Serdana DEM Partiyê bo Hewlêrê û bûyerên dema serdanê gelekî di rojeva medyayê de bûn. Heyeta wan ji aliyê Serok Barzanî ve bi germî hat pêşwazîkirin, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve bi eleqekî mezin hate pêşwazî kirin û bi parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw re bi dostanî geryîyan. Endamên DEM Partiyê li Keleha Hewlêrê çay vexwarin, bi gel re axivîn, kenîn û sohbet kirin. Di rastiyê de, Kurd ne ewqasî li ser gotûbêjên di hevdîtinê de, lê zêdetir li ser vê yekê ku aliyên Kurdî bi vî awayî bi rêz û dostanî hev pêşwazî kirinê kêfxweş in. Bertekên bi hêvî, bi his û mirovî yên Kurdan li hember van dîmenan ne tenê helwesteke hisî ye. Ev helwest a îdeolojîk û siyasî ya rastîn e ku wê Kurdan ji nava herîya kolonîzma ku têde hatine binaxkirin rizgar bike. Navê vê neteweperestî ye. Ji Kurdan hezkirin bêyî cudahiya partî, herêm, bajar û hwd, yekane helweste ku wê neteweyên bindest rizgar bike. Lê mixabin Kurd vê yekê li gorî pêdvî nakin.
Şûna ku Kurd di 30 salên dawî de bi hestên neteweyî hevdu hembêz bikin, herêm li hev hatine dijmin kirin, partî û rêber ji dijminên herî metirsîdar zêdetir ji gel re hatine nîşandan, ev polîtîkaya PKK’ê ye. PKK’e li her derê dijminê hemû Kurdan ne. Eger çend partiyên ku ew dikarin li pey xwe bihêlin hebin, dema ku ew dibin dijminê hinekên din, wan wekî hevalbendên xwe dibînin.
Bedran Oztirk û Keskîn Bayındır li Hewlêrê çi fikirîn
Rêveberiya Hewlêrê, ne wek ku heyetek ji deriyê sînorê Xabûrê ve hatibe, lê wek ku birayên ku salan e hev nedîtine, wek aliyekî mezin ê siyasî pêşwazî li heyeta Dem partiyê kir. Heta niha tu endamekî DEM Partiyê li tu deran evqas, hezkirin û rêzdarî nedîtiye.
Û hetta digel hemû bêrêziyên ku hin kesên di nav heyetê de li dijî Barzanî û PDK kiribûn, dîsa jî bi rêzdarî hatin pêşwazîkirin. Bedran Oztirk, yek ji endamên heyetê, hê di Îlona 2023an de bi jinan re li deriyê sînorê Xabûrê li dijî Barzaniyan meşek lidarxistibû.
Keskin Bayindir di dijminatiya PDK’ê de ewqas pêş ve çûbû ku PDK weke “Kurdistana Başûr dagir kiriye” tewanbar dikir.
Ev her du kes jî kadroyên PKK’ê li Tirkiyê ne. Keskin Bayindir di temenekî zarokatiyê de ketibû zîndanê, çend sal berê derketibû û ew keseke ku di rastiyê de nizane li dinyayê tiştekî li derveyî PKK’ê heye yan na. Keskîn Bayindir piştî serdana Serok Barzanî hem bifikr bû hem jî kêfxweş bû. Dema ku bi rojnamevanan re diaxivî, çend caran bi baldarî got “Serok Barzanî” û di çavên wî de dema gotinê ronahiyek xweş hebû. Eger zexta PKK’ê li ser wan nebûya, bawer nekin ku ne Keskin Bayindir û ne jî yên din bi vî rengî dijminatiya PDK’ê bikirana. Hê dema ku heyet li Hewlêrê bû, hin nivîskarên PKK’ê rexne li Keskin Bayindir kirin ji ber ku gotibû “Serok Barzanî” û ew bi “bêhişî” tawanbar kirin.
Em nizanin piştre dê çi bikin. Em ê bibînin ka dê wek dostekî rastîn tevbigerin an dema serdanê wek dost xuya bikin, lê gava çûn malên xwe dê dijminatiyê bikin.
Serok Barzanî mirovê gotûbêj, wefa û efûkirinê ye
Hinek dibêjin, “Çima PDK’ê ew qebûl kirin, navên kesên wekî Berdan Oztirk û Keskin Bayindir ku rasterast heqaret kirine diviyabû ji lîsteyê derkevin, PDK nizane wan çi kiriye”. Na, PDK dizane ew kî ne. Belkî heta hinek tiştên din ên ku raya giştî nizane jî dizane. Lê çawa ku di xwezaya PKK’ê de dijminatiya hemû Kurdan û têkoşîna li dijî wan ji bo bidestxistina hinek tiştan heye, di hêvînê PDK’ê de jî “hevpeymaniya Kurdan, gotûbêj, wefa û efûkirin” heye.
Ji bo PDK’ê, gotinên pêşewayê nemir Mele Mistefa Barzanî ku tîrêj dide PDK’ê bingehîn in: “Dijminên me Kurdên baş dikujin, eger em jî Kurdên xirab bikujin, wê li dinyayê Kurd nemînin.”
Serok Barzanî jî gelek caran li ser vê mijarê rawestiya. Wî bi gotina “Em êrîşî tu kesî nakin, lê em ê bersivê bidin her kesê ku êrîşî me bike” helwesta xwe diyar kir û her dem giringî da danûstandin û hevkariya di navbera Kurdan de. Gelek kes, hetta hinek li nav PDK’ê jî, digotin ku ev xeta Serok Barzanî “ji aliyê hinekên din ve tê bikaranîn.” Lê rastî ev e ku, heke îro Kurd hevdu nakujin, teqe li hev nqkin û serbarî her tiştî, heyeta DEM Partiyê dikare here Hewlêrê, ev ji ber vê helwesta bi rûmet a Serok Barzanî ye. Ji ber ku Serok Barzanî tu carî pirên ji bo danûstandin û hevdîtinên navbera Kurdan naşewitîne, Kurd îro bêhtir di aştiyê de ne. Heke li gorî lîstika PKK’ê bihata lîstin, da xwîn birijiya.
PDK’e ne nû, ji sala 1983an ve, ji aliyê PKK’ê ve dehan caran li piştve hatiye xencer kirin, lê dîsa jî tu car bingeh ji bo diyalogê zuha nekir.
Her kesê ku dixwaze ji bo Kurdan gav biavêje, dê rojekê li deriyê Barzaniyan bixe
Di derveyî dijatîya salên berê, bi taybet ji sala 2014 an vir ve, PKK ê li dijî PDK ê şerekî mezin û piralî di meşîne. Ev êrîşa PKK ê ya li dijî PDK ê ku di nav de derew, îftîra, komplo, bêrêkirin û aliyên leşkerî, siyasî, derûnî û dîplomatîk hebûn, zirareke mezin da Kurdan. PKK bi piştgirîya hêzên herêmî û hin lobiyên navneteweyî, siyaseteke wisa meşand ku PDK ê bixwe biçûk bike û dest dayne ser destkeftên PDK ê. Ev helwesta xayîn û neyartiyê li Şengalê, Rojava û herêma Kurdistanê bi awayekî zelal tê dîtin. PKK bi salan ji girseya xwe re dibêje “PDK îsal wê hilweşe, sala pêş de wê biqede” û bi vî awayî berdewam hêviyek dide wan û wan motîve dike. layengirên wan jî bawer dikin ku PKK dikare PDK ê hilweşîne.
Lê rastî ev e ku ji salên 1930 î vir de, bi sedan hêz, bi serweriya Îngilîzan û hêzên herêmî yên wek Iraq, Îran, Tirkiye, û partiyên wek YNK û El-Qaîde, nekarîn PDK’ê hilweşînin. PKK jî wê qed nikaribe vê bike.
Xala yekem a bernameya PDK’ê û paradîgmaya wê, axa Kurdistanê û azadiya Kurdan e. Barzaniyan demeke dirêj e ku sînorên eşîret û konfederasyonê derbasî kirine. Barzanitî bûye helwestek ku bi Kurd û Kurdistanîbûnê re hatiye hevahengkirin. Ji ber vê, di 100 salên borî de, dema ku Kurd tên bîra mirovan, Barzanî tê bîra mirovan. Ev, destkefteke mezin û girîng a dîroka Kurdan e. Ji ber vê, her kesê ku dixwaze gavekê ji bo pirsgirêka Kurd biavêje, di dawiyê de wê were û li deriyê Barzaniyan bixe.
Heta partiyeke Kemalîst wek CHP jî, gava pêdivî bi hebûna têkiliyeke nêzîk bi Kurdan re dît, di sala 2021an de hat Hewlêrê û bi Barzaniyan re civiyan. Heta Sirrî Sûreyya Onder jî, ji ber ku hay ji rastiyê hebû, di hevdîtina li Pîr Mam de, destê Serok Barzanî bi her du destên xwe girtibû.
Meşandina siyaseta anti-Barzanî ya PKK’ê, bi taybet di deh salên dawî de, di bingeha xwe de siyaseta anti-Kurdistanî ye. Lê amadebûna PDK’ê ji bo hevkarî û gotûbêjên bi Kurdan re di her şert û mercekî de, encama siyaseta wê ya Kurdistanî ye û di cewherde ev siyasta millî ya neteweyî ye.