîtin ku PKK çiqas hêsan dikare gel û kadroyan bi manewîyata Ocalan motîve bike. Digotin Ocalan di tecrîtê de ye gel derdiket kolanan, digotin “Rêbertiya me tê jehrkirin” û mirovan greva birçîbûnê dikirin. PKK êdî hatibû wê astê ku êdî digot “Ocalan li şûna me diaxive.”
Beşa Duyemîn a Xefika Apo: Rizgarkirina Ocalan
Ocalan di sosyolojiya Kurdan de zîyanek pir mezin da çêkir. Xerakirina saziyên wek malbat, jin-mêr, ol û saziyên dîrokî hatin bê wate kirin. Zirareke din jî ew bû ku li hember pîroziya jiyana mirovî bû. Ocalan “xwedişewitandina mirovan pîroz kir.” Ocalan piştî 1988 an di nav PKK ê de, bi taybetî ji nav jinan de, komeke mirîdan a ku heta mirinê bi wî ve girêdayî çêkir û bi ser mergê wan re ji xwe re zirxek çêkir. Xweşewitandina mirovan meşrû kir. Gava pêşî ya vê yekê Sema Yûce avêt. Di 21 ê Adara 1998 an de li girtîgehê xwe şewitand. 22 sal cezayê girtîgehê girtibû û tê gotin ku wê demê bi berpirsiyarê girtîgehan ê PKK ê re evîndarî dijîya û hatibû sizakirin. Sema Yüce ji ber vê têkiliya xwe wek “bêexlaq û xayîn” hatibû morkirin û lêpirsîn lê hatibû vekirin. Sema ya ku pirsgirêkên psîkolojîk dijiya û westiyayî ketibû, ji bo ku xwe ji rêxistina xwe re îspat bike xwe şewitand.
Lê belê dema Sema xwe şewitandî Evdilla Ocelam di qesra xwe de li gel jinan jîyanekî tarî dimeşand.
Gava mirovan xwe ji bo Ocalan dişewitand Ocalan çi dikir
Ji wê rojê heta îro zêdetirî 200 ciwanên Kurd xwe ji bo Ocalan şewitandin.
PKK ê, medyaya wê û Ocalan ciwanên Kurd teşwîqî xweşewitandinê kirin. Paşê, piranî li girtîgehan, çîyan û Ewropayê, nêzî 200 kesan xwe şewitandin. Hin ji wan kesên ku xwe şewitandin ewqas ciwan bûn ku nedikarin wateya jiyanê fêm bikin û di bin bandora propagandayê de mabûn. Piraniya wan kes bûn ku di jiyanê de zehmetî dikişandin û di dawiyê de ji jiyanê bêzar bibûn û xwe radestî mirinêkiribûn. Hinek êdî nikaribûn li girtîgehê tehemul bikin, hinek penaber bûn û psîkolojiya wan ranedikir. Ya balkêş ew e ku dema mirov ji bo Ocalan bi dirûşma “hûn nikarin roja me tarî bikin” çalakî dikirin, Ocalan di balafirê de digot “Diya min Tirk e, ez dixwazim xizmeta dewleta xwe bikim.”
Çalakiyên rizgarkirina Ocalan ên piştî 15’ê Sibata 1999 an
Piştî 15 ê Sibatê, bi taybetî jî piştî sala 2004 an, ji sedî 90 ê çalakiyên ku PKK li Ewropa, Bakurê Kurdistanê û Rojava pêk anîn, tenê ji bo Ocalan hatin kirin.
– Di sala 2004 an de li Bakurê Kurdistanê “kampanyayek xwe îxbarê” hat destpêkirin. Hezaran kesan name nivîsandin ku tê de dihat gotin “Evdilla Ocalan Rêberê gelê Kurd e. Ew îradeya min e” û dan dewleta Tirk. Dewletê bi xwe piştgirî da vê çalakiyê.
– Di salên 2005-2006 an de kampanyayek bi navê “Ocalan Îradeya min a Siyasî ye” hat destpêkirin. Kurd salekê li pey vê kampanyayê hatin xirikandin.
– Di sala 2007 an de kampanyayek bi navê “Êdî Bese” hat despêkirin. Kurdan du salan bi vê kampanyayê çalakî kirin.
– Di sala 2007 an de PKK îdîa kir ku “Li Îmraliyê Serok Apo tê jehrkirin.” Mirovan ji bo protestoya “jehrkirina Ocalan” greva birçîbûnê kirin, xwe şewitandin. Di 2007-2008 an de Kurd bi vê yekê hatin mijûlkirin. 18 sal di ser vê îdîayê re derbas bûn û Ocalan 76 salî ye û hê jî pir bi tendûrîs dijît.
– Di sala 2009 an de kampanyayek bi navê “Rêzdar Ocalan” hat destpêkirin. Mirovan bi gotina “Ez ji Ocalan re dibêjim rêzdar” xwe îxbar kirin. PKK bi vê xîtaba “rêzdar” du salan Kurd ji Tirkiyê heta Ewropayê mijûl kirin.
– Di sala 2012 an de li girtîgehê grevên birçîbûnê hatin kirin. Kadroyên PKK ê yên di girtîgehê de wek amûrekê ku PKK her gav pêdivî pê hebû bikar anî. Di sala 2012 an de di navbera PKK û dewleta Tirk de hevdîtin hebûn û tevî vê yekê jî PKK ê 68 rojan kadroyên xwe yên girtîgehê di greva birçîbûnê de bikar anîn.
– Di 2012 an de kampanyaya îmzeyê ya azadî bo Ocalan hat destpêkirin û Kurd du salan bi vê hatin mijûlkirin.
– Greva birçîbûnê ya ku Leyla Gûven di sala 2018 an de da destpêkirin dîrokeke hemû alîya ve tarî ye. Di vê demê de 7 kesa li girtîgehê û yekê jî li Ewropa xwe jo bo Ocalan kuştin.
– Ji 2012 an heta 2024 an, 12 salan PKK li bajarê Strasbourg ê çalakiyek bi navê nobedariyê pêk anî. Bi meşên dirêj û hwd. girseya PKK ê yê Ewropayê bi vê hat manîpulekirin.
Bi vê kurteya dîrokî jî nîşan bide ka çawa Evdilla Ocalan bi planeke stratejîk ji aliyê dewleta Tirk ve wek serok ji Kurdan re hatî ye pêşkêşkirin.
Ev 26 sal in Kurd li şûna çalakîyan bo zimanê Kurdî, çanda Kurdî û mafên gelbûnêxwe bikin, di operasyona bi navê “Rizgarkirina Evdilla Ocalan” de tên aşotin û bi vî awayî ji armancên Kurdistanî hatine dûrxistin.
Navê Evdilla Ocalan bi termên ciwanên Kurd ve hatiye dorpêçkirin. Bi vî awayî wêrankarîyên Ocalan û rêxistina wî çêkirine tên veşartin û Kurd tên manîpulekirin. Heya ku sosyolog û dîroknasên Kurd vê serdema nêzîk ji nêz ve neşopînin û “Xefika Ocalan” ji nêz ve analîz nekin, dîroka nêzîk a Kurdistanê nikarin binivîsîn.
Niha dewleta Tirk dixwaze berhema stratejiya 50 salî ya XEFIKA APO kom bike. Dixwaze Ocalan li dijî hêviya Kurdî ya ku li Rojava şîn bûye bikar bîne.