Helbet ceribandinên baş, ji bona pêşeroja miletê me pir girîng in. Ev girîngî, ewe ku em li kirinên xwe yên baş û serkevtî xwedî derkevin û ji xeletîyên xwe jî dersan bigirin û derxin astek zanistîyê. Miletek hişmendîya wî a milî bi van metodan têt honandin. Divê ev hişmendî derkeve astek bilind, ku ji dîroka xwe dersan bigire. Mixabin Kurd, di vî warîde serkêşîya miletê Kurd pir xeteyan dike û jê dersan dernaxe asta zanistîyê.
Divê serkirde, serkêş û partîyên kurdan xwe ji „li gor dijmin dîzaînkirinê“ rizgar bikin. Dema ku em li gor hewldan û xwestek û stratejîyên dijminên xwe, xwe dîzaîn bikin, em nikarin sîyasetek kurdewarî ava bikin.
Dema ku dijminên me ji taqet dikevin, ji dêlva em vê derfetê ji bona xwe bikar bînin, em diçin hawara dijminê xwe û pêşî „avakirina nav mala dijmin“ ji xwe re wek erk dibînin. Piştî ku dijmin ji alozî û qeyranan rizgar dibe, xwe bi serhevde tîne, disa dest bi barbarîya xwe dike.
Emerîka û beşek ji Hêzên Hevpeymanan, piştî Şerê Xelîcê bi 10 salan, di 2003 an de mudahaleyî İraqê kirin û rejîma BAASê hilweşandin. Li İraqê hin dewlet û hin jî artêş têk çû û hilweşîya. Sîstema dîktator û barbar têkçû. Ev bûyerek girîng bû û li pişt xwe dewletek hilweşîyayî hişt. Ji 1991ê, heta 2003 an Kurdan, li ser beşek ji axa Başûrê Kurdistanê azadîyek defakto bidest xist. Parlementoya xwe avakirin. Di dema hilweşîna rejîma İraqê de rewşa kurdan ji rewşa İraqê baştir bû û gelek derfetên serxwebûnê yên hundurî hebûn.
Kurdan berê xwe dan Bexdayê û ew derfetên di destên wan de ji bona avakirina İraqê bikar anîn. Di avakirina destûra nû a İraqê de, ji dêlva Kurd vê derfeta serxwebûnê di astek bilind de, ji bona xwe bikar bînin; xwedî lêderketina İraqê, avakirina İraqê û xurtkirina İraqê hilbijartin. Di qeneata wan de „İraqek xurt, Kurdistanek xurt e.“(!)
Lê rastîya ereban ne ev bû. İraqek xurt dihat wateya Kurdistanek zeîf. Di ava kirina İraqê de bûn serkêş. Piştî ku derfet ket destê ereban, dest dirêjî destkevtinên miletê Kurd kirin û xwestin bi tehdîda birçîbûnê miletê Kurd terbîye bikin! Ji ber ku kurdan di destûra nû a İraqê de madeyek, „ku İraq destdirêjî mafê kurdan bike û destûrê binpê bike, mafê kurdan ku ji İraqê cûda bibin û dewleta xwe avabikin“ bicîh nekiribûn, ev dest û lingê kurdan girê dida. Di referandûma 2017 an de, ev tuneyî wek asteng derket ber kurdan.
Di 2014 an de DAÎŞ êrîş anî ser Kurdistanê. Şingal, Musul û deşta Neynewa ket destê DAÎŞê û heta Kerkûkê dagir kirin. Artêşa İraqê şer nekir û têk çû. Çekên xwe radestî DAÎŞê kirin û bi emrê Serokwezîrê wê demê Nûrî El-Malikî bipaş de kişîya û jikest. Disa Pêşmergên Kurdistanê, ev herêm hemû rizgar kir û bi hezaran cangorî da. Di bipaşde kişandina artêşa İraqê de armancek hebû, ku bicarekê de Kurdistan têkeve destê DAÎŞê û Kurd destkevtinên xwe wenda bikin. Ev pîlanek dijminane bû. Lê pêşmergên Kurdistanê bi piştevanîya Emerîka û Hêzên Hevpeymanan pêşî lê girtin û ev derfet nedan DAÎŞê.
İraqê, di 2017 an de carek din ew dewleta hilweşîyayî ku bi destê kurdan hat avakirin, destûra İraqê a federal binpê kir û metodên leşkerî bikar anî li henber kurdan. Di şerê li henber DAÎŞ de ew herêmên li gor madeya 140 ku li hêvîya referandûmê bûn, ku bi xwîna hezaran cangorîya hatibû rigar kirin, carek din ji terefê İraqê de hat dagirkirin. Ev herêm ji %40 axa Kurdistanê ye û divabû di 2007an de referandûm lê bihata çêkirin. Mixabin ev referandûm nehat çêkirin û roj bi roj İraqê, bi kiryarên xwe re demografîya van herêman diguhere.
Butçeya Kurdistanê, maaşê karmendên Kurdistanê, para biçek kirina artêya pêşmergan, wek çek li henber Kurdistanê têt bikaranîn.
Îro derfetek nû û pêvajokek nû li Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî derketîye ber kurdan. Piştî 13 salan şerê navxweyî yê Sûrîyeyê, rejîma BAAS a Sûrîyeyê hilweşîya. Ev 13 de sale herêmek defakto di destê kurdan de heye. Bi hatina DAÎŞê re Emerîka û Hêzên Hevpeymanan jî li herêmê bicîh bûn. Hêzek leşkerî a xurt jî di destê kurdan de heye. Ev hêza leşkerî, dehqat ji hêza Sûrîyeyê xurttire. Mixabin eynî xeteyên ku li İraqê hatin kirin, Kurd dixwazin li Sûrîyeyê jî dubare bikin.
Ew kurdên ku ev hêz didestên wan de ye, dixwazin „ala Sûrîyeyê hilgirin û herin Şamê“(!) Ev xeterîyek mezine. Ji dêlva vê derfetê ji bona xwe bikarbînin, dixwazin bixin xizmeta Şamê, ev malxerabîye.
Avakirina dewleta Sûrîyeyê ne erkê kurdan e. Berî hertiştî divê Kurd, navmala xwe avabikin. Bi hev re bixebitin û dan û stendinên, hin ji bona Başûrê Rojavayê Kurdistanê û hin jî ji bona Sûrîyek çawa yekdest bin.